Bavê Zozanê
Di 24 rezbera 2022an de , partiya hevgirtina gelê Iranê ya islamî ku nêzîktirîn partiy e ji serokê berê yê Iranê re Mihemed Xatimî, ku doz û daxwazê ji rêjîma deselat dike ku dive pêwestiya serûkê ji bo Jina Îranê rabê ya ku ev çil salî bi darê zorê çi bi erêbûna jinê û çi ne bi erêbûna wê dihate bi cih kirin,zêdetir ji wilo jî bi dawîkirina karûbarê (Polîsê Sinçiyê)dike ,wisa jî komîtek bê layane dive bête avakirin derbarê kužtina Jîna Emînî de ku ji xwe nejadperstan navê wê di fayilên fermî yê dewletêde danîbûn Mehsa Emînî ji ber ku tomarkirina navên kurdî li nik rêjîma melayan qedexebû û hîn jî qedexeye.
Ji xwe bi hezaran hatin girtin û bi sedan jî hatin kužtin li
seranserê Iranî ,ji miletê ku bi roj û ževa derdikeve xwepêžendanan
nemaze li herêmin kurdî li kurdistana Rojhilat wek dest pêk, bo kužtina
jina kurd Jîna Emînî ,wisa jî bi sedan ji jinan jî pore xwe kurkirin
wek pižtkirtî ji nemira hêja re Jîna Emînî re ku rêjîma nejadperestan
dixwest bi dizî termê vê ciwanikê bin ax bikê û pêrejî vê tewanbariya
xwe ya giran vežêrê.
Ji xwe em dizanin ku buyera kužtina Emînî
pižtî du rojan ji girtina wê di 13ê rezbera 2022 li Tehran ê paytexta
Iranê çêbû, ku di bin darê zorê de, canê xwe yê žêrîn ji dest da ,ku
hatibû girtin ji layê polîsî sinciyê ve bi mehna girêdana serûkê bi
awakî nedurst . Vêca bi rengekî hovîtî rastî ižkencekirinê tê, pižtî ku
berxwedanek zor û dirêj dijî sixêf û lêdana wan cendermên bê sinc û bê
wijdan kir .
Hemî endamê deselata Îranî bi rengekî ne rewa û
yasayî danûstandinê bi vê žoreža keziyan re kirin û dikin, ta serokî
Îranê bi xwe -Reîsî- fermanên tund dane polisan ku dive bi destekî
hasinî danûsitandin bi van bûyerên qerabalix û tevlîheviyê(wek ku ewî bi
nav kir) bibe ,dîsa got kû hêmen û asayiža gižtî ya welat xêzên
sorin.
Lê kužtina milet û girtin û zindankirina xortan li ba
rêjîmên fažist û serokên mîna Reîsî ne xêzên sorin??!! Ji xwe ew
bêtarê dixe sukra dewletên biyanî de , dibêje ku destên derve vê
tevlîheviyê dikin ,Reîsî jî wek hemî serokên dest bi xwîn mihnên wan bo
vemrendina žorežan amadene mîna parçekirina welat , asayiža netewî,
xirakirin û tevlîhevbûn,serweriya welat û ta dawî…
Silav bo lehengên kurdistana rojhilat,silav bo gelê Iran yê berxwedêr,serê malbata Jîna Emînî û tevahiya jinên azad sax bê.
Agahiyên kesayetî:
Nav: Mehsa Emînî( Jîna Emînî)
Zayin : Seqez 22Tîrmeh 2000
Ziabûn :16 rezber 2022 Tehran
Sedemê mirinê:di bin ižkencêde hate kužtin li gor çavdêrin mafnasî û rojnamevanî.