Nizar Yosif
Hoveberî wêrekiyê na hejîne
Tirsonek bi rikeyê dilêrî yê di êþîne
Agirê kevneperestan
Gewdeyê nûjenan dipijîne
Mêrxasiya Kesasibe di tirsîne
Viyan sehwa xwe bi êgir re di pekîne
Bi dûþewatê re
Li cîhanên veþartî
Þanê qehremaniyê
jehra nemirovan di gerîne
Hove bi kevilkirinê egîdan di tirsîne
Çav naþikên
Di bîrdankên me de
Hûjam,,,hiþyare
Bi bange
Ji ber þûr xwe natewîne
Bêdengiya wî dengvedane
Ji bînahiyê hêviyên xwe dirijîne
Xwestekên þûnde mayîn
Di sipêre rêhevalan
Lawîtiya gorîdanan di hebîne
Çavên me yên xuncþil
Rondikên soravî
Li ser fenera xwînê girtî de di barîne
Camê diþûn
Deriyê roniyê vedike
Li pêþiya me
Dewsa lewatê namîne
Bihna gorîdanan li þûnwaran reþandî
Dîdare
Hûjam semyane
Rûmetê bi çavan di rêse
Navê kurdistanê di nivîse
Li ser tevnê di civîne.