Konê ReþHêjano! Bêguman em kurdên Rojava di rojên dîrokî û zor hestyar re derbas dibin.. Û dawî, (Lêvegera Kurdî a Bilind) di nav rêxistinên me de hat morkirin.. Tevî seqetbûnê ku, du partiyên sereke ne di nav de ne.. Ez vê lêvegerê pîroz dikim.. Bi hêvî me ku ew jî di nav kerwanê Lêvegerê de bin.. Bi morkirina vê Lêvegerê re, bi min xweþe ku ez pirsa parastin û guhdana zimanê kurdî ji wan bikim.. û bînim bîra endamên vê lêvegera Kurdî ku ziman û kultura me jî li ber talanê ye..
Piþtî ponijandinê, min gotin ji gotinên van her çar lehengên peyva
kurdî a resen çêtir nedîtin ku ji (Lêvegera Kurdî a Bilind) re raxînim
ber çavan: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî û
Cegerxwîn.
Gotinên ku min divîbû binivîsim, hêviyên ku min divîbû
ji wan partiyan re bibêjim, van siwarên peyva kurdî, berî min gotine,
nivîsîne û gazin û hêviyên xwe anîne ziman.. Vêca min pêwîst û çak dît
ku ez gotinên wan di vê derbarê de dubare bikim.. Da ku yên jibîrkirine,
bînim bîra wan û yên ku nexwendine wan þiyar bikim ku bixwînin:
"Belê
xorto! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuþkî (Xulam). Kirine serê xwe te
daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te bikin. Da ku
tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî.. Xorto ! Bi ser kela me de
girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîþ e. Di
hundirê kelê de þerekî din, bê eman û ji ê pêþîn mezin û dijwartir heye.
Þerê me bi hevdu re ye. Di mal de jî dijmin.. Herê xorto ! Birîna me a
mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji derve
serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin". Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, hejmara 18 sala1933an. "Gelî
Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî,
bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û
xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin
re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û
bidin xwendin" Dr. Nuredin ZAZA, rûpelê pêþîn ji Destana Memê Alan.
"Ziman
zimanê me giþika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane, gava ku em ji bo
zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha
bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.. Gelek ji xortên me çavê xwe berdane
nivîsandina helbestan, ev ne tiþtekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne
nivîsandin. Belê helbest tiþtekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.
Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne, lê nizanim hemû ji
min re helbestan çêdikin.. Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me
hene xwendane, bi erebî jî xweþ dizanin, dibêjin: (Em dê ji miletê xwe
re xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin û ezê dê çawa ji
wan bawer bikim..?!" Osman Sebrî: Kovara Hêvî, hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê.
"Çi
zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew ziman, zar, þîwe
ji zimanên mezin têne jimartin.. Her wekû pêþveçûna dezgeh û jîna civakî
jî, yek ji van tiþtane, ko ziman pêþve dibin û fireh dikin... Di vê
meydanê de zimanê kurdî -zarê kurmancî- gelek dewlemend û mezin û
payedare. Ji her nifþî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhatî,
çîrok û liztik dagirtiye.. Lê pir cihê axîne, ko heta Sedê Bîstan jî,
tiþtekî hêja di vê meydanê de nehatiye çêkirin, ne hatiye nivîsandin û
belavkirin.." Cîgerxwîn, 27/11/1965, Folklora Kurdî, Stokholim 1988
Konê Reþ, Qamiþlo 24/09/2020
|