Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Bidawîhatina nirxandina pêşbirka kurteçîroka kurdî

 


Komîteya "Nirxandin û Biryardanê" ya pêşbirka kurteçîroka kurdî karûbarên xwe di dawiya meha adarê de tewaw kir û endamên wê encamên nirxandina xwe şandin ji komîteya rêvebiriya pêşbirkê re, ji bo ku ew jî rabe bi rêkxistin û rêzbendkirina encaman û piştre careke din ji wan re vegerêne bo belgekirin û piştrastkirina encaman da ku ti tevlîhevî peyda nebe.
Hejmara çîrokên beşdarî pêşbirkê çil û du ne, ku dê lîsteyek ji sêzde kurteçîrokên nimre herî bilind û di nav de her sê çîrokên serketî were amadekirin ji bo weşandina wan di kovara "Pênûsa Azad" de û herwiha wergerandina wan bo zimanên din, li gorî nirxandina komîteya nirxandin û biryardanê ku pêkhatiye ji sê nivîskarên kurteçîroka kurdî yên ne endam di Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de.


Li gorî nirxandina endamên komîteyê, ku nimreyên her sê çîrokên serketî ji hev nêzîk in, û deh çîrokên din jî bi notên cuda û di rêzên din de cih digirin.
Di vê derbarê de "Komîteya Rêvebir ya Pêşbirkê" li Roja Şemiyê 6ê Nîsanê li bajarê Essen- Almaniya civînek lidar xist bo rêkxistin û dabînkirina pêwîstiyên lidarxistina Roja Çîroka Kurdî û ragihandina encamên pêşbirkê di ahengek taybet de ku dê ji aliyê Nûneratiya Yekîtiyê ve, di 8ê Hezîrana bê de bi hevkariya Nivîsgeha Qamişlo, roja Şemiyê 6/8/2024 li Almaniya were lidarxistin (cih wê piştre were destnîşan kirin), serketî li gorî heman xelatên berê hatibûn ragihandin dê bêne xelatkirin.
Her sê çîroknivîsên serketî dê çîrokên xwe ji amadebûyan re bixwênin, bi amadebûna komîteya nirxandinê ku dê bersiva li ser pirsên amadebûyan û çawaniya hilbijartin û note li ser çîrok û pêşbirkê bidin û herwiha dê bêne xelat kirin.
Herwiha ku deh çîroknivîsên din jî bi rêzgirtin û supasname ve dê werin xelatkirin.
Ku ew her deh serketiyên pile bilind digel hejmarek ji nivîskar û rewşenbîr û xemxorên çanda kurdî bi dawetnameyên taybet dê bêne vexwendin.

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa
Komîteya Pêşbirka Kurteçîroka Kurdî



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark