Roja 30/11/2007/a. Li nêzîkî bajarê QAMIÞLO vestîvala helbesta kurdî ya 12 mîn hate li darxistin bi amadebûna hijmarek ji helbestevanên mezin yên xem xwerê helbesa kurdî ya resen mîna mela nûrîyê hesarî û mela nûredîn( xemgînê xanî ).. û bi dihan ji nifþên nuh ji keç û xortan.
Vestîvalê bi vî þyêweyê xwarê dest bi weþana pirogiramê xwe kir:
1 - xuleke bê dengî li ser giyanê nemirên helbesta kurdî rawestihan.
2 -gotina komît amadekar ji bal mamosta umer îsma,l ve hate xwendin .
3-xwendina helbestan bi hemî corên kilasîk û nuh.
4 –xlatkirina seyda yê( mela Nûrîyê hesarî) bi bawernama rêzgirtinê ji bal komîta amadekar ve .
5- gotina seyda mela Nûrî yê hesarî ji bal mamosta bavê SEFÎN ve hate xwendina ji ber ku seyda mela Nûrî nexweþê bayê felec bû,
6- Li dawiya vestîvalê komîteke nuh ji hemû salan ferehtir hate hilbijartin ji bo sala werê ,û sozdan ku berhemên hatine xwendin bêne çap kirin û weþandin
Birastî pir astengî û kêm ûkurî ji vestîvalê re derketine holê mîna:
1- birîna têlefûnê moba,l û yên mala, heya vêga em nizanin ku ev birîn teknîkîbû yan na.
2-ne amadebûna hijmarek ji helbestevanan ji egerê birîna telefûnan û ne naskirina çihê vestîvalê ,lew ra vestîval biqasî yek(1) demjimêrê hate paþxistin.
Bê goman vestîval rojeke ciwan û qeþeng bû li keþekî û hawayekî pir sir serma de hate li darxisin, li dawîyê komîta amade kar hewil da ku van kêm û kurîyan li sala werê çareser bikê .
Têbînî:
Berî vestîval dest bi pirogiramê xwe bikê endamê komîta amadekar , yên pêkhatî bûn ji van mamostayên helbestevan:
1-mamosta isma,l umer lalê
2- mamosta reþîd beravî
3-mamosta umer îsma,l çûne ser gora halbestvanê xweda jê razî keleþ û dest pêka qurana pîroz xwendin ,û baqek gul danîne ser gora wî ya pîroz û serxweþî ji malbatawî re xwestin.