Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Sema xwenasiy

 


  Temoz EMALÎ

Erê becawîo
surûdên azadiyê
li ser doza nevegerê
bi tîrêjên hermirovahiyê
bineqînin,
ji bona mizgîniya dazdehê avdarê
li siwarê ling windayî kin
û hezar ramûsanên
bi bihna nêrgizên Efrînê il
li ser riwê wî biweînin
û bêjinê


hînê ewên ku
li parçeyê lingê te digerin
westahî bi baweriyên xwe
ewitandin e.
Bêjinê
hînê ewên ku
li siya giyana hevalên te
rûnitine
ji pêerojê re xwebînin
û jîna berxwedaniyê bê herahera
bi nirînên li dûr didomînin.
Li ZAPê
li Avaîn
paytexta awaza sûlava
pelên darên ahiyê
bihna azadîxwazan
 her xwe dikin.
Erê becawîo
vaye ez têm û dem buhar e;
li ser pita min
barek ji silavên girtiyên azadiyê,
ji bona strana( ez Xelef im)
bi we re bistirêm
û sema xwenasiyê
li rex volkanên evînê bikim.
Ji her kesên ku
bi bîranîna avdarê
 serxwe dibin
û ji vêketina sî û pênc mûman re
serî ditewînin,
ji yên bi bîstina navê Mizgîna hefdeh salî
kesereke kûr dikînin,
ên ku ez  nasnakim
ên ku ez nasdikim
bi ser we hemiyan ve
goiyên gulên rêzbendiyê diweînim.
Ezê hemî wênekêên cîhanê bicivînim
bi zêrava dilê dayîkên dilsoj
ji zarokên Cindirêsê re,
ji keçikên Amodê re,
û êrên becawî ên Qamilo re
wêneyeke zêrî
li ser riwê rokê
bineqînin.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark