Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Ristezara Elindê 98.

 


Mizgîn Hesko

Avrêl. Nîsan. April. Bihara navîn
Bi Ferensî: Avril.
Bi Yûnanî: Aphrodite.

Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewþa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêþ e.


Bi Yûnanî jê re tê gotin: Aphrodite/ Avrodît/.
Bi wateya Xwedawenda evîn û ciwaniyê. Ango ew navê xwedawenda evîn, hezkirin û ciwaniyê di mîtologiya wan de werdigire.
Her wiha ew yekek ji Xwedawendên Olympê ye.
Nisannu jî meha yekemîn e ji salnameya Babylonê û bixwe navekî Suriyanî ye û Ereban heman nav xebitandin û ti guhertinên mezin lê nekirine.

Di vê mehê de, werz bihar e. Êdî tîrêjên roja geþtir dibin û ji lewra þaxên daran der tên û biþkoj difetiqin. Wiha jî þaxên piraniya darên sews û fêkî û mêwên tirî û tekez yê behîvan jî.
Li gor hin agahiyan,  binavkirina „avrêl“  a kurdî, hinekî nuh e û ne Ji mêj ve ew tête xebitandin. Dibe ku ew ji Avril a Ferensî, yan ji jêdera xwe a Yûnanî „ Aphrodite“ hatibe.
Her wiha bîrdozeke din jî tête holê ku ew, vê binavkirinê vedigerîne hin jêderên xuro Kurdî.
Di vê mehê de û piþtî ku berf û qeþa ya li serê zinar û çiyayan dibiþive, careke dinê ew ber bi rêlkan ve diherike û wan darên tî, têr av dike.
Dêmek: Rêlik ( Rêl. Rêlk ) tê bi wateya daristana çiyê û wiha avrêlik, ku ji/ Av û Rêlik / dariþtî ye û wiha bi hev re yek têrma nuh misoger dikin. Ango ev du gotinên xuro bi Kurdî, bêjeyeke nuh pêktînin.
Av + Rêlik= Avrêl.

Hêjayî gotinê ye, ku di vê mehê de, li deþt û zozanên Kurdistanê Nîsanok wiha bi rengê xwe ê sor  û kubar dibiþkivin. Xecxecok wiha û li hin deveran geh dibe nîþana xwîna pakrewan û þehîdan û geh dibe sîmbola evînê û di rojên cejnan de ew tên berhev kirin, wekû cejna Çarþema serê nîsanê.
Ev kulîlk xwedan hilm û  bîneke dijwar û taybet e. Bi giþtî ne bîn xweþ e.
Li her herêmeke Kurdî, navê heman kulîlka pir bedew û xweþkok, tête guhertin. Bi dîtina min ev guhertin û binavkirinên rengê, reng û sebart bi zaravayên Kurdî ên pir, dewlemendiyê didin zimên û tekez ha li vir, divêt ku careke dinê, em wa agahdar û hiþiyar bin, ka çendîn zimanê me kûr û berfereh e.
Ji navên vê kulîlka pir nazik û hestiyar jî û bi Kurdî.
- Gullale sûr. Bi soranî.
- Xecxecok
- Gangulok
- Bûkok
- Bûkilok
- Gulbûk.
- Bûka baranê
- Sersork
- Batînok
- Xecîcok
- Xilinzer.
- Þeqþeqo.
- Gula nîsanê.


Li Ewropayê û ji ber rewþa bayî û seqaya cuda, êdî Nîsanok di meha Pûþperê de tê dîtin.

01. Avrêla ( Nîsana ) 2024 z.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark