Rêwî girpirî
Keser ji ezmûna dil di herikin
Wek tîpên winda li ser rûpela azadiyê
Dil ji kakila xwe di revê
Penaber di bê
Ewjî zabûna ahînek nû ye
Rêwî bûna hejariya koçberiyê ye
Hawar lo rêwiyo ev çi rê ne di dîroka tede
Riyê zirav û dirêj
Wek marekî reþ bi sitrih
Di hinavê tede volkanek heye
Welatek heye
Û çar keser hene
Her keserek bi çiyakî ye
Yek li ba þûr
Û yek li ba kur
Yek li roj hilat
Û ya mezin li roj ava
Roj avayê dilê min
Qamiþloka min
Derdo wa derdê min
Welato lo welatê çar firmêsk
Hilweþîne ji dêmên xwe þiliya kesera
Ji bejna xwe rake mîxên rizî
Bera firuþtên azadiyê bi kin dîlana
Periyên bihiþtê li ser gerdena te bi lîzin
Êdî ejî ji rêwî bûna xwe bi gerim
Li ser sînga te razim
Razana dawî
Wek gelawêja li gerdûn
Da ku tîpên min jî bi bin sirûd
Bi bin gul di guldana azadiya tede
31/05/2013