Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feq y Tran.. Jiyan helbest helbestvan.. Be syem.. Xelek 17.. na Feq di rvena helbesta kurd de

 


Heyder Omer

Me berê gotibû: Gelek hewildanên, ku xwediyên wan li ser Feqî yê Tîran û helbesta wî tiet nivisandibûn, negîhabûn hewesa lêkolînên wêjeyî û rexneyî, ew hewesa, ku hin lêgervanan helwl dabûn, bigihên wê. Abdulreqîb Yûsuf yekek ji wan e, weha die, ku „helbesta Teyran gelek rewan, xwe hêsan in, yanî di sewiya zimanê rojane de ye, ku gel diaxive[1].

Hûrnerîneke hêdî dide xuyan, ku A. Yûsuf dixwaze rengdêrên zimanê helbestî yê ku Feqî ji bo derbirîna hestên xwe dixebitîne, diyar bike, yanê dixwaze warekî axaftina helbestî ya wî bide xuyan, birastî jî gîha merema xwe, imkê zimanê Feqî hem sade ye, û hem jî rava û numa ye, dikare hest û wateyan bi hêsanî bigihêne xwendevanan, pê re jî muzûka xwe ya êrîn, û êja xwe ya gelêrî, ku tev li mizûk û êja kelepûra gel a lêvane (folklor) dibin, diparêze û wenda nake.


