Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdistan…. bûkxatûna rojnamegeriya kurdî

 


Ebdilbaqî Elî

Wek berhem ȗ semyanê çend sal xebat ȗ tekoșîn bȗk xatȗna Berdirxaniyan bi xemlek botanî ,bi dêmên qeșeng ,riwê beșȗș ȗ devliken serî hildide ,pencere belê dergehên kurdayetiyê li çar kinar ȗ seranserê kurdistanê vedike ,bayê hînik yê buhara zozanê cizîrê li her kurdekî kurdperwer di weșîne.
Ava zelal ȗ qerisî di germiya havîna bendewariyê de bi gewdê kurdên tiyê azadiyê de berdide.
Mîrê cizîra botan Miqdad Midhet Bedirxan pișî çend hewlên nebiserketî ,yên ku di riya çand ȗ rojnamegeriya kurdî de șikerst anî neçar ma ku hewlên xwe veguhêze cihekî dî ,ew hewldan li bajarê Qahîra paytextê misrê berhem aniye ȗ berî sed ȗ bîst ȗ șeș salan weke îro di sala 1898 an de bingeha rojnamegeriya kurdî damezirandiye.


Digel ku rojname ya Kurdistan di jîngeheke biyanî de derketiye ȗ ji dervey sînor ȗ axa  kurdistanê derçiwe lê bi navê xwe yê xweș ȗ bi zar ȗ zimanê xwe yê șîrîn ji malzaroka doza kurdî derketiye ,kul ,derd ȗ azarên gelê kurd belav kiriye ,dilê kurdan li her cihî xweș kiriye ,wek sitêreke geș belê wek heyv ȗ rojê li azmanê kurdistanê hilatiye ,tîrêjên xwe yê geș bi ser xaka kurdistanê de berdaye.
Rojname ya Kurdistan dibe çavkaniya rojnamegeriya kurdî ,çem ȗ rȗbarê rojnamegeriya kurdî jê derdikeve ,ȗ diherike ku bi demê re çendîn cok ȗ cobr jî xwe lê digirin ȗ dikevin nava pêl ȗ șepêlên wî de.
Rojname ya Kurdistan dibe motika rojnamegeriya kurdî  ,dibe mak ȗ dayika rojnamegeriya kurdî ,ji zikê kurdistanê çendîn çêlîk ȗ zarok hatine der,wek     ( Hawar ,Ronahî ,…)
Ji koka kurdistanê çendîn șax ȗ çiqil kat dane ,li ser rêç ȗ șopa kurdistanê çendîn govar ȗ rojname di asmanê rojnamegeriya kurdî de hilatine ȗ serî hildane ,wek Rojname ya Kurdistan ya navendiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sȗriya ( PDK-S ) ku nîv mihane tê çapkirin ȗ derxistin li ser wê rêçê ye ȗ heman nameya kurdayetî hildigire  ,pênasîna kêșe ȗ doza kurdî li sȗriya ȗ belav kirina wê girtiye ber xwe.       
Dîroka rojnamegeriya kurdî bi hejmara govar ,rojname ,malper ,dezgeh ȗ alavên ragihandinê zengîne ,hin jiwan hene ku di riya xwede berdewamin ȗ hin jî di rê de rawestihane lê ked ȗ mîrasa wan di vê dîrokê de xwiya ȗ berçave.
Lê pirsa ku xwe têne ser ziman ewe ku piștî sed ȗ bîst ȗ șeș salan ji derçȗna rojname ya Kurdistan rojnamegeriya kurdî di çi astê de ye? ,rola rojnamegeriya kurdî çiye? ,cihê wê di nav alav ȗ dezgehên ragihandina nȗjen ȗ modêrin li kiwe?.
Gelo rojnamegeriya kurdî kariye xwe bigihîne karwanê ragihandina serdemê ȗ pêre bilive ,ango li gor alav ȗ pêdiviyên ragihandinê xwe nȗjen bike ?. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark