Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ronîdanek li ser Pirtûka Teşeyên Nezmê*

 


Şiyar Silêman

Mijara wêjeyê bi giştî û bi taybetî ya helbestê, êdî ne weke berê sade û asan e; em nema dikarin helbestê wek bav û kalên xwe pênase bikin ku ew tenê terazû û serwa û hin bêjeyên lihevhatî ne. Ji ber ku wêje û helbestê gelek serdem û qonaxên dîrokî derbas kirine ta gihane roja me ya îro ku çandên cîhana nûjen bi felsefeyên hunerê yên cihêreng dagirtî ne. Ev ketwar li ser xebatkarên di zanista wêjeyê bi giştî û helbestê bi taybetî de ferz dike ku li gelek têgehan vegerin û bi guhertinên serdema nû re biguncînin. Ji bo gihiştina vê armancê pêwîstî bi naskirina awayê pêşketina helbestê heye, ji ber ku naskirina çawaniya pêşdeçûn û guherîna her zanistekê, hewcedarî naskirina alfebaya wê ya destpêkê ye (Mendûr, 2017, r.9) (. Zanista analîzekirina helbestê jî ji vê rêbazê ne cuda ye, lewra çawaniya hûnana helbestan û vekolîna wan ji aliyê ruxsar û naverokê ve wek mijareke giring, bûye cihê guhdana tevahiya gelên cîhanê û bi awayekî zanistî nêzîkî wê bûne.


    Helbest kevintirîn û berfirehtirîn beşê wêjeyê ye, ew ji her cureyên edebiyatê bêhtir di hiş û bîr û bala gel de ye û li ser zimanan tê veguhestin. Di şîn û şahiyan de, stranên ku bi xwe helbest in û li ser rêzik û şêwazên kêş û nezmeke bijartî hûnayî ne tên vegotin.
Vekolîner û wêjevanên kurdan jî giringî dane vê babetê û bi awayekî zanistî li ser rawestiyane. Her yekî li gor bingeha xwe ya zanistî hewil daye vê mijarê ji xwendekarên beşên wêjeyê û hezker û mereqdarên helbestê re zelal bike, bi armanca pêşdebirina edebiyata kurdî û ronîdana li ser qeşengî û bilindiya zimanê bav û bapîran.

