Di 7.9.2006an de saet 10 ê sibehê li zankoya hikûmî ya Moldo beþa Politology konferansê Berzanisationism ; Berzanisme û Pirsa Kurd bi îdara Zankoya hikûmî ya Moldo bi serokatiya Prof.Moraru û Prof,ê Alîkar Heval Mîro , hate lidar xistin
Programê Konferansê :
1- Prof.Dr.Dekane Zanko yê ; Saca konferans pêþkêþkir û vekir .
2- Prof.Dr. Moraru gotareke zanistî li ser pirsa Kurd di çarçoveya Berzanisationismê ; Berzanîsmê ji bo mêvanên
konferansê diyar kir .
3- Prof.Dr.Arîkar Heval Mîro lêkolîneke zanistî-siyasî li ser teoriya zansitî ya Berzanisatîonismê ; Berzanism û Pirsa rizgariya neteweya Kurd bi zimanê Ingilîzî pêþkêþî mêvanên konferansê kir û ji Zanko , Profesorên polîtîk , hikûmeta Moldo daxwaz kir ku ew piþtgiriya Kurdistana federe bi serokatiya Berzanisationism û Berzanîsmê bikin .
Prof.Mîro ,her weha ,bi rengekî akadîmîk û demokratîk rastiya Pirsa Kurd bi serokatiya Berzanisationismê ya ku zêdêyî sedan sal e ku ji bo demokrasî , aþîtî , mirovahî û wekheviya gelan kar dike û teoriya zansitiya Berzanisationismê , Berzanîsmê rêya çareseriya hemû problemên netewî û navnetewî ya dema nuh ronî dike .
Þerê sîstematîk wek cênosayidê li dijî Berzanisationisma zanistî û demokratîk , di sala 1983''''''''''''''''''''''''''''''''an de , li devera Berzana mûqedes û pîroz (zêdeyî 8,000 Barzaniyan hatine qirkirin) , her weha qetilama (komkujiya ) bi navê Enfalan (zêdeyî 182,000 ) Kurd sîstematîkî bi destê rêjîma faþîsta Bexdayê hatine kuþtin .
Di dawiyê de , Mîro diyar kir ku dem hatiye ku dinya bi giþtî dengê xwe hilde û sizayê Sedam Husên û hevalbend û darûdestên wî bibire û hemû rengên arîkariyê bo Kurdistana azad bi serokatiya Berzanisationismê ; Berzanîsmê pêþkêþ bikin .
Belê , mêvanên ku mûdaxeleyên giranbuha pêþkêþî Konferansê kirin ev bûn :
1- Birêz mamoste Selah Bedredîn ; Çavdêrê Giþtî yê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî , serokê partiya Hevgirtin û nivîskarê yekemîn yê ku bi teorî li ser Berzansîsmê pir vekolînên teorî nirxbuha pêþkêþî raya giþtî kiriye , bi
rengekî zelal û pîtî pirsa Kurd û rola siyaseta Berzanismê , ya ku bûye bingeha aþîtî û demokratîbûna Rojhilata Navîn , kir .
Hêja kak Selah Bedredîn bi zimanekî zansitî û diplomasî rêbaz û perensîpên Berzanîsmê , ya ku rê nade þerê olî , navxweyî û teroristî , wê di riya aþîtî û yekbûna gelê Iraqeka federal û yekbûyî de berdewam bike û wê rê nede kompaniya nijadperestan , teroristan û dij-demokartiyê li devera Rojhilata Navîn . Mamoste Bedredîn diyar kir ku Kurdistan wê rê nede regezperestî û tundûtûjiyê û mafê hemû ol û kêmnetewe gerantî kiriye û cihê xwe û mafê xweyî neteweyî , demokratîk û mirovahî di çarçoveya Berzanîsmê de girtine .
2- Senetra Bilê li Berzan bi rêberiya hêja mamoste Faxir Elî Arif bi raporek dîrokî û siyasî li ser þerê cenosaiyda gelê Berzana Pîroz û Kurdistana azad ji bo mêvanê konferansê diyar kir . Hêja mamoste Faxir Arif , bi rengekî dîrokî , siyasî û diplomasî hemû rengên zulm û zora faþîzma Beis li dijî Berzana Pîroz û gelê Kurdistanê di çarçoveya Berzanisationismê ji bo Konferansê þîrove kir . Hêja Arif , daxwazî li raya giþtî kir ku li hemberê Sedam dengê xwe bilind bikin û piþtgiriya Kurdistana azad bi xurtî bikin .
3- Bi sedema problemek teknîkî hêja Kak Dilþad Berzanî mixabin ne karibû tevlî Konferansê bibe .
Mêvanên Konferansê ev bûn :
Zêdeyî 100 xwendevanî tevlî konferansê bûn di heman demê de wezîrê karê derve birêz
Tabacaru , serokê Ewlekariya Neteweyî ya Moldo , arîkarê serokkomar Lubo , serokê Zanokya Azad ya navneteweyî Prof.Gelben jî tevlî Konferansê bûn û herweha civînek taybet li ser pirsa Kurd û Berzanisationîzmê ; Berzanîsm hate guftûgokirin . Wezîr diyar kir ku ew dostê gelê Kurd in , û welatên wan herdem bo Berzanisationism ; Berzanizmê û pirsa Kurd vekiriye .
Hêja wezîrê karê derve silav û rêzên taybet bo serokê Kurdistana Federal hêja kak Mesûd Mustfafa Muhemmed El-Berzanî , serokwezîr hêja Nêçîrvan Idrîs El-Berzanî pêþkêþ kir û memnûniya xwe ji siyaseta Kurdistana federal anî ziman .
Armancên Konferasê :
1- Belavkirina rastiya gelê Kurd û Kurdistan ji bo raya giþtî .
2- Kampaniya ji bo piþtgiriya teorî û polîtîka Berzanisationîzmê ; Berzanîmê .
3- Berhevkirina raya giþtî û navneteweyî li hemberê gefên rêjîmên koloniyalîst wek rêjîma îranî , Sûrî û Tirkî li hemberî Kurdistana Federal .
4- Piþtgirî ji bo avakirina Zankoyek akadîmî di beþa politology ; Pêwendiyên Navneteweyî li dora Berzanisationîsm ; Berzanîsm bidin li ser hev .
Girtin :
Konferans saet 5ê êvarê serkeftî bidawî bû .