Beriya çend rojan, dizanim tu pê hayedar nebûye,
me li derbederiyê 40 rojiya mamosteyê te û xwe li dar xist.
Di rûpelên wê þîniyê de, þopa te diyar bû.
Di taxim ên bîranîna te de,
peyvan hiþiyar dikim
bi henaseke ji keserên min û gazinên te
kîjan qeydan dilxweþ bikim?
di sermaya agir de
di ciwaniya kenê te de hîn jî noq dibim
ji hev dikevim,
li nav girnijîna te tême pêçan
li van qûnaxan,
Di hizra min de,
awira bêdawî bûyî.
Ez rehên bîranîna te
di birîneke bedew de
Ji rengê êþa min, sersax dikim
Helbestek e, dinivîsim
Li nav sîbera mijankên te,
mûzîka simbolên xatira te
odeyeke li necihekî
kuleke bicih nabe
roniyan pênûsa te,
di biyavên ASOyan de
êþa
zimanekî qedexe
birîna te di tariyê de
birîna min di derbederiyê de
dixemilînin.
Tu dibî bayekî kesk li ser zarê peyvê
Û ez dibim kovaneke serberadayî
di nav sewdayekî winda de.
De bila destên te
peyvên berbend di nav kaxezê de, biçîne.