Lê bi baweriya me, bingeha vê boûna A. Yûsuf ne ji ber tevlihevbûn û hevguncîna mizûka helbesta wî û ya folklora kurdî bû; ew hevgunûina, û pê re jî derbirîna hest û xweyîtîya xelkên civakê, bi bawerriya me, sedema hezkirina helbesta wî bûn, ji ber ku birê duwem, yê ku di pey peyva yanê, hevgihêneka irovekar re hatiye, dide xuyan ku hêsaniya zimanê helbesta Feqî bingeha hejêkirina helbestên wî bû, ev jî yeka jî boûna rexneyî li kêlek banê zimanê wî dihêle, û rê nade da derbas kûrahiya wî zimanî bibe, û tiliyê bide ser hêrsdariya hevbe, a ku ev ziman di navbera derûna xwediyê xwe û derûnên xwendevanan de peyda dike.
Ev hêrsdariya hevbe, ji kû de peyda dibe? Bi baweriya me, ji ber hevtêkiliya hevbe a helbestvan û xwenerê helbestê li gel mizûka helbesta gel a ciwan, a ku hevgêhêtina (tewasul) hunerî, ya helbestvan û kelepûra lêvane wek kulam û destanên gel, li hêlekê, û li hêla din hevgihêtina helbestvan û xweneran kûr dike, peyda dibe.
Di vê xalê de, rengdêreke hunerî ya helbestvaniya Feqî xuya dibe, û wê di qunaqa navbeyan folklor û wêjeya kurdî, ya ku hewl dide, da alavên huneriya kilasîkî, yên ku pêjnên wan ên pêîn li ba Elî Herîrî xuya bûn, û li ba Feqî ber bi kemalê de diîn.
Kurdologa navdar, Margarita Bariovna Rudenko bala xwe dabû vê nêzîkbûna helbesta Feqî ji folklora kurdî de, vê lomê jî gotibû: „Hinek helbestên wî felsefî û stiranê giranbiha hene , di awayê komên folklorî de ma ne[2]. Her weha Prof Dr. Qanatê Kurdo jî ev yeka dupat kiriye, vê lomê weha die ku ji helbestê n wî “êr û beyt û lûlanên wusan li nav xelqê Kurd belav bûne, ku bi piraîya xweva bi zargotina cimaetêra hatine girêdanê, li nav wanda gelek caran xwaxan, malîk û bendên êran, beytan ji folklorê ketine nav nivîsara wî, û wusan jî gelek êr û beytên wî ketine nav zargotina cimaeta Kurdan û têne hesabkirinê hunerê zargotina cimaetê[3]. Ev yeka li pê herdu lêgervanên hevbira Ordîxan û Celîlê Celîl jî sayî bû, ewana di pêgotina pirtûka xwe mesele û metelokêd Kurda de ev yeka nîan kirine[4].
Bê guman nerîn û boûnên van lêgervan û rexnegiran berhema lêkolînên hêdî û himend bûn, ku berhemên Feqî yê Tîran û gencîneya wêjeyî û hunerî, ku xwe bi ser de palda bû,vekolanadibûn, û hevgirêdana zimanê wî û zimanê wê gencîneyê, ku di helbestên wî de diyar bû, li pê wan numa û zelal bû. Lê hemiyan jî tiliyên xwe nedabûn ser diyarbûna rengdêrên mêldariya kilasîkî, ku di numabûna hevakan û herikîna jêhej a êweyê derbirînê û mizûk û alavên rewanbêjiya wêjeya kilasîk a rojhilatê de, i kînayat bin û i jî îstîare û wekhevkirin (tebîh) bin, de zor numa ne.
Pêjna wê yekê ji ewan rengdêrên hunerî tê, ku helbestvaniya Feqî yê Tîran gaveke hukardar û girîng di rêveûna helbesta kurdî de, ber bi hevtewawiya kilasîkî de qevaztiye. Ev xal li pê prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl sayî hatiye xuyan, ji ber jî ewî Feqî yê Tîran wek „xeleka navbera wêjeya kilasîk a rojhilatê û wêjeya kurdî ya lêvane, û gavek ber bi hevtewawiya kilasîk de“ nirxandiye[5].
Bi rastî jî gava me helbesta wî vedikoland, diyar bû, ku ji folklora kurdî de ne ternê gelek nêzîk e, belê di boûnên xwe yên li ser surûtê û evînê û mirinê  de, tevlê dibe, lê tevî vê hevguncîna li gel folklor jî, dengek di helbesta wî de bilind dibe; ew jî dengê Feqî yê Tîran û ramanên wî ye.
Di îroka helbestî ya êx Senn de rengdêra mirovatiyê zor numa ye, tê de dengê mirov bilind dibe, û banga evînê û serketina vîna ciwan û ba bi awayê diramatîk bilind dibe.  Helbestvan vê banga xwe di wê helbestê de bi ziman lehengê wê êx Senn diyar dike, lê di helbestên din de bi xwe dibe dengê bilind ê mirov, û raman û têgihêtina bûyerên dîrokê sayî dide xuyan, wek awa tê xuyakirin, ku bi pêveûnê re gav bi gav e, banga ikestina kedxwariyê û serkeftina nûbûnê ye.
Ev helwest ne wusa xav tê xuyan, belê bi derbirîna hunerî, ya ku li gor serdema wî, nû ye, û hewl dide da alavên rewanbêjiya kilasîk, wekhevkirin û kînayet û îstîare, derbas wêjeya kurdî  bike, û avên xwe jî li awaza kilasîka rojhilatê ne, ya ku di kêên El-Xelîl Bin Ehmed El-Ferahîdî de diyar in, ku Feqî nêzîktirînên wan kêan ji awaz û kêên gelêr ên kurdî, ku di kulam û helbesta gelêrî kurdî de diyar in, veqetandine.
Feqî yê Tîran, bi vî awayî, ne tenê dibe xeleka navbera wêjeya kilasîk a rojhilatê û wêjeya kurdî ya lêvane, belê bi ser de jî dibe nûnerê qunaqa rêveûna wêjeya kurdî ya lêvane ber bi awayê kilasîk, ê  ku diyardeyên wê di helbesta wî de diyar bûn, û bi zîrekiya Mela yê Cezerî jî gîhan tepela hevtewaw.
Ev nûnerîtî pêengiya vê meydanê de dide dest Feqî yê Tîran; pê re jî dibe pêengê qunaqeke hiiyarî ya hunerî û ciwanî ya nivisîna kurdî, ku ji qunaqa folklorî gelêrî, tev mizûka wê ya gelêrî, ber bi awayekî hunerî yî, li gor serdema wî nû bû, de die, ber bi xebitandina mizûka urûdê de die. Ev yeka jî diyardeyeke aferînî nû ye, akere dike, ku Feqî yê Tîran ne tenê xwediyê yekemîn hîmê avahiya tecrûbeyeke hunerî nû ye, belê bi ser de jî ew dibe hewildana afrandina hunerî ya tevahiya hiyarî û wujdana and û qunaqeke nû, yên ku hewl didin da, di riya serîhildana li hember fewdala polîtîkî re, guhertinên aborî û civakî pêk bînin. Ev serîhildan gewherê nerîn û boûna wî ye, û helwesta demikratî ye, dijbera ramana sitemkar e,  mêldara pêveûna wêjeyî û civakî û aristanî û mirovatî ye.  



[1] Abdulreqî yûsuf: aîrên kilasîk ên Kurd.eapa yekemîn, weanên Jîna nû 17, rû 33.
[2] Dr. M. B. Rudenko êx Senn. Forword,  rû 13, 14 bi zimanê îngilîzî.
[3] Prof Qanatê Kurdo: Tarîxa edebyata kurdî, be 1, rû 70.
[4] Mesele û metelokêd Kurda: Danehev û pêgotin: Ordîxan û Celîlê Celîl, rû 34.
[5] Prof Dr. Îzedîn Mistefa Resûl: Ehmedê Xanî, helbestvan û ramanbîr, fîlozof û muresewwuf, rû 86.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark