Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên navçeyî û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û şîret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkêş û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û nirxên wan jî li gor nirînên xwe bi kurtebirî şirove bikin,lê divê em destnîşan jî bikin ku di vê xelekê de serpêhatiyek jî bi pênûsa Celadet Bedirxan hatiye weşandin.
Lê berî ku em seyranê di nav cîrokên folklorî de bikin, em pêwîst
dibînin ku em hinekî û bi lez li ser wate û giringiya zargotinê di
civakê û di pêşketina wêjeya nivîskî de rawestin. (Folklor ji
afrandina gel e,ango gel nayabkarê folklorê ye,folklor di nav gel de pir
hatiye gotin û ewa zû jî hatiye belavkirin,lewra jî pisporên folklorê
gotine:Folklor vedenga dema borîn e û dengê bilind yê serdemê û niha
ye.)û piraniya çîrokên di (Ronahî) de hatine weşandin beşek ji
zargotina Kurdî ye,emê li jêr li ser pirana wan rawstin; armanc û
sûdên wan bi kurtî bidin diyarkirin. Di çîroka (şêr û kêvroşk) de
weha hatiye:Şêrek hebû destlatdariya xwe li ser pir ajelên derdora xwe
diki,ewî hercarê celebek şîv ji wan dixwast,lê vê carê sira kêvroşkan
hat,di nav wan de kêveroşkek jêhatî habû û ewê bi hevalên xwe re
got:Ezê vê taştê ji şêr re amede bikim,kêvroşk piştî sê rojan çûye cem
şêr,lê şêr gote kêvroşkê,ez çavnêrîna we dikim,we gote min,xwarina te li
ser me ye,lê ez gelek birçî me. Kêvroşkê bersiva şêr weha daye û
got:Ezbenî!Di roja pêşîn de min ji te re xwarin anîbû,lê dewarekî mîna
te xwarin ji min istand. Şêr got:Kesî din mîna min jî heye ku kane destlatdariyê li lawiran bike? Erê,tu
bi min re were,ezê wî nîşanî te bikim,ew herdu bi hev re çûn,kêvroşk li
ser devê bîrekê rawestiya û bi şêr re got: Ev e destlatdar di vir de
ye, şêr li binê bîrê temaşe kir,wêneya şêrekî mîna xwe di avê de dît,
yekser ewî xwe ji devê bîrê avête ser wêneya xwe û ew şêr jî kete binî
avê û hemû lawir ji zordariya wî rizgar bûn.(Hej. 6). Wek hemû kes
dizanin,di nav hemû miletan de kêvroşk jî mîna pisîkan bi tirsonek
hatine naskirin,lê di vê çîrokê de xûya dibe ku hin caran hinek ji wan
jî awerte ne û ew kanin bi hişmend û jêhatî xwe di ser perda tirsê re
bavêjin û bi wêrekî şêran jî bixûpînin,xwe ji wan biparêzin û koletiyê
ji şêran û hêzdaran re nekin.Di nêrîna me de Celadet Bedirxan gelek bi
zanebûn ev çîroka ji çîrokên gelêrî vebjartiye taku ew nameyek û
waneyeke hişmendî bide xwendevanên kovara xwe û bêje:Ne tenê hêz rola
xwe di civakê de dilîze,lê belê hiş û wêrekî jî dikanin zora neyarên
xurt bibin. Lê di bin vê navnîşanê de (xwe ji bavê xwe vedizî ,terka
gund û mala xwe da) serpêhatiyek bê destnîşankirina nivîsevanê wê
hatiye weşandin,li gor texmîna me nivîsevanê wê Celadet Bedirxan bi xwe
ye. Nivîsevan dibêje:Ev nivîsa serpêhatiya xortekî Kurd hêja ye û ew
weha dinivîse:Ev xorta ji bona ku bikane hînî xwendin û nivîsandina
zimanê xwe bibe,xwe ji bavê xwe vedizî û çû Amudê,lê ev çîroka xwerû
rastî ye û ewa ne di çarçewa zargotinê de ye. C.B.Xan dibêje:Ez
derng çûm çapxanê,min dît xortek rûnişiye û ew ji ber min rabû û min
silav dayê,di çavên wî de çirûskên jîrîtiyê diçirisîn,di lebatên wî de
terbiya Kurdmancî a zikmakî dihate dîtin,min jê pirsî,tu ji ku yî ?
Ewî got:Ez ji Tilêlûnê ji derdora Dirbêsiyê me,lê min dîsan bi wî re
got:Lê zarê te ne zarê wir e,xort li min vegerand û got:Erê eslê me
Wartoyê ye,ji gundê Qerekan û em bi xwe Cibrî ne û navê min Cengbazê
Cibrî ye û ez kurê Şêx Mehmûd im,lê ev bûne deh sal,em ji welêt
derketine,lê min dîsan ji xortê xwe(Cengbaz)pirsî,tu zanî bi Kurmancî
bixwînî?Cengbaz got:Ma çawa ez nizanim,hergav (Hawar) ji min re tê,lê
hetanî ku ez hînî zimanê xwe bûm,min gelek zehmetî dît,lê min ji wî
pirs kir, çira(çima)ji elfabeya me hêsantir heye?Cengbaz dîsan gote
min:Zehmetî(dijwarî) ne di Elfbeyê de bû,Celadet dîsan ji wî pirsî,lê
ewa di çi de ye? Cengbaz dibêje:Gava (Hawar)nûh derketîbû,ez pê
agardar bûm,lê hîngê ez biçûk bûm,min nikanîbû ji xwe re tevdêrek bibîta
û ez hînî xwendina zimanê xwe bûbûma . Xweda ramana miliyetê ji
berê de, di serê min de çêkiriye,min dixwast hevaltiyê zimanhezan
bikim,lê di gundê me de yên ku zanin Kurdî bixwînin,nînin;Cengbaz hîn bi
Celadet Bedirxan re dibêje:Min rêdan ji bavê xwe xwest ku ez herim
Amudê li cem Seydayê Ebdilhelîm taku ez îlmê(zanista)Erebî bixwînim,lê
meqseda(mebesta) min tiştekî din bû. Celadet ji Cengbaz pirsî,çima ev
derew,te çira negote bavê xwe ku tuyê li Amudê hînî xwendina çîroka
Kurdî bibî? ¬ Cengbaz:Bavê min, wê ji min re bigota:Tu dixwazî kafir
bî? Li dawiya dawiyê;Cengbaz baş zimanê Kurdî dizane û ew hevalên xwe jî
hînî zimanê Kurdî dike.( Hej.7)Celadet Bedirxan bi hevdîtina vî xortî
gelek dilşad dibe û xwastiye di riya vê serpêhatiyê re; rewşa
olperestên şûndamayî bide diyarkirin û rolên wan yên neyênî di pêşketina
çand û bizava Kurdî de bi xwendevanên xwe bide zanîn,lê li rexberî vê
diyardeyê jî,ew xortên niştimanperwer û zimanhez jî di civakê de dide
ber çavên xwendevanên kovara xwe,ew bi vê serpêhatiyê hestên pir
nezanan û olperestên kevnehiş dide hember awêna jiyana Kurdî. Di
hejmara (8) an de çîroka folklorî (mîh, şêr û gur) hatiye weşandin,lê di
çîroka (ker û heft gur de),(hej.9) bi kurtî weha hatiye weşandin:Li
derdora gund kerek bê xwedê hebû,ew ji ber karên nişteciyên gund pir
şerpeze bibû, lewra ew çû ser çiya,lê di rêkê de rastî roviyekî
hat,rovî ji kerê pirsî,tu kuda diçî?Kerê got:Quzilqurta bavker,rovî jî
li kerê vegerand û got:Lê ez çi bêjim?¬¬ ¬¬¬Û yekser got:(bêje ker
kurtanê zer,sînîk ceh li ber),rovî jî wilo got û ji wî pirs kir,tu min
bi xwe re nabî?Herdu bi hev re çûn û ew rastî beranekî hatin,berên jî ji
kerê pirs kir,lo kero!Tu min jî bi xwe re nabî?Ew herdu bi hev re çûn û
ew rastî beranekî jî hatin,berên jî ji kerê pirs kir,tu derî kû?Ew hemû
bi hev re çûn,lê ew rastî dîkekê hatin û dîk jî bi wan re bûye heval û
hîn kîvroşkek jî gihaye wan û ew hemû bi hev re çûn nav çiyê û ew di
nav mêrgeke xweş de man,kerê bi hevalên xwe re got :Divê ez
bizirim,hevalên wî ji wî pirs kirin:Çawa tuyê bizirî,gurên çiya wê me
bixwin,lê kerê bi ya wan ne kir û ew ziriya,lê heft guran dengê zurîna
kerê bihîstin,gurek çû cem wan û ew hemû bê xwedan dîtin,lê kerê,berên û
dîkê bi hev re hêriş birin ser gur,gur ji nav lepên wan serbest
bû,lê ew nîvmirî çû û giha hevalên xwe, ewan ji wî pirsî,te çi dît?Gur
got:Bira qet deng nekin,ez çûm û min qewmek dît,bila kes wan ne
bîne,hevalên wî dîsan ji wî pirs kirin,xêre?Gur got:Heman ez çûm,wan
yekser serê min kirin nav du latan,her yekî bi rengekî li min xist û
yekî jî ji wan gorna min dikola,hema her heft guran ji cih bazdan û bi
hev re gotin:Em ji lepên wan rizgar bûn.¬-? Vaye me dît çawa
sernivîserê kovarê di rêya vê çîroka zargotinî de waneyeke kêrhatî dide
gelê xwe û giringiya yekhêzî û yekdestî dide ber çavên rêvebir û
welatparêzên Kurd,yanê ew dixwaze bêje;eger çiqas dijminên me mîna gor
bi hêz be jî,lê ew nikane zora yekbûn û yekdestiyê gelê Kurd bibe. Di
hejmara (10) an de kurteçîrokek kurt di bin vê navnîşanê de (Xezna
sê kosan) cihê xwe girtiye:Sê kes birayên hev kuse hebûn,ew di welatekî
biyanî de dixebitîn,sendoqek zêrê wan hebû û ew danîbûn cem xanimekê,lê
koseyekî din jî ji Hindistanê hebû,ewî remil avêt û zanîbû ko sendûqek
zêr ya sê birayên kose heye,ev kose ji Hindistanê hat û çû cem Xanimê û
bi wê re got:Kanî sendûqa zêrê me,lê xanimê ew nasnekir, ji ber ku
kose hemû mîna hev in,ewê di dilê xwe de got,qey ev kosa yek ji sê
koseyên biran e û ewê zêr dane wî, lê di êvarê de her sê koseyên
birayên hev jî hatin cem xanimê,birayê biçûk pere ji wê xwastin,Xanimê
bi wî re got:Birayê te hat cem min û min zêrên we dane wî,birayê biçûk
ji Xanimê pirsî,lê ew kose yekî çawa bû ?Xanimê got: Ew yekî
bejinbilind bû,ewî bi birayê xwe re got:Zêrên me ji Xanimê birine,birayê
mezin ji wî pirsî, yê ko zêr birine, mirovekî çawa bû ?Birayê biçûk
got:Ew bejinbilind bû,birayê mezin got: Eger ev nîşana heye, emê zêrên
xwe bibînin. Birayê biçûk got: Hebilbilind e (Bejinbilind) e. Birayê mezin got: Hebilkemal e(Bejinkemal) e. Birayê navîn got:Hebilkemal e(Bejinkemal) e,keleme-diran e. Birayê
mezin dîsan got:Bejinkemal e, kelem diran e,navê wî Hecî Remezan e û
bajarê wî jî Hindistan e,her sê bira çûn Hindistanê û perên xwe anîn. Di
rastiyê de û li gor nêrîna me,belkî hin agahiyên din ji vê çîrokê kêm
in,lewra jî xwendevanên wê nikanin gelek sudan ji wê bigrin,tenê mirov
kane bêje, ew xanima ku zêr li nik wê hatin danîn, gelek tam e û bi
yekçavî li kusan temaşe kiriye û hemu kose mîna hev dîtine lewra jî
şaşiyek mezin dermafê sê kuseyên bira kiriye,li aliyê din jî çawa
kuseyên bira diçin Çînê û zêrên xwe bi sanahî vedigerînin?! Di vê
diyardeya de jî hin valahî hene û hin agahî ji wê kêm in,lê di nêrîna
me de ,ev rûdawa di hemû zargotinên cîhanê de xwazayî ye û lêkolînên
taybet ji vê diyardeya gîştî re pêwîst in. Di hejmara (11) de jî em
kanin çîroka (Dehbe û nêçîrvan ) jî bixwînin, lê emê li nik naveroka
çîroka (Roviyê Şêr) di hjmara (12) an de rawestin: Carekê şêr dît
ku roviyek ji wê de hat,şêr ji wî pirsî,çima tu wilo belengaz bûyî û
pirça dûvê te weşîya ye?Rovî li şêr vegerand û got:Ey Sultanê lawiran,ev
sala xerap bi ser me da hatiye,lewra ez wilo şerpeze bûme.Şêr bi rovî
re got:Eger ez te têr bikim,tu çi dibêjî ? Rovî got:Ma tiştek ji vê
çêtir heye ku ez îsal têr bixwim?! Şêr got: Tu guhdarî min bike, min çi bi te re got tu li min vegerîne. Rovî
gote Şêr, belê ezbenî,şêr ji rovî pirsî,çavên min çawan?Rovê got:Çavên
te çavên şêran in,şêr dîsan ji rovî pirsî,lê pora min çawa ye ¬?Rovî
dîsan got: Miwên te weke singên di zirihan de sekinîne, ¬¬¬lê şêr
dîsan ji rovî pirsî,lê serê min çawa ye? Rovî got:Serê te serê qehremana
ye, şêr pirsî:Lê lepên min çawan in?Rovî got:Lepên te lepên şêran in,vê
carê şêr bi rovî re got:Tu rabe bide pey min!Ew herdu çûn mêrgekê,di
wir de hesp û hêştir diçêrin,şêr dewarek ji wan êşand û lepek li wî daye
û bi rovî re got :Tu rabe wî bixwe û rune û kînga tu birçî bûyî, tu
were cem min!Rovî jî kete ser goşt û xwar,sê roj derbazbûn,çavên wî sor
bûn,roviyek bi ser da hat,ewî dît ku ew ji wextê berê xeraptir e û jê
pirsî, bira çima tu wilo sêfîl bûyî ? Ewî li hevalê xwe vegerand û
got:Bira çima tu nizanî ko ev sala xela ye (tunebûnê¬ )ye û bi hevalê
xwe re got:Kuro,meyzeke tiştê ko ez ji te re bêjim li min
vegerîne,hevalê wî got:Belê ezbenî,ewî ji wî pirskir;çavên min çawan in?
Hevalê wî got:Çavên te çavên roviyan e,hevalê wî dîsan bi wî re got:Ne
wilo bêje!Bêje çavên te çavên şêran e,pora te wek singên di zirhan
e,yanê roviyê têr ew hîn kir û ewî jî mîna hevalê xwe bi şêr re
got,paşê roviyê sêfîl pey roviyê têr çû û ew gihana mêrga Selekûnê,ew
giha cem bergilî(bergîr), roviyê têr xwe kire paşiya yê birçî û
got:Belkî ewê weke şêr bergîr bavêje erdê,lê ne wilo bû,bergîr pîhnek li
çavên rovî da û ew li erdê dirêj kir,roviyê din bazda û got:Wela bira
min zanîbû ,tu ne şêr î,. LÊ TE LI BER ÇAVÊN MIN XWE KIRYE ŞÊR !!!. Mebesta vê çîrokê jî gelek zelal e, lewra jî em pir pêwîst nabînin ku em li ser rawestin. Dûmahîk heye Efrîn,6.03.2024
|