Xizan Șîlan
ez
bi bîranînên cemidî
tijî me
li êvarên bêhnteng
pêsîrên hingoriya aso
dimijim
tîrêjên heyvê melûl melûl
dibiriqin
asîman xeman li hinava þewitî
dibarîne
berê xwe didim çolistanên ziwa
li ser rêya heqîqetê siwarê
hespê kumeyt im
eniya qedera mirineke bêwext
paç dikim
stûna jiyanê bi mij û dûmanê
qeliþî
peleke keserkêþ
ji salnameya temen þeqiya
tenêtiya min
cêwiyê êþa eþqa dilê bîrîndar e
pênûsa helbestê xwîn vediriþe
hemû bajar ketiye xewê
ez bi bêxewiyê
movikên piþta nîvê þevê
mizdidim
ewrên barana bi keder im
ramana okyanûsek har im
di mêjiyê min de derya
diçeliqe
mizawir li dor guhên min
fîtefît in
aramî û bextewarî
miþextî warên nediyar bûn
xerîbiyê
ez li ber dîwaran dîl girtim
hesretê kefenekî reþbelek
li bedena min pêça
tevna sebirê bi stranên bêrîkirinê
dihûnim
bi pêpelokên valahiya nava xwe
ber bi tava sibehê ve
hildikiþim
Xizan Șîlan
2018-01-07
Stockholm