Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Elfabeya Celadet Pvana Pwistiya Tpan

 


Konê Re
 
   Elfabeya Mîr Celadet Alî Bedirxan û Pîvana Pêwistiya Tîpan; pirtûkek nûye, ji rex mamoste Derwêê Xalib ve hatiye berhevkirin.
   Mamoste Derwêê, ev pirtuk, pitî xebateke salane ku têde ponijiye berhevkiriye. Ew bi zimanê fransî, ingilîzî, silavî dizane, hem jî xwe bi êwazê soranî re westandiye di gel ku ew ji wan kesên pêîne yên ku ji Ewropa vegeriyan û dest bi nivîsîna kurdî kirin û wiha te roja iro..


   Di van çend salên dawî de, wî barekî giran daniye ser milê xwe bi sazkirin û serkêiya Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de, ev komîta ku bi sedan keç û xort, ji piraniya herêmên kurdan di Binxetê de fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine û dike.
   Mamoste Derwê li dor vê armanca mîr Celadet Bedirxan liviya ye û wek bawerî dengê xwe tevî dengê Mîr dike. Di pêgotina xwe de armancên xwe tevî armancên Mîr dike û dibêje: ((Rexneyên narewa li vê elfabeyê dibin, ya seyir ewe ku her yek titekî li gor xwe dibêje. Jiber vê gerek ji her hêlê ve rastiyên elfabeya Celadet diyar bibin.
   Armanceke meyî din jî heye; diyare ku yekgirtina elfabeya kurdî rola kevirê qorziyê di yekgirtina zimanê kurdî de dilîze. Mîr Celadet me hiyar dike: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.))



Ev pirtûk  ji sê beên serekî pêk tê:
1 – Rexneyên li elfabeya mîr Celadet û bersivên wan: Di vî beî de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan duriste û li ser bingehekî zanistî hatiye avakirin û tev rexneyên ku li elfabeya wî hatine kirin û têne kirin ne li ser bingehekî zabistî avabûne û avadibin..
2 – Pîvana boiya tîpan li gor anon(1), wek ku di zimanê ingilîzî de hatiye, wî jî, 20 melyon tîpên Kurdî berhevkirine û di hemû qunaxên pîvana anon re derbas kirine… Di encam de dîtiye ku 50% ji tîpên kurdî bo derdikevin. (Bo zanînê; li gor pîvanên anon, di zimanê ingilîzî de jî 50% bo derketiye..).
3 – Pîvana pêwestiya tîpên Elfabê: Di vî beî de jî mamoste Derwê diyar dike ku li gor rebazên anon, bihevguherîna du (LL) bi (L)ê an du (RR) bi (R)ê, duriste û têgihitina êwezarê soranî giran nake.    Hem jî diyar dike ku pêwistiya van herdû dengan ango (LL û RR), kêmî 2 ji 10 000 î ye. Encamê vê yekê ku di pirtûkekê de, ji 1000 rûpelî be incex rûpelek zêde bibe, lê lo gor boiya deqan, wê dor 500 rûpelî zêde ye..
Mamoste Derwê Xalib, nimûneyên êwezarê soranî ji ferhenga Estêre Gee, rojnameya Kurdistanî newe û deq ji nivîsên rojhilatî Kurdistanê anîne…
   Di encam de diyar dike ku elfabeya mîr Celadet Bedirxan têra êwezarê kurmanciya bakur û baûrî Kurdistanê dike.
Beguman bi derketina vê pirtûkê re ronahiyek mezin li dor bikar anîna elfabeya kurdî latînî û hilgirtina dengê tîpan zelal dibe û ji herdû êwezarên kurdî re.
   Em jî ji can û dil spasiya mamoste Derwê dikin, westandina wî di ber ferheng, rewenbîrî û zimanê kurdî de piroz dikin û bi hêviya ku rewenbîrên kurdan li dor vê pirtûkê bisekinin û rexneyên xwe bijbêjin û diyar bikin.

28/11/2007
Qamilo  

1 – anon: Claude Elwood Shannon, Zanyarekî Emerîkî bû, sala 1948 '''''''' A mathematical Theory of Communication, belav kir, ku iro bi navê (Teoriya Ragehandinê: Information) nase. Shannon di vî warî de pir navdare û teoriya wî di gelek warên zanistî de bi kar tê…

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 1
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark