Rûxwežê ZîvarEger em hižê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgež, emê bibînin ku ``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin. Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hižên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, žerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewža kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî žerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî žerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî ye``.
Gelo ev ne nîžaneke ku ``Osman Sebrî``didît ne raste mirov sûdê ji
kulîkên ramanên cîhanê bigire,lê, wî didît ya rast û dirust ewe divê ku
mirov nebe dîlê wan kulîlkan û bi bihna wan serxwež û windanebe da
taybetiya hestên xwe jibîr neke,divê ew wan di axa hižê xwe de, ji xwe
re kedî bike û di berjewendiya gelê xwe de bikarbîne , lewra gava wî dît
piraniya kurdên ku dibin komonîst, xwe ji rehên xwe, ji dîroka gel û
welatê xwe dikin, ji wan re
got:
``Bibin komonîst, komonîstên kurd, kurdên komionîst.`` Herwisa jî em
dikarin bêjin ku raman mîna cawekiye, her kes dikare li gor xwe wî cawî
bidirû, û li xweke jê sûdê bibîne, lê mixabin piraniya me kurdan, an
wek xelkê ew caw ji xwere dirûtiye, jê dibin û li xwedikin, pê dibin
qežmer, an jî wî cawî bê dirûtin datînin ser serê xwe, jê re koletiyê
dikin, tazî dimežin û xwe pê ji germa havînê û serma zivistanê
naparêzin. Bi rastî ``Osman Sebrî``di her warekî de rexnevanekî jîr û
xwedî nihêrîneke taybet bû,vaye di warê oldariyê de jî ew bîr û
baweriyên xwe ažkere dike û dibîne gava ku mirov ne serbest be û welatê
wî ne aza û rizgar be, mirov nikare bi dilxwežî û serfirazî olê xwe jî
bibe serî, ango riya bihižtê di azdiya mirov û serxwebûna welatê mirov
re derbas dibe. Ji ber wê gava ku rojekê ew li žamê rastî çend
kurdên ji bakurê welêt tê û ji wan têdigihe ku ew diçin ``Hec``, bê
dudilî ji wan re dibêje: Çi gav azabûn, hingê dikarin wê ferza xwedê em bikin eda Bi dilekî gež, rûyekî sipî, herin ``Hicazê`` bo mala xuda.`` Bi vî rengî, pižtî hevpeyvîneke dijwar bi wan re,ew piran jj wan vedigerîne welêt û berê wan dide xebata bo azadiyê. Erê
``Osman Sebrî`` dizanî ku kaniya derdên me nezaniye, lê baž dinasî jî
ku tenê zanîn êž û derdên me venamrîne, herwiha wî zanîn bi bawerî û
sinçiyê ve girêdida û digot:`` çiqas ku zanîn tižtekî pirr hêjaye jî, bê
sinçî û bawerî, dibe jehr û rêya neqenciyê li pêž xwediyê xwe hêsan
dike.`` Wî ne bes welê digot,lêbelê ,welê digot û dikir jî û tu carî
xwe di çavên neyaran de biçûk û nizim nekir, gava ku di zîndanan de
dixwestin bi zora lêdanê gotinan jê hilkin û pê nêçîra hevalên wî bikin,
li wan vedigerand: Ez endamê komîteya navendî me, her tižtî dizanim, lê
tižtekî ji we re nabêjim, û di bin zor û sitema hemi cureyên lêdanê de
xwe digirt, zimanê xwe kilît dikir û navê hevalekî xwe nedida dijminên
gelê xwe. Wî bê dilovanî êrîž dajot ser qelsî û bizdokiyê, digot: ``Sîleyek ji bona sitemkar, du sîle jo bo sitembar.`` Bê
guman, berxwedana di girtîghehên kolîdaran de, celebek lehengiyê ye, lê
divê mirov bê berxwedan jî xwe nexe nav lepên dijminan. Lewra gava
apê ``Osman`` dibihîst an didît ku welatparêzin kurd bi gengazî xwe
didin dest dijmin, digot:`` Dil dixset ku mêrxasên me kurdan bi hêsanî
gewriya xwe nedana destên neyaran, çêtirî di zîndanan de bi bê bavî bêne
kužtin, bila di serê çiyan, di nav lat û zinarên welêt de neyarên xwe
bikujin û bêne kužtin.`` ``Osman Sebrî`` rola ziman jî di jîna
miletan de baž dizanî, heya ku dikarî helbest û gotarên xwe ji peyvên
biyanî zelal dikirin, wî navê kurê xwe yê hežt salî guherte kurdî û
got:`` Îro ya ku me ji wendabûnê bifilitîne, hînbûna xwendin û
nivîsandinê bi zarê xwe yê žêrîn û delale.`` Di ware felsefî de jî wî
ne tenê raman ji memikên felsefên cîhanê dotibûn û bi havênê bîranîn û
xwenên xwe di mejiyê xwe de meyandibûn, lê belê felsefeke wî taybet jî
di dan û standinê de serî hildida, bo nimûne, rojekê kurdnasekî Awropî
jê dipirse: Osman tu kurdî, an misilmanî? Ew lê vedigerîne: Ez mirovim, pažê kurdim, pažê misilmanim. Kurdnas dipirse: çawa? Ew
vedigerîne: Gava ji diya xwe bûm, min tižtek nizanî û duvr û hestên min
yên mirov bûn, lewra hîngê bes mirov bûm, pažê hînî rabûn û rûnižtin û
zimanê kurdî bûm û min xwe naskir ku mirovekî kurdim, pižtî wê ji min re
gotin xwedê heye û`` Mihemed`` pêxembere, pê bawer bûm û bûme misilman.
Kurdnas dibêje: Ev ne raste, ê min , ez ji diya xwe bûm, ez filebûm. Osman
Sebrî bersiveke xurt û hêja dide wî,jê re dibêje: ger mîrê mirinê gava
tu nû bi zikê diya xwe ketiye bavê te biçiniya û diya te yekî ji
``Boziyên`` hindî bikira, pê re biçûya Hindistanê, û heke pižtî wê bi
demeke kin diya te jî, ji cihanê barkira, û mirovê hindî tu têxista
nimêjgeheke``Bozî``, gelo hîngê tuyê biba File an ``Bozî``? Belê apê ``Osman``, tu ne tenê mammosteyê min bû,lêbelê tu mamostayê mamostan bû jî. De
werin em žagirtên wî tev, bi hev re dara ramanên xwe gež bikin, û dengê
xwe bilind hildin ji bo dadperweriya wî û hemî kesên me yên wek wî, da
ku di gorê de jî ew tev digel apê`` Osman`` ji me re nebêjin: Gelên
vejî, peyayên xwe yên mirî divejînin, gelên negihêžtî peyayên xwe yên
xurt û hêja dimirînin. ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Çavkanî: 1- Derdên Me, rûpel 4 2- Apo, rûpel 102 3- Derdên Me, rûpel 12 4- Derdên Me, rûpel 3 5- Elifbêya Tikûz, rûpel 18 6- Çar Leheng, rûpel 11 7- Derdên Me, rûpel 8 8- Eifbêya Tikûz, rûpel 17 Têbînî: Ev çavkanî tev pirtûkên Osman Sebrî ne.
|