Diyar Ehmed
Di van rojan de heyva Avdarê careka dî singa xwe vekir û mêrg û çîmenên gulzara xwe ji gelê kurd re raxist, bi nerim û nazî jê dixwazê ku hêviyên dildaran di nava gul û sosinên buhara rengîn de hilkewêþê, kulîlkên avis vewejêrê, birînên kelgirtî derman bikê, dilên evîndaran geþ û xweþ bikê .
Belê, eger mirov li rojên avdarê binêrê yan jê bi hijmêrê, dibê ku yek roj bi þîn û þahî yan jê têkçûn û serkeftinên ku bi gelê kurd ve girêdayî, di ser mirov re derbas nebin . di berê de heyva avdarê cihekê xwe yê beriz û bilind di pêma û zargotina miletê kurd de girtiye . avdar heyva pêþiye ji demsala buharê, ((Buhar bûka saliye, xemla rengên tim lêye )),(( Buhare çîçek û gul û dare)),(( Buhare dew li dare)). destpêka Buharê avdare, roja pêþîn ji miha avdarê zîpin, zîp bi xwe di salnama kurdî de rojin bihesabin, bibarin ne barin her xedarin . paþê ku zîp derbas dibin, binê erdê gerim dibe, teyir û tiwar, sewal û dewar, lawir û dehbe, mêþ û kêþ der dikevin,ji tirsa hiþkî û dijwariya zivistanê rizgardibin,hêlmekî dikiþînin û xwe ji jiyaneka nû re kardikin . di bîst û yekê avdarê de, þev û roj wek hev lêtin û xwe li ber hev diguherin . di bîst û pencê avdarê de basimbar jê re tê gotin, barana basimbarê bi zêra nayê kirîn û firotin. Di miha avdarê de, sirûþt nû dibe, pêre dil gerim dibin û hevî berdigirin, çîçek û sorgul bejin û bala sirûþtê dixemilînin. Mirovê kurd jî weke tevya giyanwerên sirûþtê bi vê heyva rengîn re lepiteye û dilê wî yê gerim jeniye, bi têhna destpêka buharê re xwîn di damarên wê de bi lez qeliqiye, li ber xwe daye, serê xwe hildaye û xepitiye, bizavekirye ne tebitye, bi gera xwe re rastî þîn û þahiyan bûye biþkivye, bergirtye, çilmisye û weraye, ji nû ve katedaye, tirihye û þaxvedaye . ew û avdar bi hev re ketine kêferat û hevrikiyeka berdewam, ji hev dûrketine, nêzîkî hev bûne û herdu bi hev re hatine tevdan û stirandin , kayandin û cûtin . eve çîroka miha avdarê û mirovê kurd, di yekê wê de, zîpên xedar weke xwe barîne, sitêrek geþ di gulîstana wê de vemirandine, canê serwer û serkarê kurdayetiyê Barzaniyê nemir rawestaye, di pîst û yekê wê de serê sala kurdî ya nû destpêkiriye û dawiya wê dilê pêþewayê kurd Qazî Mihemed di sêdarê de çilmisiye , û di nava rojên miha avdarê de, kul û derd, reþî û xweþî, êþ û þahî têkçûn û serkeftin, serhildan û berxwedan, rêkeftinên xiynetkar û peymanên gemar û pîlanên genî di rûpelên singa avdarê de rûdane, di kavolên wê de hatine veþartin û di lêvên birînên qemûþk girtî de hatine dirûtin . Tevî wê hevrikiya xwînrêj,keyandina destdirêj,pîlankariyên qirêj, careka dî hevdu himbiz kirine,li hev hatine,lêborîne û vegerane, ji ber vê yekê jî tê gotin ku heyva avdarê bi þîn û þahiyên xwe ve heyva kurdane .
|