Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek bi mamosta Ebdul Rehman Alocî re

 


Welateme.net


1- mamosta Ebdul Rehman Alocî Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ( AlPartî) û yek ji berpirsên ragihandinê di partî de. hûn wek nivîskar û siyasetmedarek navdar û herweha di warê rojnamegeriya kurdî de mijûldibin .
 gelo hûn rewşa rojnamegeriya kurdî, çi ya bi zimanê Erebî tê nivîsandin yan jê ya bi zimanê kurdî û herdîsanê rojnamegeriya Elektronî jî bi çi rengî dibînin û çawe di nerxînin …?


1- zor sipas ji vê berçavkirinê re, em gelekî kêfxweşin ku herdem û her wext em karibin hevdu bidin serhev, em karibin ragihandina xwe pêşbêxin, em bi karibin karê xwe û çalakiyên xwe avabikin û gavin berfereh û hêja tê de bavêjin. herwekî ku rojnamegeriya kurdî bi teybetî û ragihandin bi giştî di warek, di qûnaxek pir giring re debas dibê, ew qûnax ne li gor daxwaza me ye, ne li gor hêviyên me ne, ne li gor tiştên ku me dane pêş çavên xwe û em jêre kardikin, lê tevde di warê nivîsandinê de, çi bi zimanê Erebî bê yan jê yê kurdî bê gavin tên avêjtin, li gor wextê bi gavin hêdî-hêdî ne bi lezin, nivîsandinin giran carna tên nivîsandin, tiştin nûçene, buyerin, şiroveya wan ne li gorî wextî ye, ne li gorî avaya raman û bawerî û dîtinên berfereh wek ku hêviya me tê de heye, lê ew gavane ne li gor wextî û li gor metirsiya li ser bizava netewî bizava kurdî di Sûriyê de gavin tên qebûlkirin, lê divê bên pêşdan, bên çandin û bên avadankirin ku em bi karibin tiştin hêja û berfereh û dewlemend û xiznedar avabikin di warê nivîsandina Erebî de û di warê nivîsandina kurdî de jî, wek ku mihayî yan nîvmih, yan jê her çendakî, du mihan, sê mihan ev bi tenê ne besî vê qûnaxa giringe ku tê de gereke ragihandina me gelekî xurt bê û gelekî bi erk bê û bandora xwe li hawîrdora xwe bikê .
Tiştên ku di Enternêtê de tên kirin gavek nûye ne gavek kevine, lê tiştên berteng û layên hêzîtî û yên hizbayetiya teng tê de tên kirin, li cihna êrîş tê kirin, êrîşne di warê rexnê deye ne di warê avakirina gavin pîroz di alî ragihandina Elektronî de, lê tevde tevde gavin başin, ku îro (62) cihên malperan peydadibin û li dor  (52) koçkên kurdî aniha vebûne .em hêvîdarin ku em ji vê qûnaxa teng derkevin, bi karekî hêja û vê dozê geşbikin û nekevin di warê hizbayetiya teng de û karibin koçkên xwe û malperên xwe têxin di bin xizmeta doza resen û serekî ya bizava netewî û rizgariya gelê kurdî di Sûriyê de, di vî warî de gavin tên avêtin, ji warê nexnê bi avahî derbasbûn di wextekî de lê kêmdibin, wek tiştên ku di hatin nivîsandin bi navê Qeşmerok, bi navê Êşandin, Êrîş û Herfandin li ser gelek kesên navdar û xuyayî ji nivîskar û rewşenbîran, û li ser hunermandên kurd li Sûriyê jî .
Em hêvîdarin ku em avahîkî xweşik û bi rengekî pîroz bi karibin avabikin .

2 – wek dî îsal tiştek balkêş ku komên hunerî û folkolorî yên kurdî şahiyên hunerî û roja rojnamegeriya kurdî li ser singa surûştê bi karanîn, ta ku gelek ji malperên enternêtê diyarkin ku Newroza diduwê li Rojavayê Kurdistanê destpêkirye.
 gelo…. ev çalakî û bizavên xurt tevde yên ku tên kirin, di karin xizmeta  rojnamegeriya kurdî bikin, yan jê di Kevin di bin xizmeta piropagenda hizbî de û partiyên ku pê radibin di xwazin ji sistî û xaviya xwe dûr bi kevin.
 
2 – bi rastî seyrangeh, dîtin û derketin di singa sirûştê de kareke partî di sala 1983 ê de dest pêkir, berî sala 1983 ê di sala 1979 ê de jî, karek bû di wextekî de,lê eve nêzîkî (27) sala ye Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(ALPartî) ev çalakî kirin û ev yek ji armanc û pirogramê xwe yê pêşekî didît, lê piştî serhildana (12) avdarê ku em navê wê bikin serhildan yan em navê wê bikin raperîn, berxwedan yan jê qehir û kîn,….., em çi navî lê bikin ew gavek gelekî pîroz û hêja bû di warê netewî de, di warê niştîmanî de û tevgera kurdî da serhev, lê ev bîreweriye di nav milet de, di nav cemawer de, di nav zana de, roj bi roj geşdibe, roj bi roj fereh dibe, aliyê avakirina ramanek yekîtiyê ku milet bidê serhev û tevgerê bibê yek û gavin pîroz bên avakirin wek ku lêvegerin çêbibin, ew lêveger çêbûne jî, lêgavin di  aliyê yakîtiyeta hizbîtî , li aliyê hizbîtî û hêla tenê bûnê de, piroblemin tên û di kevin li pêşiya me de, ew karana ne hêviyên wan hizbane ku tê de dengê xwe, qêr-qêr, cir-cir û xircirekî bikin ji bo xizmeta xwe, ew gav ne gelekî hêjaye û em rexnedikin û rêxistina van karên bi tena xwe Izyetekî di gihînin û me têşînin û herfandinekî di warê bizavê de peydadikin, lê tev li tevde ev çalakiyên buharî yên rengîn, xweş û geş di dibin siya wê buhara rengîn de wek ku me bi çavên serê xwe dîtin, ew gavana gavin pir pîrozbûn, me sûdeya xwe û mifaya xwe jê dît û em dibînin ku roj bi roj geşdibin û di warê cemawerî de û di warê zanistî de û hunera kurdî  de gavin pîroz û pêşketîne . em hêvîdarin ku tê kevin di xizmeta tevgerê de û herweha di danheva raman û behweriyên yekîtiyê de .
3 – mamosta herdu pirsên ku me berî niha ji wekirin pirsin giştî bûn. em di xwazin hinekî derbasî pirsin teybet bibin, ku ew pirs girêdayî bin bi ragihandina partî ve, eger em îro bêjin rojnameya( Dengê Kurd )eger ji xwe em navê rojnamê lê bikin ,lê ya rast belavoka Dengê Kurd kariye bi rola xwe rabe û cihê xwe di meydana rojnamegeriya kurdî de bigire, û rastî û dadmendiya kêşa kurdî li Rojavayê Kurdistanê  bi gihînê deverên dî yan jê miletên dî yên Sûriyê û tevaya cîhanê .

3- sipas ji pirsa we re, Dengê Kurd dengê Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ye, dengek li gor qûnaxa ku em tê re derbasdibin tiştina ber bi hev tînê, lê ne wek daxwaza meye, ne wek nêrîna meye, ne wek qûnaxa ku em tê re derbasdibin, çi di warê netewî de bê, çi di warê kurdistanê de bê, yan jê di warê niştîmanî û tevgerê de bê, karek berferehtir geleke bibê, geştir bibê, bêtir babetên cor bi cor peydabibin, nivîskar nivîsandinên wan ferehtir bibin, ne nivîsandina hizbî teng bê, dîtinin berfereh ji warê cemawer û ji warê zana û ji warê nivîskaran ve, nivîskarên ne hizbî ne li layekê, ew li sîstemek bi xwe,ku ew kesatiya hizbî tê de xuyabikê . em hêvîdarin ku ew karibin gavin pêşketî tê de bavêjin û em karibin xwe bi gihînin warê dîtina cîhanê û astê cîhangêriyê û karibin derbasî dergehê demoqratiyê û mafê mirovan, û dîtin bila zengîn û dewlemend bibê ku ew karbê partî geşbikê û tevgerê avabikê û yekîtiya me bidê serhev û em ne sekinin, ne rawestin li ser dîtina berbiteng û em dîtineka berferh û ava û dagirtî û xizneder avabikin ku em karibin rojekî ji rojan bêjin: eve rojnamegeriya kurdî dergehek tê de vebû ye, bi navê Dengê Kurde, ne bi navê pariyek resen, partiyek nejandî, partiyeka ku roj bi roj xwe avakir ba û yekîtî bi xwe re meşand ba û tevger jî bi xwe re avakir ba.
4- belê, mamosta her li ser wê pirsê, bîr û boçûnin nû yan piroje û pilanin dî di nav destên we de hene, yan jê li ber çavên we ketine ku hûn di demek nêzîk de bi karibin vê belavokê ji wî kirasê wê yê berteng derxin û wê ferehtir bikin, geştir û xweştir bikin ku bibê meydan û bergehek rûberfereh ji pênûs û nêrînên azad û renge-reng re .

4- em hêvîdarin ku em karibin tiştina avabikin ne bi tena xwe, yek ji gavên ku me dane ber xwe ewe ku em karibin gavin ber bi avakirina dezgehna di warê (texesusî) de avabikin, ku em karibin ragihandina xwe û siyaseta xwe û ramanên xwe jê re tiştina deyînin, wê ew li ser bi sekinin û wê roj bi roj bi gihin rojnamegeriya cîhanî û karibin jê feydê werbigirin û em pê geşbibin û em xwe bibînin ku kadirên partî bi berferehî bên avakirin. em li bend û hêviya kongirê xwe ne, ku ew kongir bi karibê gavekî di vî warî de bavêjê û em ji vê zehmetiyê derkevin û em karibin hijmara rûperan bêhtirbikin û belavoka xwe di her warî de geştirbikin,di warê ramanî de, di warê konvanî de, di warê aborî de. em karibin vê belavoka xwe avabikin bi karekê baştir, geştir û hêjayîtir.
 
5- Di nava axavtina we de gotina buyerên (12) avdarê hate bi karanîn û we çend nav lêkirin,û we got :serhildane, berxwedane, raperîne, qehir û kîne …..HD
 Û we da zanîn ku gelek nav lê tênkirin û kî çi di bêjê bila bêjê .bi rastî we gotina şêxê nemir Mihemeh Meşoq xeznewî anî bîra me, dema di hevpeyvînekî de jê hate pirsîn ku ka hûn çi li ser (12) avdarê di bêjin û çi navî lê dikin, ewî bersiv da û got : raste hin di bêjin pîlan û fitneye, hin di bêjin berxwedane û hin di bêjin raperîn û serhildane
Kî çi di bêjê bila bêjê, lê ez bi xwe di bêjim serhildane… serhildane.
Gelo em dikarin bizanin ka mamosta Ebdul Rehman Alocî çi navî li (12) avdarê dikê .

5- (12) avdarê em jê re ne amadebûn, me jê re tiştek amade ne kirbû, tiştê ku hat, metirsîna ku di ser miletê me de hat ji der ve hat, qûnaxa wê ne me danî bû, hazirya wê ne me kirbû, dîtina me tê de tûnebû ku em karekî weke wê bikin û berdewamiyê re çêbikin, em çekdariyê bikin karê xwe, doza me demoqratî bû, aştî bû, lê ev karê ku ji der ve hat miletê me bi êrîş û bi mêranî û bi xurtî li pêşiyê sekinî, ew tişta ku Kevin ketbû di ser ev de û bi roja tê de hat bû axivtin û gihabû warekî nema êdî di hate ragirtin, ew tiştana ketin di serhev de, ew zordarî, ew fitneya ku ji der ve hat kir ku ev milet bikevê  di warê raperînê de, herwekî ew jê re ne amadebû, jê re tiştek ava nekir bû, xwe jê re hazir nekirbû, lê dema bû wexta ku berê xwe bidê êrîşê dijmin, wek şêra daket meydanê û tevgera kurdî karê xwe kir, lê milet ket pêşiya tevgera kurdî tiştê ku tevgera kurdî karî bû bikira (21) biryar, doz û daxwazî dan pêş û karî bû xwe di duzdeh hêzan de bidê pêş û têkevin êrîşa, piştî ku berê ketbû di warê revê de,di wextekî de ku êrîşên dijmin li ser pir dijwarbûn.em karin bêjin ev ne raperîn bû lê bû raperîn, ne serhilbin bû lê bû serhildan, ne amadeyî jê re hebû lê kirin ku em xwe jê re amade bikin û em miletê xwe bidin serhev û tevgera xwe jî bidin serhev û nêrînên xwe nêzîkî hev bikin û ji berhemên wê avayîkî bikin di warê yekîtiya tevgerê de ku karibin miletê xwe bi pêşxin û dengê xwe bi gihînin ji Dêrika Hemko ta Birokslê û Keneda û Danîmarkê û tevaya cîhanê .
6- mamosta berî buyerên (12) avdarê û piştî wan.
 gelo …guhertin û pêşveçûnin balkêş di kar û xebata tevgera kurdî de piştî wan buyaran rûdan yan na…? eger rûdabin û kartêkirinek li ser kar û xebata tevgerê kiribin. ji kerema xwe re çend nimoneyan ji me re berçav bike .

6- di warê bandora (12) avdarê de du tişt hene, yek jê di warê erênî de ye, ya dî di warê neyînî de ye, anko silbî û icabî hatin, tiştên di warê erênî de me li ber çavên xwe dît ku ev gavên di buyaran de, di dîtina de, di berçavkirinan de, di beryaran de, em bi yek dengî çûne êrîşî dijmin û me karî em tevgerê bidin serhev du, evê yekê zêdeyî şeş, heft mihan berdewan kir, ev yek, ya dî me karî bû em lêvegerekî avabikin ne bi temametî, lê bi heft rêxistinan û me karî em xwe bi gihînin hevdu û em tiştina avabikin û me karî bû ji mesela dîtina cemawerî berfereh ya miletê me feydebikin, ku yekîtiya tevgera kurdî ma tiştekî pîroz û daxwazek resem û yek ji daxwazên bingihîn yên ku bizava tevgera kurdî ya niştîmanî û di warê netewî de xwe bi gihînê hevdu, lê dengin hatin xuyakirin di warê hizbîtî de, yan di warê kêmasiyê de siyasetek hate avakirin ku em jê tirsiyan ku ew bibê siyaseta du hêzên dûrî hev, ewên ku bi karê bin ji vê buyerê feyde bikin di warê hizbîtî de, bi qîr-qîr û qerebalix û herfandin û êrîş û êşandina tevgerê, ew jî tê kirin û ewên ku wê xizmetê dikin, xizmetê jî ji tevgerê re nakin, herwekî xwe da xuyakirina wan ku ew kesin mêrin û xelkên himberî wan qelsin û ne kesin karibin karekî başbikin, xwe di bînin tenê di holê de, di meydanê de. evaya kêmasînin piştî vê raperîna ku em navê wê bikin raperîn yan em bikin buyarên (12) avdarê, tiştin peyda bûn xweş û geş wê li pêşrojê wê xuyabikin ku tiştin erênî ne, di aliyê din de ev kesên ku dixwazin tiştina ji xwe re bikin,ji hizbiyeta xwe re bikin ew wê paş bi Kevin, lê erkin qelsî û alozî xistin di nava tevgerê de.
 
7- di nava pêlên wan guhertinên ku îro li ser astê cîhanê  rûdayîn. gelo tevgera kurdî kariye bi rengekê rast wan guhertinan bi xwînê û gorî mezinbûn û giringiya wan guhertinan navmala kurdî bi şêweyekê rêk û pêk raxê û cihê xwe di nava wan de bigirê .

7- ev ji hêvîdariya me ye, ji daxwaza me ye, lê wê gavin hêdî-hêdî gavin ne bilez, ne bizûtî wê peydabibin, em hêvîdarin ku em ji xwe dest pêbikin, ji hevalê xwe yên tevgerê , yên ku nîzîkî me, yên ku dibin nêrîna doza resenî ya bilind ku em gihandine hevdu, yên ku em berê yek partî bûn, em karibin nêzîkayî li hevbikin, herwekî hêzên dî yên nêzîkê hev ew jî karibin xwe bigihînin hevdu, ku em karibin lêvegereka berferehtir û maftir û ferehtir avabikin .ev hêviya me ye ku em gavin di warê rêxistinê de, di warê ragihandinê de, di warê siyasî de em karibin bavêjin, wê hin bi hin em karibin kesên ku ji bin konê partî derketine û belav bûne û berzbûne, em wan li wî konî vegerînin û em karibin sîbereka geş û hêja avabikin di bin rêbazeka netewî û niştîmanî hêja de, em karibin tevgera xwe bi din pêş ku bi karê cihê xwe jî bi rengekê rast di nav wan guhertinan de bi girê .

8- pirsa dawiyê hûn pêşeroja van kar û çalakiyên ku di nav bera rêxistinên herdu partiyên hevalbend û bera de, Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (AlPartî) de tên kirin di bînin, bi teybetî li bajarê Dêrika Hemko, û herweha çawe wan kar û çalakiyan di nerxînin .

8- nêrîna me ku gavin bên avêtin ne bi lez û bez, gavin bi raman, sirûştî û biratîbin tiştekî xweş di nav me de çêdibê, em wan sînoran bi şikînin, em karibin hin bi hin nêzîkî hev bi bin, em van endamên xwe yên li jêr ta bijor bi gihînin hev bi rengek biratî û bi zanebûnek serdemî, em karibin li jor têkiliyên xwe avabikin hin bi hin ne bi dilsarî, bi dilgeşî û em karibin gavna bavêjin. em hêvîdarin em bi aliyê yekîtiyê ve herin, emê kuribin gavin çalakî û hêja bavêjin, nêzîk nêzîk emê tiştna avabikin û em bi aliyê yekîtiya tevayî ve di çin û em hêvîdarin ku ev dîtinên me cihê razîbûna endam û kewadir, heval û hoger, layîngir û piştgir, cemawer û dostên yekîtî û partî bin .
Em vegerin wî konê bilin û sipî û hêja yê ku em tev de ji bin siha wî derket ne û ev daxwaza me ye. em hêvîdarin ku karê me karekê bingihin bê avakirin ne di bin biha tirsa ji cemawer û miletê me, em karibin nêrînên xwe avabikin li ser dîtin û bawerî û tiştên daxwaza resen û hêja ji yekîtiya tevgerê re tev de, em karibin bingihên tiştin hêja peydabikin û lêvegerek jî çêbibe, û sorsipas ji pêşwaziya we re û ji vê dîtina we re û gelek …gelek sipas .

Havîngeha Siwêdîkê-Dêrika Hemko roja( 1) gulanê 2006 ê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.75
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark