Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Perî

 



Alan Hemo

III

Ku qala te tê kirin
Nizanim çima ji xwe re dibêjim:
Gereke ez li dor xwe binêrim
Herî tirs ji bîra min çû ye
Mejiyê min kar nake ku bitirsim
Tirs karê mejîye!


Dilê min kar hemû ji destgirtiye
Wekî hemû xelkên welatê me
Karê aqil spartine dil
Periyê tiþtê ku ez baþ dizanim
Ger aqil taca zêrîn be
Ji xwe dil mirtalê laþê xemgîn e
Tenê min dixwest vê bibêjim Periyê
Vê carê jî xwe pêþ min neke
Ev gotin jî wekî yê berê, vala ne
Ji xwe re neke xem .

IV

Canê gotinên tên bîra min, dilê min diqelêþin bi kêreke hepo
Ji xwe ne gotinê te ne, lê yên wê li ser min û te bêne gotin
Serê min bi wan naêþe, lê dilê min gelkî
Wekî gabelka
Dema te ez xwarim
Min bi çuqliyê darê ve nedaleqîn
Giyanê min li ber laþê min dikeve
Ew laþê ku dixwest
Ji te re spehî be
Û êþên te hilgirtin
Laþ þûnmayê giyane.
Behreyizdiyeke þînbere.
Ka ez dev û qirka xwe bi van gotinan tal û zuha nekim
Tiþtên te, yê xweþ li ba min pirtirin
Ax kenê te yê fediyok…
Tu dizanî min bi van bîranînan kêf kirye Canê.

V

Periyê derwên ku te li min kirin, ji tevan bawerim
Li pêþ van qas dergehên girtî derew kilîtin
Li himber wan dergehan derew wekî hestên azadiyê ne
Bê çaretîye Canê.
Li kolanên me xelek teng e
Û li dûv xelekê xeleke
Çav panin li dûv me Periyê
De îcarê ev jiyana dûr û dirêj, wê çawa bê azadî derbas bibe keçê
Ma em ê çend carî bijîn
Li van kolanan derew qelenê azadiyê ne
Te xwelî bi serê min kirê
De ka çawa ez ê devê xwe þêrîn bikim û bêjim:
Þeva çûyî Perîcanê di ber min de raza
Ta xeyalên min li pêþ min mukur nayên.
Ji derwên mezin divê em bawer bikin
Gelek derewên mezin hene, bûne bawerî
Ya pêþî evîne, bîranîn, û ya dawî Xwedê
Gelek mejî û hest bi wan divên
Digotin: derew sêwîne
Wan nizanî bû, ku em bêyî derewan sêwîne.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark