Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berê pênûsê li xwediyê xwe ye! Zabêl ez Ermenî me!

 


Þêrîn Ebdo

Ramanek di malzaroka romanekê de ducanî dibe, ji ducaniya xwe de
êþ, talankirin, komkujî û bobalatên mezin dirêsîne wek teþiyekê giloka tunekirin û qirkirina miletê Ermenî li hev dipêçîne..
Li bin sîwana navûnîþana man û nemanê de zincîra janên Ermeniyan bi hev dikevin û zayîna “Zabêl ez Ermenî me!” bi pênûs û hizira nivîskarê hêja Ezîz Xemcivîn pîroz û îmze dibe..
Wek xwendevan piþtî ko min romana “Zabêl ez Ermenî me” xwend, ez dixwazim bibêjim: Ku nivîskar di berhema xwe de erkekî giran û mezin hildide ser milê xameya xwe ko tiþtên di romanê de hatine ziman bi pelgeh, pêzanîn û dîrok ve dewlemend be..


Ev xal di romana "Zabêl ez Ermenî me" cihê xwe girtiye..
Nivîskar Ezîz Xemcivîn di  hundir romana xwe de doza miletê Ermenî vedijîne û bobalatên ko Osmaniyan û çeteyên wan bi ser miletê Ermenî de anîne bi þêweyekî pir zelal þirove dike..
Bal kêþandiye ser mirinê, ko çawa evî miletî hemî cure, þêwe û rengên mirinê dîtiye û çawa Osmanî û çeteyên xwe hemû cure li wan ezmûne kirine..
Di romanê de zincîra jiyana Serkîsê Kêvo ji piçûkaniya wî de heta roja koçkirinê hatiye nivîsandin û pir giring e ev roman bi zimanê  Ermenî bête wergerandin..
Ez di evê gotarê de nerîna xwe weke xwendevanekê didim, roman bi zimanekî zelal û têgêhêþtî hatiye ristin mîna teneyên tirî lib bi lib hevok bala mera dikêþînin û mera dixwaze zanibe ku her hevokek çi li pey xwe dihîne..
Di romanê de êþ û xemgînî hinava mirov dilerizîne û di piraniya  cihan de çavan ji rondikan miþt dike ji ber ko stemkariya ko Osmaniyan tev li çeteyên xwe li miletê Ermenî kirine nayê pesindan û kujtina wan ji xwe re kiribûn pêþbirk ji bo çûna wan ji buhiþtê re dabîn bibe..
Li dawiyê dixwazim bibêjim ne pesin e, lê rastiyek e ji ber ko romanê mafê xwe standiye, bi rengekî sazkirî û pelgekirî dîroka evî miletî hatiye nivîsandin.
Her wiha rol û helwesta  Kurdên dilsoz û bi taybetî Kurdên êzdî jî tê de hatiye xuyakirin..
Di evê romanê de di hundirê romanê de romaneke nû hatiye avakirin û her wiha nivîskarê hêja ne tenê di nivîsandina helbestan de jîrek, þaraza û pêþketî ye, na di nivîsandina romanê de li pêþ e û piþtî romana xwe ya bi navê Zêro ko ew jî ne kêmtirî evê romanê yê berhemên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde dibe û em jî wek xwendevan divê em sûdemend bin ji evan berhemên bi nirx û wate..

Þêrîn Ebdo
25.05.2024


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark