Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Festîvala Zaxo Ya Cil û Bergên Kurdî Dîrokî bû û Ji Encamê Tivinga Berno bû

 


Konê Reş

  Eşkere ye ku sê tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin û dibin simbola jihevcudakirina her miletekî ji miltên din, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser xaka wê dijî.. Zimanê ku her miletek pê diaxife û cil û bergên wî miletî ne. Anku cil û berg yek ji regezên nasnameya gelê Kurd e..
  Wek ku diyare, ji berî çend salan ve, roja 10 Adarê, ji rex Hikumata Herêma Kurdistanê ve, bi navê Roja Cil û Bergên Kurdî di nav Kurdistaniyan de hatiye binav kirin. Di vê rojê de li her derê Kurdistanê û cîhanê, Kurdistanî cil û bergên kurdî li xwe dikin, xwe bi cil û bergên bav û kalên xwe berz û paye dikin.


  Di Festival Duhokê ya Semayê, roja 30.4.2024an de, ez û mamoste (Kamîran Betasî) rastî hev hatin.. Yê ku ez wî ji sala 2019an ve, ji Festîvala Sinameya Kurdî ve nas dikim.. Piştî ku me silav li hev kir, ji min xwest ku ez bi wan re, di rojên 15-16ê Gulana 2024an de, beşdariyê di Festîvaka Cil û Bergên Kurdî de li Zaxo bikim.. Û got; festivala me di bin durişma; "Welat dayike, kultur nasname ye" de ye.  Min jê re got; mamoste! Ew serwextiya min ya zêde di vî warî de nîne.. Belê hevalê min mamoste Salihê Heydo şareze ye.. Got; hazirbûna te cihê kêfxweşiya me ye û ku tu wî hazir bibin hîn çêtire.. Pêlekê ponijîm, min lê vegerand; kêfxweş dibim ku em beşdar bibin.. Mixabin ji ber nexweşiya Salhê Heydo nikarîbû hazir bibe..
  Di roja 13.5.2024an de, min bi tena xwe ji Qamişlo berê xwe da Zaxo. Piştî ku min Çemê Dicle derbas kir, min otomobîlek kirê kir û berê xwe da bajarê Zaxo, hotêla Shabanî/ Şabaniyê. Li hotêlê, mamoste (Şîmal Ormanî), ji komîta festîvalê di pêşwaziya mêvanên wek min de bû.. Li hotêlê çav bi mêvanên Bakurî, Rojhilatî, Başûrî û yên ku ji gelek deverên din hatibûn, ketim..
  Ev cara çara ye ku diçim Zaxo.. Cara yekê di sala 2008an de bû, min semînerek li dor Bedirxaniyan di bexçeyê qaymqamiyê de pêşkêş kir, cara dudoyan di sala 2019an de bû, min romanek xwe bi navê (Beriya Mêrdînê) û pirtûka xwe bi navê (Dr. Nûredîn Zaza: Kurdê Nejibîrkirinê), li Zankoya Zaxo imzekirin û ya sisiyan, di Gulan 2022an de bû, min beşdarî di konferansê navdewletî de li dor folklorê kurdî di Zankoya Zaxo de kir. Erê ev beşdariya min di Festîvala Zaxo ya Şel û Şepik û Cil û Bergên Kurdî ya çara ye.
*         *          *
  Di sibeha roja 15.5.2024an de, Festîvala Zaxo ya Şel û Şepik bi çend xuleyên bê deng ji bo giyanê şehîdan, digel sirûda netewî (Ay Reqîb), destpê kir.. Gotina birêz Heme Mihemed Seîd wezîrê rewşenbîriyê û gotina waliyê Zaxo mamoste Guhdar Şêxo hatin gotin.. Di herdu rojan de, du panelên xweş û geş li dor cil û bergan di hêwana Muzexaneya Zaxo de hatin lidarxistin û danê êvarê ji herdu rojan, pêşangehên zindî ji cil û bergan, govend û dîlanan ku, ji her çar perçeyên Kurdistanê di wan de beşdar bûn, li kêleka Pira Delal û kornîşa wê hatin dîtin û temaşekirin..
  Roja yekê, di rûniştina piştî nîvro de, ji dîtina cemawerê xweşik û bedew re ku, ji pêşmegeyên kevin û nû, qutabî û mamosteyên Zankoya Zaxo û Duhokê, keç, xort û jinên bi cil û bergên kurmancî xemilandî û rêzgirtina baş ku ji min re hat girtin, hestekî şahiyê ez girtim û ji kêfa re hêsir ji çavên min hatin xwarê..! Min kir û nekir, nesekinîn..! Di wê heyecanê de, bavê min yê ku mirîdekî Barzanî bû û apê min Hecî Mihemed yê ku di destpêka şoreşa Îlonê de divî bû bibe pêşmerge, hatin bîra min.. Di wê kêlîkê de jî, di beşdariya her çar perçeyên Kurdistanê di vê festîvalê de ponijîm û min ji xwe pirsî, gelo vê festîvalê hêza xwe ji kû standiye?! Piştî ponijandineke kûr û dûr, min naskir ku hêza xwe, ji hêza wan peşmergeyên ku xwîna xwe di rêka rêbaza Barzaniyê nemir de, ji bo serxwebûna Kurdistanê rijandine, standiye.. Bi wateyeke din dikarim bibêjim ku hêza xwe hunera tivinga Bermo standiye..
  Herweha festival bi beşdariya çend hunermend, dengbêj û tîmên govend û dîlanên folklorî yên kurdistanî hat xemilandin.. Bi min xweş e van navan bînim ziman: Tîma Cizîra Botan ku ji van kesan pêk dihat: Mesûdê Cizîrî, Mecîd Xoce, Abdulrehmanê Cizîrî û Diyar Aslan, Tîma Efrînê, Tîma Hewlêrê, Tîma Silêmaniyê, Tîma Çolemergê bi dahol û zirna xwe festîval xweş kir.. ji xwe beşdariya Aynûr Dogan û tîma xwe festîval xweştir û geştir kir, nexasim bi strana Hekîmo.. Jixwe haziriya General Sîrwan Barzanî di festîvalê de heyecanek mezin bi cemawer çêkir.. Herweha hatina Şivan Perwer û beşdariya wî digel Aynûr Dogan û gotina çend stranan bi hev re heyecanek mezin di nav cemawer çêkir.. Dikarim bibêjim ku festival Zaxo ya Şal Şepikê, bi tev wateyên xwe ve (FESTÎVALEK KURDISTANÎ) bû.
  Di panela roja dudoyan de ku ji rex van penalîstan ve pêk hat; Xecê ji Bakur/ Wanê, Eng. Eraj Murad ji Rojhilat/ Merîwan û Dr. Kamîran Mişextî ji Başûr/ Duhokê, kêfxweş bûm ku redestkirina xelatên wan dane min.. Ji dil spasiya rêvebirên festîvalê dikim.
  Belê hêjaye bêjim ku, keçekê bi navê (Keça Kurda) jî, ji gundê Maşoqê, nêzîkî Qamişlo di festîvalê de beşdar bibû.. Vê Keçê ji çend salan ve, mala xwe kiriye wek mûzexaneyekê ji cil û bergên Kurdî re. Bi rastî wê navê Qamişlo di festîvalê de çesiband..!
*         *          *
  Bajarê Zaxo: Ev bajarê ku berî serhildana 1991ê wek gundekî bû, îro wek bajarekî xweşik li dor peravê Çemê Xabûr û Pira Delal xuya dike. Avaniyên wê hin bi hin ber bi asman ve bilind dibin.. Gavên mezin ber bi şaristaniyê ve davêje.. Roj bi roj xweşiktir dibe.. Belê di warê parastina zimanê Kurdî û kurdewariyê de dikarim bibêjim ku ji piraniya bajarên Kurdistanê pêşketîtire; xelkên wê ji Xiristyan, Êzidî, Cihû û Ermenan, tev bi kurdî xeber didin.. Jiyanek kurmanciya gewir bi hev re derbas dikin.. Di sikak û kolanên wê de bi tenê zimanê Kurdî tê guhdarî kirin.. Vajî piraniya bajarên Kurdistanê li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ku di wan de du- sê ziman têne bikar anîn..! Zaxo tekane bajarê kurdistaniye ku bi tenê zimanê Kurdî têde tê bikar anîn.
  Herweha Zaxo bi van malbat û kesayetiyên kurdperwer naskiriye wek: malbata Saadellah, malbata Şemdîn Axa û têkoşer û helbestvanê şehîd Salih Elyûsifî, nivîskar Selah Saadellah, siyasetmedar Hemza Abdullah, têkoşer (Mamoste Cemîl/ Mihemed Elî Xoce/ Efrîn), têkoşer Issa Siwar, Hazim Şemdîn Axa..Hwd. Mirov bêhna serxwebûnê ji Zaxo dike.. Ew serxwebûna ku xewna bav û kalên me bû, mirin û ew serxwebûn nedîtin.. Ew serxwebûna ku ji ber gelek sedemên netewî, siyasî û ciyopolotîkî nedihat dîtin..! Lê roja îro, ew serxwebûn di vê Festîvala Zaxo ya Cil û Bergan de ku, her çar perçeyên Kurdisanê tê de beşdarin, belû û xweş xuya dike.
  Belê, ji berî 500 salî ve, ji Cenga Çaldêranê/ 1514 ve, kurdistaniyan ji bo azadî û sexwebûna welatê xwe baş box û beran di serhildan, berxwedan, raperîn, sirgûnî û penaberiyan de şehîd dane.. û xewna azadiya Kurdistanê bi wan şehîdan re çûye gorê.. Ev yekemîn care di dîroka Kurdistanê de ku, xelkên Kurdistanê ji Rojhilat, Bakur, Rojava li Başûrê Kurdistanê, bajarê Zaxo, ji bo kêf û şahiyê, govend û dîlanê li hev kom dibin.. Cil û bergên xwe yên netewî şanî hev didin..
  Li Zaxo, çav bi gelek dost û hevalên xwe ji nivîskarên Zaxo ketim; Prof Dr. Nazim Çexsî serokê Zankoya Zaxo, Mamoste Seîd Rezvan xwediyê çend cildan ji dîroka Zaxo, Dr. Şewket Sindî, nivîskar Bayar Bavî, romannivîs Bavê Nazê, Dr. Ismaîl Şems, Dr. Zirar Sedîq, hunermend Semîr Zaxoyî, hunermend Idnan Salih Zaxoyî, hunermend Yusiv Remedan Mihacir.. Xweş e ku bêjim; digel mamoste Şîmal Ormanî jî, em çûn (Koçka Axa), ya Îmad Yusiv Axa Şemdîn me çayek vexwar.. Herweha di Muzexaneya Zaxo de hem jî di nav programê festîvalê de, çav bi gelek nivîskarên Duhokê û kesayetiyên mêvan wek: Şivan Perwer, Aynur Dogan û gelek mamosteyên Zankoya Zaxo ketim..
  Di dawiyê de spasiyek gerim ji mamoste Guhdar Şêxo waliyê Zaxo re pêşkêş dikim. Ev waliyê ku bêrawestandin xizmeta xelkên bajarê xwe dike.. Bêguman berpirsyariya wî zor mezin e?! Ji ber ku bajarê wî di cografiya xwe de, nêzîkî xelkên Rojava, Rojhilat û Bakur e.. Zimanê xelkên wê hêza xwe ji zimanê Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî, Enwerê Mayî, Sadiq Behaeldîn, Salih Elyûsifî, Cegerxwîn û Hejarê standiye.. Roja îro çavên rewşenbîr, nivîskar û zimanhezên her sê perçeyên din li bajarê me û wî Zaxo ne.. Bi hêvî ne ku Zaxo bibe paytexta ziman û evîndarên kurdewaryê.. Xwezî di vê festîvalê de çavên me li kovarek an rojnameyek bi zimanê Kurdî elfabeya latînî ketiba.. Wek ku hun zanin rojavayî û bakurî tenê bi elfabeya latînî his û hasten xwe dertînin.. Em bi hêvî ne ku careke din bibînin.. Bi spasiyên ji dil bo mamoste Kamîran Betasî, mamoste Şîmal Ormanî û tev endamên ku xwe di ber festîvalê de westandin.
*         *          *
  Erê, wek ku min gotiye û dibêjim ku, Kurdistan di cîhanê de bi erdnîgaeriya xwe, zimanê xelkên xwe û cil û bergên welatiyên xwe tê naskirin.. Neyarên wê jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî û cil û bergên Kurdî kirine..
  Sebaretî me kurdên Rojavê Kurdistanê; di salên 1960î de, çend xortên kurd yên maldar û halxweş li Qamişlo xwestin kum û koloz bidan serê xwe, kurdîtiya xwe pê beyan û eşkere bikin.. lê rêjîm razî nebû û ew derfet neda wan.. Li bajarê Amûdê, yê ku wek Zaxo xurû kurd e, reveberê rêjîmê zor li kesên ku kum û koloz didan serê xwe dikir da ku bi çefî û egalê biguherînin..
  Di havîna 1963an de, dema ku beşek ji artêşa Sûriyê bi serokatiya general Fehed Alşair çûbû başûrê Kurdistanê, ji bo alîkariya artêşa Îraqê dijî şoreşa Barzaniyê nemir û pêşmergên qehreman û têkçûyî  ji destê pêşmergan di kolanên Qamişlo re zîvirî û çav bi (Hecî Mehmûdê Bekê: 1900-1973), yê ku di tîpê pêşmergeyan de bû ketin; bi kum û koloz bû, hema panzer ajotin ser û lê qelibandin. Mehmûdê Bekê ji mirinê filitî û ta ku mir jî, ji lingê xwe ve seqet ma.
  Belê sebaretî kurdên Bakurê Kudistanê; wek ku diyare, di 1923an de piştî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî şerê kurdan li Bakurê Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piştî bidarvekirina Şêx Seîdê Palo û her 47 hevalên wî, ji Şêx, Axa û rewşenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1928an de Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane kurdan û bi rêk û pêk xwestin kesayetiya mirovên kurd li Bakurê Kurdistanê bikujin û nema bikin; yek ji wan pilanan qedexekirina zimanê Kurdî û ya din qedexekirina cil û bergên kurmancî bû.. Her ku cendirmeyên Tirko yekî Kurd bi cil û bergên Kurmancî didîtin, cilên wî diqetandin û ew ceze dikirin..
  Li çiyayê Omeriyan ev çîroka Şerefo û hevalê wî rûdaye.. dengbêjên Omeryan jî ev rûdaw kirine stran û di ber govend û dîlanê de dibêjin:
Şerefo, Were kumê xwe!
Şerefo, Were kumê xwe!
Ev kum ne kumê min e,
Kumê hevalê min e.
Silêbînê bi av e,
Siwar û peya da nave,
Şeref lawê Eyşikê,
Kum qetandin bi şilfikê,
Avêtin qeza Dêrikê…
Kurdo! Were kumê xwe
Şerefo, Were kumê xwe!

Konê Reş/ Qamişlo 21.5.2024









Nîşe:

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark