Di 12.05.2018 an de, ez çûm Vienna, da ku hevpeyvînekê li gel Dîroknasê kurd, nivîskar Profesor Celîlê Celîl bikim. Sedemên vê hevpeyvînê gelek bûn, lê ya sereke ew bû, ku 50- salîya koça dawî ya Zimanzan Režîdê Kurd bû. Me kar dikir ku em hemî berhemên Režîdê Kurd, çi Rêziman a wî, çi helbestên wî ku cuda cuda belav bûne bidin hev û di yek pirtûkê de derxin, wek karên gižtî yên Režîdê Kurd.
Mixabin ev kar hinekî bi dereng ket, gelek sedem hebûn. Ev kar hazir dibe û bi hêvîme di nêzîk de wê derkeve.
Ne hesan bû di wexte ke teng de li Vienna hevpeyvînkê li gel Prof. Celîlê Celîl li darxin. Ji alîyekî ve dema Prof. C. Celîl nebû û ji alîyî di ve du rojên min mabûn.
Êvarê min telefon kir û min xwe bi Prof. da nasîn û min doza
hevpeyvînekê lê kir. Bi rastî bi dil nermî got: dema min pir nîne û ez
xerîkê gelek projeya me. Dema ku min Navê Režîdê Kurd anî ziman û min
armanca hevpeyvînê jêre got, bi dilekê germ û kenekî xwež li min
vegerand û got: Ma gelo ji Režîd mezintir û hêjatir heye ku mirov ser
biaxive! Em sibehê dikarin hevûdu bibînin, pižtî nîvro.
Dengê wî ez
nêzî sîh salî vegerandim pažde, dema ku min li Lênîngiradê dixwend.
Dengê Profesor Celîlê Celîl dengê dostê min yê hêja rehmetî birayê wî,
Profesor Ordixanê Celîl anî bîra min, ew ji dostên nêzîk bû. Wê demek bê
ku ez li ser van bîranînan jî binivîsim.
Wê ževê ez nizanim, çawa
min xewkir, bi hemî xeyala xwe çûm Lênîngiradê, ji ber nasîna min gel
malbata Celîl, wek min got, vedigere salên xwendina min ya li
Lênîngiradê, ku dostaniyek pir nêzîk gel Prof. Ordîxanê Celîl çêbibû.
Dostanîya ku neh salan dirêjkir, nayê ji bîrkirin, gelek bîranînên xwež
henin.
Em gihižtin mala Dîrokvanê xwe, pižtî nîvro bû.
Bi
dilgermîyeke mezin Prof. C. Celîl pêžwaziya me kir. Em gelekî axivîn, çi
li ser Rojnameya Ria Teze çi li ser kurdên Sûrîyê û stranbêjan û çi li
ser dostanîya min gel Prof. Ordixanê Celîl. Ji bo Prof. Celîl balkêž bû
danûstandina min gel Profesor Ordixanê Celîl.
Katjimêr 17:00 bû, me
Hevpeyvîn li Pirtûkxaneya bi navê Casimê Celîl, gel Prof. Celîl
destpêkir. Ev jêrnivîs ji hevpeyvînê ye derbarê Režîdê Kurd û Ria Teze
de.
Hevpeyvînê ji Ria Teze destpêkir û wiha domkir:
Profesor
Celîlê Celîl: (Arxîva Ria Teze ji roja çêbûnê û heta sala 1992 dihate
mala me û di destê min de hebû), erê, tižta balkêž heye. Režîdê Kurd
resmî bû, yê dewleta Sovyetê bû, ew mêvanê Dewletê û yê Partîyê bû, bona
mêraniya wî, qedrê wî gelek gel Partîyê hebû. Li wêderê (li Sûriyê)
Partîya wî gotibû, lema jî wilo dibû. Ew ya ku li bîra min de maye: ew
ku hate Hotêla here mezin Meydana Yêrîvanê, nêzîkî mala me bû (150 – 200
Metre) ji wêderê dire û tê mala me.
Ew resmî dibirin û cih nîžanî
wî didan, em bêjin Dêreke kevnare û gelek bi qîmete bi dîroka xwe, nîžan
wî didan. Carekê jî kelehek nîžanî wî didan, yanî tižtên dîrokî, ew
digerandin.
Eve roja çaran, pêncan bû, îca wexta xelas dibû, azad dibû, resmiyet tunebû, dihat mala me, îdî ma ewê çibike.
Cara yekem ew anîn mala me û hîn bû. Carekê jî telefonkir bavê min çû pêre hat, îca ew hînbibû rêka mala me.
Carekê
hat gelek aciz bû, gelek aciz bû. Ez çi bêjim, almanî dibên
«wortwörtlich», (wek bûye ez dibêjim, bi rastî)! Erê, hat îca diya min
jî gelek qedrê wî zanîbû, diya min dê û bav nedîtibû, bira nedîbû, jêre
digot Apo, ew hat rûnižt. Diya min diçe û tê, mala me du ode bûn,
firaxekê hiltîne, tižtekî tîne ser maseyê datîne, çayeke û dibê: Apê
Režîd, xêre îro kêfa te ne li ciye? ew jî timî kêfxwež bû, lema ber çavê
diya min ket, êêê, ez çi bibêjim! Ez hatime vira kurdan bibînim,
kurdan. Rokê min dibine filan Kenîsê, rokê min dibine filan Kenîsê. Ez
hatime kurdan bibînim, yan dêran bibînim? Ez dêrê wande bimîzim, tižtin
dî jî dibêje….(Prof. Celîl dibêje û dikene).
Ew merîkî gelekî rast bû, ne tenê wek komonist resmîye, yanî wextê wî dagirin, ew hatiye nav miletê xwe.
Carekê jî ew hate Akademiyê. Em pêre rûnižtin, em 5-6 merî bûn.
Xeber
da ku kitêba xwe ya Rêziman anîye û dixwaze çapbike, ew partiyê gotibû,
Serokatîya partiyê li Yêrîvanê, Armenistanê ew sipartibû Akademîyê.
Ew
ji wî zêde Ria Teze pê mežxûl dibûn, Ria Teze ew Organa Partîyê bû û ew
jî ji Moskoyê hatiye, ew merîkî wisa nîne herkes pêre bide û bistîne.
Çend caran ez çûm Hotelê odeya wî, odeya wî gelek xwež bû.
Icar, (Prof.Celîlê Celîl serê xwe dihejîne, acize, keserek kižand û bi nerazîbûn tîne bîra xwe), ez gelek jê hezdikim, oooowa!
Jêre gotibûn: Zimanzan Meksîmê Xemoye, bela pirtûkê hazirke, pêžniyarî çapêke, dibe çêtirbe, weke bê xuyakirinê.
Îcar
ewî jî gilî kir, got: min wa da ber singa xwe û di pažila xwede vežart û
ji Sûriyê ve bi dizîka bi xwere anî, min go bera žensek çêbe, Sovyêtê
de çapbibe!
Režîdê Kurd ewqasî nikarîbû bima ya, du heftî bû, çiqasbû. Jêre gotin tu here, emê xelaskin û bižînin.
Lê
berî çûnê jî ez carekê çûme oda wî dîsa gelekî aciz bû, Meksîm hatibû,
ew û Egîdê Xido, ew jî pê mijûl dibû. Dibirn Gundên Elegezê digerandin,
wêderê xwendin gelek pêžde çûbû, dibirin wêderê.
Lê, orta wî û Meksîm
carekê xerab bû, îca min go xêre Apo? Hema çû ji masê destkitêba xwe
hilda, anî û got: ev Meksîm çi dike serê min?! em rûnižtine dixebitin,
dibêje ev ne baže û ev nebaže, eve çêtire em derxin, filan bêvan, ê tižt
namîne, ev çiye?
Hema destnivîsa xwe hilda û e’rdê da, û bi piya pê ket, a ev xerabe, a ev xerabe …. .
Min
ew haž kir destê wî girt, ne tižte, xemnake, emê xwe bidne ber, filan
bêvan, hinekî rehet bû. Lê Meksîm gotibû here, here, ezê bikim. Lê wî
nekir! Mixabin!
– Meksîm kîye?
Prof. C. Celîl: Ew Meksîmê Huseynê
Xemoyane. Ew jî xuya ye pozê xwe lê bilind kirye. Akademisyane! Yani
merî hene, dixwazin xwe nîžan bidin. Ê bavo te Akademî xelas kirî. Ewî
jî Hebs xelas kirî ye, jiyana Hebsê xelas kirî ye, ew çi nivîsîye ne yê
profêsore, lê li piraktîkê ev kar diye. (ka em çayekê vexun Adil.
Maseyek girover gelek ciwan bû û çend cure Kulîçeyên xwež li gel çayek
rež li hêvîya mebûn).
“belkî behtir ji 60 salî ku derbas bûye, lê ez
hê jî di çavên Mamoste Celîl de dibînim, ku bi hêrse û acize dema ku ew
van bûyeran tîne bîra xwe, bê çawa neheqî li Režîd bûye”. Min nedixwest
hevpeyvîn bikeve rengekî pirs û bersivan de û me dîsan dest pêkir.
Mamoste
dibêje: Tižtê Meksîm fêhmnekirye ewe: ew bi xwe (R. Kurd) Fênomêneke,
di Hebsêde gelek nivîsîye, ez bawerdikim wa buye. Çimkî, evê ku anîye,
ku žexsiyeta wî biparêze.
Zanistî ew žertê mezine, ew gerek wa neke, metirialê ku heye, ew jî bese, gerek ew weke heykelek bihata çapkirinê.
Te
tižt bixwesta guhdarbike: cem me wisa, eve ser žertê filan tižtî eweye,
eve wisaye, û wilo, bi vî awayî. Me’rîfeta wî ya Akademî tunebû û ku çi
zanî wa gotiye. Qîmet nedaye tižtê ku ber wîye. Ez çima vê dibêjim, ku
ez van tižtan baž fam dikim, ew jî saya Folklorê ye. Folklor van tižtan
gelekî nasdike. Ez nabêjim ku tu rast nabêjî, gerek tu hemî rengan bide,
da ku keskesor çê bibe.
Eger tu gižî bikî qalibek, dibe lê wexta ku
welatê te serbixweye, gihižtine hev. Folklor dimîne, zimanê Edebiyetê
dibe rêk û pêk rengekî, çimkî zimanê çapemeniyê gereke cûrekî
binivîsîne, bona gižan, ew ziman dibe yê dewletê.
Lê wek zimanzan, tu dikarî hemî jî binirxînî û bibêjî, li vê herêmê wehaye.
Ewî ew nenivîsiye bo hemî Kurdistanê, ji welatê xwere nivîsî ye, wêderê hinekê bixwînin.
Ê
helbet ez zimanzan nînim, lê wextê ez li Aspîrantûrê bûm (Xwendina
bilind pižtî Zanîngehê ye), doktora xwe min ser Dîrokê hazirkir, îca
rehmetiyê Prof. Qenatê Kurdo xwest ku ez zimanê kurdî jî bibim.
Carekê
min got, hevalê Kurdoyêv (Qenatê Kurdo) eve ji ya min dûre. Wî ji min
re got: Celîl, kurdzanî, kurdzanî çiqas berfirehe, rokê ew ziman, tu
zanî wê kêrî te bê, û bi rastî kêrî min hat, dema ez hatim vira
(Viyênna) berî 15 salan, tevî kurdzaniyê, Dîrok Etnografî, zimanzanî jî
bingehî bû, min ders dida.
Û di derheqa Režîdê Kurd de: xwezî du sê
heb bîna Režîdê Kurd hebûna. Îcar yê ku ne di bin zulmê de ne dikarîn û
hebûn, belkî li Iraqê, lê bona çend milyon kurd gelekî hindikin.
Lê
Režîdê Kurd wek Komonist ew famkir, ku eve giringe bona milet. Ma kî wê
bike ku ne komonist be! Bi xwe ne zimanzanin, zimanzan dixûnin,
hîndibin.
Celadet jî ne zimanzan bû. Lê xwe amade kir û pêre jî yekî
wek Roger Liskot hebû ku famdikir. Lê Režîdê Kurd wek stêrkê bû ku du
caran ežqê wî hebû, yekê bona perîžana ronkayî dida, sosial, feqîra û
belengaza, yekê jî nav xwendevana de, bi min, ewa wî gelekî mezine. Û
tižtekî dinê jî heye, ew merîkî helal bû (destpaqij bû, xwedî prinsîp
bû), wexta wî digrin, girêdidin û nava bajêr re digerînin, dibêjinê tif
komonistan ke, yanî bêje ez destdikžînim, nedigot, bi cesaret wîna birin
Hebsê. Wî xwe ne žikand.
Ewî nîžan da, ku gereke komonist çawa bin, komonistê rast! Lê komonist gelek çê bûn, bona mala xwe, bêrîka xwe!
Rastî gelek kominist hebûn dinê de bi bawerî bûn, lê bona me kurdan, tenê Režîdê Kurd bû.
Bawer
dikim wê kurdê Sûriyê, wê hê qîmet bikin, ji ber ku Sûriye bo me melaze
her sal çi dibe, nahêlin bi ser hižê xwede bê. Lê dîsa, dîsa mêrxasê
xwe bîr nakin, bêhtir dinirxînin, eger kurdîya me, kurmancîya me, ya
Sovyêtê hesab nekin, ê kurdistanê ku vegere, êdî ma ew ya pêžîyê saya
kurdên Sûrîyê ye, yên weke Cegerxwîn, Osman sebrî, Tîrêj, Kelež,
Nûreddîn Zaza, Namî, gelek hebûn, mirov navan, sisyan dibêje, çaran ji
bîr dike! Yan Qedrîcan, ew komonist bû, yê ku komonist qedrê wî zanibû,
bo navê mêraniyê, navê helalîyê û bo Kurdbûnê. Ê dinê giž wê bigotina
komoniste, lê nikarbûn bigotina newêreke, yan jî qelse, na. Ew bona
komonistan jî bû nimûne!