Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Eylûl – 1996
Îro dîsa jî ferman e
Fermana gul nêrgizan e
Fermana reþ û pir qirêc
Birîna merxên biran e!
Dax dibe kezeba min, te!
Lewra welat perîþan e!
Fermana Kurd, bo Kurdan e!
Ew ên bê ap, ew ên bê xal.
Dîsa jî hatin xapandin
Mixabin bi fêlên dijmin!
Carkedin fermana xwe dan
Destûra nemana xwe dan!
Vêxistin agirê kînê
Fermana hêsîriyê dan!
Vegirtin reþkonê þînê
Destûra hejariyê dan!
Dewsa ku destan bidin hev
Av bidin dara yekbûnê
Bihêz kin nirxên netewî
Avedan bikin niþtîman
Fermana rojreþiyê dan!
Dîsa tên hêsirên xwînê
Ji çavên Silêmaniyê
Ji Kerkûk û Xaneqînê
Ji Dihok, ax ji Helebçê
Ji çavên mêr û jinên çê
Ji Soran û Çemçemalê
Ji Hewlêr û ji Þengalê!
Duh bû komkujiya Sedam
Îro pevçûna birayan!
Ay xwedawendê dilovan!
Êdî taqeta me nema!
Lê kîngê wê tijî bibe
Ew cêrê kûrê sebra te?