Ji nav weþanên avesta, romana nivîskarê Kurd Jan Dost (42 salî) ya bi navê( 3 gav û 3darek. Þeva dawî di jiyana Þêx Seîdê kal de ) derket.
Hêjayî gotinê ye ku ev romana Jan Dost ya duyem e piþtî romana Mijabad ya ku di sala 2004 an de derket û di pê salekê re bi tirkî jî hatibû wergerandin û çapkirin.
Di vê romanê de, ya ku bi munasebeta 82 salîya serhildana þêx Seîd sala 1925 an hatiye weþandin, romannivîs þopa Mijabadê diajo û bi wî zimanê xwe yê helbestî dîsa tevna serpêhatî û bûyer û qederên lehengên xwe dirêse. Ew bi tevayî li ser kêlîka berî bidarvekirina nemir þêx Seîdê kal e û dema berî þoreþ dest pê bike û bûyerên ku di nava þoreþê de qewimîbûn. Roman ji 214 rûpelan pêk tê, û li ser çend beþên sereke( ku nivîskar navê wan kiriye Gav û navê romanê bi xwe jî ji wir tê) tê par vekirin.
Navê romanê: 3 gav û 3darek. Þeva dawî di jiyana þêx Seîdê kal de.
Weþanxane: Avesta 2007
Nivîskar: Jan Dost