N.Beyro
Welatê min çi xemgînî
Li ser te ax û fîxane
Sirûdek bê dil û jînî
Vedenga wargiha jana
Þemal û finde bajaran
Dikir ronî sedê salan
Di reþ tarî de tu mayî
Siya poþî ji wêrane
Xwerist þînî çi pir þengî
Tu navdara xudan dengî
Di bakir ma heya kengî
Fîxan û qîr û halane
Çiya û deþt û zozanî
Þikêr û bax û bistanî
Sulfa û avser û kanî
Mixabin bê xwedî mane
Çi pîrozî lê bindestî
Li ser lêvan çi xweþ ristî
Xwedawendan ne parastî
Tu maî nav pîl û fermane
Beyar û gund û bajarî
Kulîlk û lal û gulzarî
Feraþîn û ber û darî
Ji xelkêre neçar mane
Buha xakî perîþanî
Bi zîv û zêr û samanî
Cî û warê bê waranî
Ji nandozanre seyrane
Sila yezdan li ser rêj bû
Wekî mestan dîn û gêj bû
Ji lew þev tari dirêj bû
Þeveq nadê li ezmana
Çi nankore mirovê nû
Diya cûdî û nûhî tû
Kesek nadê ji bo te rû
Ji bo zarên xwe erzane
Tu xweþ ristî li ser zarî
Ji bîrnaçê bi yek carî
Ji naçarî dikim çarî
Mi can îro bi qurbane