Nûredîn SofîzadeDîroka diyarîkirina roja Zimanê dayîkê di sala 1999`an de weke roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê ji aliyê “UNESCO”yê ve hat pejirandin.
Mirov dikare bêje ku ziman, yek ji sitûnên nasnama mirova ne. Herwisa ziman, belga herî berçav a hebûna rastiya mirov û pêþketina mirova ne.
Zimanê dayîkê, ev ziman e ku zarok ji dayîk û bavê xwe hîn û fêr dibin. Ev yek li gor lêkolînên zanistî jî hatiye pejirandin. Zimanê dayîkê, zimanê ku mirov ji dayîk û bavê xwe hîn dibe.
Zimanê Kurdan ê dayîkî zimanê Kurdî ye.
Ji sedsala 20`an
ve, zimanê dayîkê bi zimanê fermî hatiye bicihkirin. Wata wê jî, ew bû
ku zimanê deshilat û rejîma serdest di her welatekê de kîjan zima bû, ew
ziman tenê wekî zimanê fermî û xwendin û nivîsînê bihatiba naskirin û
dibe zimanê perwerdehiyê.
Herçiqas Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî
(NY) ve rojek bo bîranîn û pîrozkirina zimanê dayîkê hatiye diyarîkirin,
“roja 21`ê Þibatê” weke roja cîhanî ya “Zimanê Dayîk”ê ye, lê
diyarîkirina rojekê weke roja Zimanê Dayîkê, nekariye hêþta di hemî
cîhanê de cih bigre. Rejîmên hakim di piraniya welatan de hêþta ew
rastiye qebûl nekirine ku tenê zimanê rejîma serdest, zimanê fermî nîne û
divê rêz û mafê ku bo zimanê dayîkê di “UN”ê de hatiye pejirandin, bo
wan zimanên cuda ji zimanê xwe, berçav bigrin.
Dema ku zimanê
dayîkê hatiye pênasekirin, ku bi wateya nasname û bingeha naskirina heçî
neteweyekê ye, bê guman divê her neteweyek, zarokên ku zimanekê ji
dayîka xwe hîn dibin, pê biaxivin û ew ziman bibe zimanê perwerdehiya
wan jî.
Bo mînak netewa Kurd û axa wan Kurdistan ku mixabin niha
bi ser 4 welatan de hatiye perçekirin, li Kurdistanê zimanê Kurdî zimanê
Dayîkê ye û her Kurdek bi wî zimanî diaxivin, lê di Kurdistanê de
zimanê dayîkê ji aliyê rejimên serdest yên wekî deshilatên rejîmên Îran,
Tirkiye, Îraq û Sûriyê ve hatiye qedexekirin.
Di wan welatên ku
Kurd û Kurdistan bi ser de hatiye parvekirin, zimanê fermî, zimanê
Farsî, Tirkî, Erebî ye ku ew jî zimanê netewên serdest e.
Zimanê Kurdî ji aliyê deshilata wan welatan ve bi fermî nehatiye naskirin, û perwerdehiya zimanê Kurdî ji bilî Îraqê qedexe ye.
Li
wan 4 welatên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye perçekirin, dehan
netewe û itnîk ku her yek ji wan bi zimanê dayîkiya xwe diaxivin, ji
bilî zimanên Farsî, Tirkî û Erebî çi yek ji wan zimanan fermî nayête
naskirin û perwerdehiya bi wan zimanan qedexe ye.
Di Kurdistanê
de netewa Kurd, zêdebarî hemî qedexeyî yên ser zimanê Kurdî, bi hebûna
siyaseta helandin û jinavbirina zimanê Kurdî ji aliyê rejîmên
deshilatdar ve, lê gelê Kurd li pêxema parastin û dewlemendkirina zimanê
xwe de xebat kiriye û bedelên mezin dane û nehêlane ji nav biçe.
Zimanê
Kurdî li Kurdistanê naha bûye zimanê çand û wêjeyê, û berdewam pê
hatiye axivtin, nivîsîn, strîn, û bûye zimanê mediayî û rojnamevanî û
roj bi rojê tête dewlemendkirin û dijminan nekarîne di siyaseta xwe ya
asîmîlasyonê de bi dijî zimanê Kurdî serkevin.
Êdî dirûþma
“Zimanê Me Nasnama Me Ye” cem hemî Kurdan bûye dirûþmekî watedar û her
Kurdek xwe erkdar dizane bona parasina nasnama xwe ku zimanê wan e.
Qedexeyiya
li ser zimanê me ji aliyê deshilatên dagîrker ve, nekariye berahîka
xebatkarên xemxwar ên Kurd bigre ku berdewam cehd kirine bona pêþxistina
zimanê Kurdî û cehdekî bê mînak kirine ku çanda bi Kurdî binivîse û
bixwîne, bi Kurdî biaxive û ji nasnama xwe xwedî derkeve, di nava hemî
gelê me de cih bigre.
Di demekê de ku li cihanê, heta niha bi
hezaran ziman ji nav çûne û nemane, lê gelê me di bin hemî zext û
givaþan de zimanê xwe parastiye.
Mirov dikare bi piþtgirêdana
dîrokê û belge û çavkaniyan bêje, ku zimanê Kurdî, zimanê herî kevn ê
devera Rojhilata Navîn e, lê bi hegera dagîrkariya Kurdistanê û nebûna
dewlet û kiyanekî Kurdî ku Kurd qedera xwe bi dest ve bigrin, zimanê
Kurdî renge li astê cîhanê de bi fermî nehatibe naskirin, lê mirov
dikare bêje zimanê Kurdî yek ji zimanên herî zindî û dewlemend e û di
serdemê nû de jî roj bi rojê geþe dike.
Mixabin fermiyet û rewayetî niha li ser zimanan di dunyayê de, girêdayî dewlet netewe ye.
Gelê
Kurd ne tenê di roja diyarîkirî a Zimanê Dayîkê de, rêzê ji wê rojê
digre û pîroz dike, belkî Kurd di kit kitê rojên salê de divê ji zimanê
xwe xwedî derkevin û kar li ser dewlemendiya zimanê xwe bikin.
Di dawiyê de roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê li hemî wan gel û netewane pîroz be ku þerê man û parastina zimanê xwe dikin.
Herwisa
roja cîhanî a Zimanê Dayîkê li hemî gelê Kurd pîroz be û hivîdar im
parastin û dewlemendkirina zimanê xwe bi erkê netewiye xwe bizanin, bi
wê hêviyê ku rojekê zimanê Kurdî li jêr deshilata dewleta Kurdistanê de
bibe yek ji zimanên fermî ên cîhanê.
Bila ew dirûþa ji bîra ti kurdekê neçe ku:
"Zimanê Me Nasnama Me ye".