Nizar YosifDi hunerê dengbêjiyê de siroþ (talent) roleke sereke dilîze, stranbêj yan dengbêj bi rengê xwe yê bijare diyar, xweþik û afirîner reng dide, ku þopa xwe bi morek yekta li guhdarvanan dihêle. Meqateya wî ya bi cefa ji bo xebata wî û hewldan û domdariya wî di perwerdehiyê de ji bo ku berhemê wî yê hunerî serkeftî be, ev e ku xemilek ciwan dide stranbêj û telesma performanê bi hebûna hestê nazik, ku hêza Vekiþandina bi ser xwe ve dide guhan, da ku bi kelbûna bihîztinê mijûl bibin. Xwedanê van taybetmendiyên hanê tenê hinek ên kêm û cudane di nava civaka hunermendan de.
Di nava van serkeftinên hunerî yên kêmên di hin qonaxên dîrokî de,
stranbêjiya nimiz û erzan berbelavbûn û berxwedaniya xwe ji bo heyîn û
bi cîkirina xwe berdewam dikin, her tiþtê hêsan û erzan bi xwe re
hildigirin, nemaze peyvên ku tama xwe winda dikin û prir caran jî
rêgezên exlaq jî winda dikin. Ew tijî pêþniyarên ku rûmetê di mertînin û
dema ku li guhên welatiyan dixe, cihê ku ew lêbin bi bibihîzinê re aciz
dike.
Nebûna saziyan û navgînên çavdêriyê li ser helbest, dengbêj û
stran bi giþtî û nebûna çavdêriya wijdanê dengbêi bi xwe, ji ber
berjewendiyên wî an jî nezanîna prensîbên stranbêjiyê û stûnên avakirina
stranan. Ji aliyek dî ve, quretî, pozbilindî û windakirina
hevsengiyê(tewazin) piþtî her berhemeke mûzîkê û stranbêjiyê, di nav
gelek dengbêjan (hunermendan!) de ku tê tomar kirin, ew kesên dîtir ji
bilî xwe nahesibînin û wan biçûk û kêm dibînin. Ev bela bûye yek ji
taybetmendiyên qonaxa niha û roj bi roj ev nexweþî vedigire û bihtir
dibe. Di encamê de em kêmasiya ragihandina rast di navbera hunermendan
de nabînin, ji ber ku hevdu napejirînin, ti nîþanên komkirinek a dilpak
jî li ber çavan ne diyare.
Ji vir em dibînin, ku pêdiviya piraniyê
bi etîkêt û rêbaza axaftinê, û çanda kesayetî û cûreyek jîr û lihevhatî,
ku mirov ji pozbilindî û pûçbûnê dûr dixe, ev bi serê xwe rêzgirtin û
serkeftin e. Bi vê yekê, ji hin çavdêr û mûzîkjenên rastîn re eþkere
dibe, ku stranên kêm-kalîte xetereyek rasteqîne, li ser çanda nifþên
sibehrojê û kalîteya afirîneriya ku xizmeta civakê pêk tîne dike. Ev
yek bi taybet piþtî heyamekê ji geþepêdana hunerê û qonaxek zêrîn a
stranê, ku siyek ya hunerêbilind ji hunermendên astbilind bi stranên
kalîte xwe radabû ser. Li destpêkê pêþengê wan hunermend ê nemir
Mihemed Þêxo, yê ku serdema xwe û ya ku li pey hatî, bi þopa xwe ya
zêrîn nîþan û dîmen da wijdanê gelê kurd û bi hostayî çêjek gelemperî
navnetewî çêkir. Di vê hevgirêdanê de em di baweriyê de ne, ku mûzîk û
karisma ya stranbêj, xwedan þiyanên mezinin ku hestan rabikin, demê
derbas bikin, û bigihin kûrahiya giyanê me, kartêkirinek mayînde li ser
civakê bihêlin û mirovan li cem hev kom dikin.
Di encamnameyê
de, bi bîranîna vê bejna hunerî, ne tenê rêyek e ji bo rêzgirtina
jêhatîyekî awarteyî, lê belê fersendek e ku meriv ronahiyê berdê ser wî,
bêyî hunermendên din ên serdema wî. Kartêkirin û mayînde ya ku wî li
ser civaka Kurd û ruhê wê yê neteweyî hiþtî, bi lêkolinê ve girêbide,
stran û mûzîka wî û bandora mezin û kûr a ku hîn jî di karê wî yê hunerî
de maye, bi þîrovekirin bînin meydane.