Mizgîn Hesko Vê gavê...
Û kezebên sohtî û birînên hîn jî vêketî
Govanên þikestina dilkên asoyê ne...!
Dayikên....
Çav li rê ...
Û rondikan...
Rêçikên zuha
Di rûyên vemirî de
Xêzkiribûn.
Gulberoyên spêdeyên tîrmehê
Ey dilên zîz...
Dilên ji giriyanê
Ji westanê
Û ji bendemanê...
Herî, herî zîz....!
Ey...
Destên li ber hilma qehweya Kalo û sirûdan
Heþîn hatî...
Biþkojên ji kum û kolozên berxwedanê
Derçûyî...?
Ey....
Pêdraiya li ber bîna qelûneke bi tûtina êþê dagirtî
Heþîn hatî...?!
Erê...
Ne qelûn vedimirî
Û ne jî arê di sîngê bazê çiyê de..!
Erê...
Û ne jî çavên hîn jî li rê
Radestî vemirîna baxên xwe dibin...!
Vê gavê....
Destên bi xwêsiya demê
Bi dilopên xwînê
Û bi firmêskên nedîtber
Avdayî...
Û gulberoyên payebilind
Û ji þanên xwe
Xuricî...!
Bi hezaran çirawîskên
Ji baxên hêviyê
Hilweþiyayî...
Ha li wan kenarên bi remedêlkê
Dagirtî....
Û li ser pêlava mendalekî tozgirtî
Þûna gernijîneke winda
Hîn....
Bang û olan dide.
Ji nav qelþên pêlava zarokekî bê nav
Her tîrmeh
Gulberojek....
Li navê heyîna xwe digere...?!
Spêde baþ
Ey gulberoja sersem û bêcir
Ey gulberoja baxê Sîmiran...!!!!!
31. Tîrmeha 2023.