    Prof. Dr. Abdurrahman Adak, ê ku xwedî ked û xebateke dûr û dirêj e di ber wêjeya kurdî de û gelek vekolînên wî yên akademîk di curbicur babetên edebiyatê û bi taybetî di klasîka kurdî de hene; ji bo ronîdana li ser vê babetê, pirtûka xwe ya bi sernivîsa Teşeyên Nezmê (Adak, 2019) bi riya Weşanxaneya Nûbiharê re weşandiye. Tê de di nava 638 rûpelan de, bi berfirehî li ser awayên ku helbestvanên kurd helbestên xwe pê ristine rawestiyaye û bi têrûteselî behsa her teşeyekî ji yên helbestê kiriye û gelek nimûneyên balkêş ên helbestvanên kevnar ên hemû zaravên kurdî di pirtûkê de raxistine. Mirov dikare bibêje ku mijara pirtûkê ne tenê teşeyên helbestê û awayên kêş û hûnana wê ye, lê belê ew antolojî û danasîna helbestvanên kevnar ên kurd e; ji ber agahî û nimûneyên balkêş li ser her yekî ji wan di pirtûka Teşeyên Nezmê de hene. Her weha pirtûkê bi rêbazeke zanistî behsa rewşa helbesta kurdî li hemberî helbesta farisî, erebî û tirkî kirîye, pêwendîyên wan li ber çavan danîne û cudahî û xweserîyên helbesta kurdî destnîşan kirine, lewra sûde ji agahiyên zanistî yên di vê pirtûkê de derbarê wêjeya Îslamî ya giştî tên wergirtin.
Piraniya vekolînerên di warê helbesta kurdî de xebitîne, giringî dane kêş û serwayê û kêm an zêde naveroka helbestê û cûreyên wê dabeş û lêkolîn kirine. Teşeyên Nezmê bi hûrbîniyeke balkêş li ser her cureyekî helbesta kalsîk rawestiyaye, hem ji aliyê guherîn û pêşketina wê di serdemên cuda yên dîrokê de, hem jî ji aliyê taybetmendiya her cureyekî li rex gelên cîranên kurdan; çi tirk an ereb an faris bin.
Adak kedeke bêhempa di danehev û hûrbînkirina berhemên 62 helbestvanên klasîk ên kurd de daye (Adak, 2019, r. 20). Bi hûrbînî bi çavê teşeyên nezmê li ser wan rawestiyaye û helbestên wan dabeş kirine. Piştî vê xebatê dîtiye ku Melayê Cizîrî di pileya yekem de paş re Şêx Ehmedê Feqîr di pileya duwem de, xwedan helbestên herî orjînal in di nav klasîknivîsên kurd de yên ku karîne helbestên xwe li gor teşe, kêş û terazûyê bihûnin (Adak, 2019, r. 21) lewra di nav nimûneyên vekolînê de cihekî firehtir ji helbestên wan re terxan kiriye. Di vê derbarê de heye em bibînin ku qewareya xebatê û hejmara rûpelên pirtûkê hinekî mezin bûye; lêbelê ev yek ji ber bikaranîna her nimûneyekî helbestê di cihê wî yê guncaw de ye, da vekolîn karibe tevaya teşeyên nezmê yên ku ji aliyê helbestvanan ve hatine bikaranîn çarçove bike. Ev xebat bibe mîna baxçeyekî ku tevaya cureyên gul û kulîlkan bi reng û bêhnên ciyawaz tê de peyda bibin, çendî ev baxçe bibe baxeke berfireh jî, gulperest ji gerr û seyrana li nav têr nabe û dilê wî jê namîne.
Bi sedema berfirehiya  şiroveyên pirtûka Teşeyên Nezmê û zengînbûna wê ji aliyê agahiyan ve, em nikarin di vê xwendinê de behsa tevaya hûrgiliyên her beşekê an binbeşekê jê bikin; ji ber ku bi dehên gotaran têra dorpêçkirina mijarên wê nakin, lewra em ê hewil bidin bi kurtî roniyê bidin ser xêzên pehn ên babetên ku tê de hatine û hûrbîniyên berfireh ji xwînerê hêja re bihêlin, da ew bi xwe melevaniyê di nav rûpelên Teşeyên Nezmê de bike û çêj û tama wê hest bike ji ber ku ew ê bersiva gelek pirsan bibîne ku di serê her meraqdarê ziman û wêjeyê û bi taybetî yê helbesta kurdî de ne.
Xebata Teşeyên Nezmê ji bilî pêşgotin û çavkaniyan, ji destpêkê û pênc beşan pêk hatiye. Di destpêkê de, berî Adak derbasî mijara sereke bibe, bi awayekî giştî li ser têgeha edebiyatê rawestiyaye, çi di warê wê yê civakî, exlaqî û zanistî de be, an ji aliyê hunerî û ciwanbêjî de be û bi berfirehî behsa her aliyekî ji wan kiriye. Li ser têgeha edebiyatê wek beşeke ji zanistê rawestiyaye û diyar kiriye ku wêje wek huner ji bilî hest û ciwanî û dilkêşiya razberî ya tê de heye, li gor pîvanên zanistî jî tê vekolînkirin, wek teoriya wêjeyê, dîroka wêjeyê, rexneya wêjeyî, sosyolojiya wêjeyî, wêjeya berawirdî…hwd.
Piştî ku Adak behsa têgehên giştî yên edebiyatê kiriye, derbasî mijara sereke bûye ku ew jî wêjeya kurdî ye û edebiyata kurdî li ser du beşan dabeş kiriye, edebiyata kurdî ya zarekî û ya nivîskî. Ya nivîskî dabeşî edebiyata kilasîk û ya modern kiriye (Adak, 2019, r. 37). Di dewamê de giringiya nivîsandin û belgekirinê di edebiyatê de diyar kiriye û gotiye ku edebiyata devkî ya hemû miletan heye, lê edebiyata nivîskî li ba tevaya miletan tuneye û bi berfirehî têgeha edebiyata klasîk şirove kiriye. Ji dema ku li welatên rojavayê derketiye û çawa şûna navê edebiyata kevin girtiye û li ser berhemên klasîk weha gotiye: “klasîk wisa ye ku bandorekê li pey xwe dihêle, berhemên wê çendî kevin dibin jî, tiştekî ji nirxê xwe wenda nakin, her dem tên xwendin, xwedî bandor in, sûd û zewqa edebî ji wan tê wergirtin” wek nimûne: Baba Tahirê Uryan di edebiyata lorî de, Cizîrî di edebiyata kurmancî de û Nalî di edebiyata soranî de (Adak, 2019, r.39).
Piştî destpêka berfireh û zengîn bi têgeh û agahiyên edebiyatê yên giştî û yên taybet bi wêjeya kurdî, Adak di beşa yekem de behsa nezma kurdî ji aliyê ruxsar û naverokê ve kiriye û cudahî xistiye navbera nezm û helbestê de. Xalên hevbeş û ciyawaz di nav nezm û helbestê de diyar kirine û gotiye ku nezim bêhtir nêzî axavtinên ji rêzê ye, lê di hundirê terazûyeke biserwa de ye, mijareke jiyanê şirove dike an jî çîrokekê an agahiyên zanistî di warên curbecur de pêşkêş dike ku piraniya wan ji bo hînkirin û perwerdeyê ne, mîna mesnewiya Eqîdeya Îmanê ya Ehmedê Xanî ku tê de bi awayekî menzûm şîret û agahî û baweriyên ola Îslamê şirove kirine, her weha menzûmeya Bersîsê Abid a Feqeyê Teyran, ya bi awayê murebe’ê hatiye nivîsîn. Bi rastî jî helbesta klasîk ji aliyê terazû û serwayê ve wek menzûmeyê ye, lê di warê xeyal û sirûş û ciwanbêjiyê de jê pêşdetir e û babetên wê ne sade ne û ramanên wê kûrtir in û di nava hevokên ciwanbêj û xeyalekî berfireh de ku pê kesayeta helbestê ji menzûmeyê cuda dibe tê pêşkêşkirin. Piraniya wan di warê evîn û dildariyê de ne û babetên din ên hestên mirovî derdibirin, wek hestên şîn û giryanê, salixdana hestên evîna xwedayî û derdê dûriya ji war û dost û mirovan..hwd.

Pirtûka Teşeyên Nezmê di beşa duwem de giringiyeke taybet daye teşeyên ku ji beytan pêk tên, ji ber ku ew giringtirîn berhemên helbestvanan in û Xelîlê Ferahîdî (718-786z) qesîdeyên ereban yên serdema berî Îslamê kirine standerdek û terazû û kêşên wan wek behrên erûzê dabeş kirine, paş re ew erûz di nav tevaya miletên misilman de hatine bikaranîn, çi bi şêwazên wan ên orjinal bin an piştî hin guhertinan bin. Misra’ (nîv beyt)a ku Ferahîdî behrên xwe yên erûzê li gor vekîtkirin (teqtî’)a wê dabeş kirine û her yekê navek li wan kiriye, bûye hêmana avakirina hemû teşeyên nezmê. Wek mînak ên ji beytan pêk tên du misra’ in, ew jî dabeşî yên yekserwa (qesîde, xezel û qit’e) û yên cotserwa (mesnewî) dibin (Adak, 2019, r. 111). Çawaniya danîna misra’an li pey hev û afrandina teşeyên curbecur ên nezmê, bi berfirehiyek balkêş di her beşeke Teşeyên Nezmê de hatiye ronîkirin û gelek nimûneyên helbestan ku xwîner ji bilî mefaya zanistî ya derbarê teşeyan ji wan werdigire, çêj û tama hunerî ya xweş jî di wan de dibîne.
Di beşa sêyem de, teşeyên nezmê yên ji bendan pêk tên cih digirin, tê de behsa “musemmetan” bûye ku li gor hejmara misra’an li pey hev nav li wan dibe (muselles, murebbe’, muxemmes…), li ser “musemmetên” tezmîn jî hatiye rawestan (terbî, texmîs, tesdîs…), li pey wan “teşeyên lêkdayî/murekeb” (terkîb-bend, tercî’ bend) hatine ravekirin (Adak, 2019, r. 351).
Di beşa çarem a xebatê de teşeyên nezmê yên dariştî tên dîtin. Dema serwa dikevin naveka her şetrekî (misra’ekî) bingehîn de hunera tesmît tê afirandin. Dema misra’ek biçûk li pey her misra’ekî bingehîn were nezma mustezad peyda dibe.
Beşa pêncem wek beşa dawî ya xebatê behsa teşeyên nezmê yên bi qewareyên biçûk ên ku ji misra’an pêk tên kiriye, helbesta tenê ji misra’ekê pêk tê azade ye, ya ji du misra’an pêk tê frede, yên ji çar misra’an pêk tên ruba’î û dubeytî ne.

 Teşeyên Nezmê têgeha nasnav “mexles”a helbestvan baş şirove kiriye. Herweha li ser metoda amadekirina dîwan, dîwançe, keşkûl û hwd. rawestiyaye;  berhemên berhevkirî li gor şert û mercên her yekê ji wan bi hûrbînî ji hev cuda kirine. Ji bilî vê dabeşkirina tobografî, kategoriyên razberî yên helbestan jî hatine ronîkirin, li gor merem û armancên helbestvan û hestên di helbest û nezman de ristên salixdanê, pesindanê, şîn û giryanê, evîndarî, evîna xwedayî û hwd. hatine şirovekirin.  Adak di danasîn û vekolîna van têgehan de xwe bi edebîyatên erebî/farisî sînor nekiriye û di peywenda edebîyata Kurdî de analîzên berfireh kirine.
Di vê derbarê de em dikarin bibêjin ku armanc ji giringîpêdana teşe, kêş û terazûyê, ne kêmkirina nirxê helbesta nûjen e; a ku wek pexşan tê nivîsîn, an jî li gor teşe, kêş û terazûyeke hundurîn a ku her helbestvanekî li gor afirêneriya xwe nivîsiye, lêbelê merem jê geşepêdan û pêşdebirina wê edebiyatê ye, ji ber ku  naskirina teşeyên nezma klasîk dergehên nû li pêş wêjeya modern vedike û wêjeya kurdî jî wek ya tevaya zimanên cîhanê bi awayekî suriştî du baskên wê yên xwezayî hene, yek jê edebiyata modern e ya ku gereke li gor şert û merc û alavên serdema nû xwe ava bike,  baskê din jî klasîka kurdî ye ya ku bêyî naskirina awayê pêşketina wê di dîrokê de û sûdewergirtina ji reseniya hest, raman, bêje û rêzmaniya wê, dê berhemên me yên modern bi awayekî şêwandî werin afirandin, tenê bibin kopya ji serborên zimanên serdest ên ku her wêjevanekî ramanên xwe pê ava kirine.
Teşeyên Nezmê ronî daye li ser klasîka kurdî, rewanbêjî û ciwaniya wê diyar kiriye, ya ku ji vekolîn û nirxandinê bêpar maye. Li gor şopandina berhemên li ser erûza kurdî û teşeyên helbestê, yên li Bakur hatine weşandin, pirtûka Teşeyên Nezmê tevlî ku li qadeke vala û beyar sebaret vê mijarê hatiye nivîsîn, ew berfirehtirîn û zengîntirîn û take berhem e ku bi zaravê kurmanciya jorîn ev babet şirove kiriye. Em dikarin bibêjin ku di nav zaravên din ên kurdî de jî ev giringî û taybetî bi teşeyên ristina nezm û helbestan nehatiye dan. Wek nimûne pirtûka vekolîner Ezîz Gerdî ya ku wek jêderekê ye derbarê teşeyên nezmê ji vê xebatê re, bêhtir warê terazû û erûzê û berawirdiya di wî warî de di nav erûza kurdî û farisî û erebî de kiriye. Bi heman çavî li ruba’iyan û dubeytiyan neriye, lêbelê Teşeyên Nezmê herdu cure ji hev cuda kirine û taybetiyên her yekê ji wan şirove kirine, lewra di nav berhemên bi zaravên din ên kurdî û zimanên derdorê de jî, ev xebat xwedan ciyawaziyeke balkêş e ji aliyê rêbaza ku di vekolînê de hatiye bikaranîn.
Adak, xwedan serboreke dûr û dirêj e di warê edebiyata klasîk de, wî kariye mijarê ji hemû aliyan ve şirove bike, hem analîzekirina têgeha klasîk li gor nerîna cîhanî bi giştî, hem jî berawirdkirina edebiyata gelên rojhilatê ên cîranên kurdan, ên ku bandora wan ji aliyê naverok û ruxsarê ve li helbesta kurdî bûye, bi taybetî teşeya helbestê û erûza Erebî ya ku Xelîlê Ferahîdî rêzik û rêbazên wê danîne, her weha erûza Farisî ya ku guhertin xistiye erûza erebî û bi teşe û babetên helbesta xwe re guncandiye, wek weznên ruba’î û mesnewî, mustezad û.. hwd. û di riya wan re ew erûz derbasî edebiyata kurdî jî bûye (Ebdulla, 2011, r. 344). Teşeyên Nezmê herweha behsa terazûyên xwemalî yên ku kurdan di hûnana helbestê de bi kar anîne kiriye û ronî daye ser taybetiyên kêş û serwayên van teşeyan, wek xezela xwemalî, museddesên mutenawib û dubeytîyê.
Tevlî berfirehiya vê xebatê jî, ew tenê dergeh û destpêkek e ji bo derbasbûna babeta teşeyên nezmê, ji ber ku her beşek an binbeşek jê hewcedarî bi dehan vekolînên akadîmîk e da ev war di edebiyata kurdî de bê têrkirin û beyarbûna şûva wî ya ku bi sedên salan bêçandinî maye hinekî şîn û vejîn bibe. Lewra Teşeyên Nezmê hêjayî xwendineke hûrbîn e, ji aliyê her dilêşê edebiyata kurdî ve, da sûdê ji raman û mijarên nû yên tê de werbigre, herweha tê xwestin ku xwêner bi çavê nirxandin û çaksazkirinê li ser kêmasiyên ku bêguman di xebatê de hene raweste, ji ber ku ev vekolîn bingeheke mukum e ji lêkolînerên helbesta kurdî re, nexşe destnîşan kiriye û bi awayekî zanistî û bi çavekî kurdî li helbesta kurdî neriye û analîze kiriye, lewra avakirina li ser vê nexşerêyê erkê her dilsozekî zimanê kurdî ye.
Derbarê mijara erûz û terazûyê, dixwazim bêjim ku ya baş ew bû ku berî pirtûka Teşeyên Nezmê xebatek bi asta akademîkbûna wê li ser erûza kurdî bi tîpên latînî hatiba kirin, wê ev yek bûba alîkar ji xwînerê Teşeyên Nezmê re ku bêhtir di hûrgiliyên cureyên erûzê yên di nimûneyên pirtûkê de bigihêje.
Her kesê bixwaze xwe di warê helbesta kurdî de bi taybetî di mijara helbesta klasîk de pêş bixîne, çi helbestvan be an mereqdarê helbestê be an jî vekolîner be, ev pirtûk ji bo wan çavkaniyeke zengîn e, ji agahiyên zanistî û akademîk pêk tê û dikare bibe amûreke dersê û bersiveke baş ji pêdivîyên perwerdeyê re.

ÇAVKANÎ
Mendûr: M.(2017). Fen el-Şi’ir. Weşana Dezgeha Hindawî, Brîtanya.
Ebdullah: H.(2011), Berawirdiyeke Kêşnasî di Navbera Erûza Kurdî û Farisî da, Dîwanên Hafizê Şîrazî û Melayê Cezîrî Wek Nimûne.Weşanxaneya Sipîrêz , Dihok.
Abdulfettah, D. (1992). Nerînek Rexneyî li Helbesta Kurdî, Şam, Çapxana Dar Elkatib Elerebî.
Adak, A. (2019).  Teşeyên Nezmê. Stenbol, Weşanxaneya Nûbiharê.
Adak, A. (2015). Destpêka Edebiyata Kurdî. Stenbol, Weşanxaneya Nûbiharê.
Sebrî, M. (1997). Nerînek di Terazûya Ristên Kurdî de, Libnan Çapxaneya Emîral.
======================================
*  Gotar di kovara Kurdînameyê ya akadîmîk a Zankoya Dicle ya Amedê de belav bûye.
Ji bo xwendina gotarê di malpera Kurdînameyê de vê lînkê bitikîne:

https://dergipark.org.tr/tr/pub/kurdiname/issue/84288/1437718

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark