Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Romana Zabêl Ez Ermenî Me! Li ser azar û êþê hatiye nivîsandin

 


Hesen Mihemed

Yek ji romannivîsan dibêje: Romana ku nikaribe qorziyek tarî ji civakê , ji dîrokê, ji jiyanê rohnî bike ne Roman e.
Bi rastî jî li teniþta afirandin û belavkirina spehîtiyê, yek jî erka nivîsandinê ye ku ronahiyê bide cihên tarî di jiyanê de.
Duh min xwendina romana kek Ezîz Xemcivîn
/ Zabêl… ez Ermenî me/ bi dawî kir
Roman li ser babeteke biêþ û kovan û Herweha bi zimanekî tijî êþ Hatiye nivîsandin
Bi cih li ser qirkirina gelê Ermenî sal 1915 bi destên Osmaniyan, hatiye nivîsandin
Azar û êș û wendabûn û þerpezebûn, ax û nalînên, tî û birçîbûn ku bi wê cînosaydê re rûdaye tîne ziman
Hovîtiya mirovan li aliyekî herweha dilovaniya mirovan li aliyekî din.


Vîna kuþtin û tunebûnê ji aliyê zordaran ve û vîna jiyan û hebûnê jî aliyê qurbaniyan ve.
Wek em dizanin di vê cînosaydê de pir ximav hate rijandin û di pir cihan de Kurd hatin tewanbar kirin.
Helbet hinek Kurd rolekî qirêj lîstin di bin bandora propaganda ayîna Îslamî de lê aliyê ronahî ku gelek Kurd pê rabûne û malbatine Ermenî ji mirinê rizgarkirine pircaran bi mebest hatiye piþtguhkirin
Romannivîs di vê romanê de tîrêja pênûsa xwe davêje ser evê rola pak û mirovane ku nemaze Kurdên êzîdî pêrabûne dermafê Ermenên ku bûbûn berxên ber devên Osmaniyên gur.
Roman bi kurdiyeke rewan, resen, xweþik û tijî hest hatiye ristin.
/Zabêl ez Ermenî me/
hêjayî xwendinê ye!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark