Vejîna Kurd
Ji Hilma beyabanan
Dîlana yasemînan mepirsin
Ji kulîlkên ji qelþên zinaran derketine
Kenê buharê bipirsin.
Ji dara tuyê ya rût
Ramûsanên bayê zivistanê mepirsin
Ji çiyayên bejnbilind
Rengê lêvên mijê bipirsin
Ji þûþeyên meyê..
Rondikên goþiyên tirî
Û nalîna rezan mepirsin
Serxweþiya dilan ji meynoþan bipirsin.
Tûjbûna kêrê
Ji jana birînê mepirsin
Beravêtina xewnan
Ji bêdengiya þevê mepirsin
Zerbûna mirinê
Ji lalbûna goristanan mepirsin
Tîbûna baranê
Ji axê mepirsin
Rengê kefenê zarokan
Ji lorandina dayikan mepirsin
Mepirsin...
na..mepirsin!!
Helbesta Buharê
Buhar serxweþ dilîlîne
Termên demsalên tevizî
Di xwelîdanka demê de rêz dike
Berûyên tariyê
Bi tiliyên bedewiya xwe diþkîne
Bîranînên þewitî jê diherikîne.
Ezman mîna gulekê dibiþkuve
Mêristana gêrikên giyanan
Di bin biskên barana demsaleke nû de
mest dibe
Nêzîk e.. Adara me
Tenûr gur e
Hevîr tirþ nebûye
Þil e... xwîna li ser zinaran
Ziwa nebûye.... heneya bûkan
Vala nebûye..... kodika hêviyan.
Firfira alê
Û helbesta wê ya dirêj
Çar ziviyên tî av dide
Belê...
Daristanên di çavên me de kesk bûne
Li þopa þahiyeke koçerî
Konên xwe yên rengîn vegirtine.