Xizan
Þîlan
hechecokan
diyarê xwe
terikandin
beytikan
li ber
qefesa dayikên xwe
hezkirin ji bîr kirin
kevokan ji hêlîna dil
fîrar kirin
bazên çiyayên berz
di asoya rengîn de asê bûne
refê qulingan
di kemîna çavsoran de
ketin xwarê
çûkên baskþikestî
di kavilên hinavên min re
derbas dibin
pinpinîkên hewþa giyan
di semahgirtina xwe de
sermest bûn
kewan
sewta qebqeba xwe ya xweþik
winda kirin
bilbilan
di axîn û fîxana xwe de
têlên gewriya xwe qetandin
kundan
li nav îskeîska demên reþbîn
reþ girêdan
barana biharên bêkes
berovajkî diherikê
dengê xumxuma çeman
hat birîn
ez
bûm xwarina çeqel û guran
ey feriþteyên gunehkar
li nav êþa parsûyên min
sifreya miriyên dilþad raxin
û birîna salên wêran
bi hîqehîqa kenê xoþewîstê