Lazgîn dêrûnî
Ne tirsin qet ji efrînê
Ji çem û kehniya jînê
Heta kurdek hebê helbet
Ji bo wê ew didê xwînê
Ticar rovî nikarê ew
Lehengê baz bixapînê
Ceger nakê li gel þêran
Li qama wan xwe nabînê
Ji efrînê xwe dûrîkin
Serî laþan diþewtînê
Li dijmin rehmê qet nakê
Heta hestî dihellînê
Ne tirko û ne çettên wî
Nikarin qet bi efrînê
Li gel hev ew diçin gorê
Ji nû efrîn dixemlînê