Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: QERMEk

 


 
Mihemed Hemo

Ez nizanim!
Na! Nizanm, di fîncanan re binihêrim
ne jî bixwînim.
Fîncana te, bila ji te re be!
Ne dikarim heyva di fîncana te de, ronak bikim
Ne jî stêrka tê de, çurûsk bikim
Û ne jî stêrka fincanan, nêr û mê bikim
Ji min bawer bike!


Ne kevoka li ser fîncana te nameyan tîne
Ne jî ew bilbila tê de, ji te re dixwîne
Çima rûyê xwe bi te re re bikim?
Bextê te bi derewan ge bikim?
Ez û derewan, qet li hev nabanin!
Loma titekî ji Fîncanan nizanim
Tenê li rûyên merovan dinhêrim
Di xêza her qermûçekekê de
Bi sedan çîrokan dibînim
Qor bi qor tê re derim û têm
Wek: navê xwe pê de derim û dixwînim,
Lekerên Ahora û Ahrîman,
yek bi yek tê de dibînim!
Wek: gilokên sor û sipî
di xwîna min de Rikberin
û ji rikberiya xwe namînin.
Tenê;
Di nav hin qermûçekan de winda dibim,
Nekarim! Tîpên wan ji hev biderînim
Ew qermûçekên navsalî,
Di rûyên merov de xêz girêdane
bûne; fêzên keriyên pezê vê bêrî
Tê de rêçên gur û segan, bi nav hev ketine
Lewra, lekerên Ahora û Ahrîman,  
Li wir, nîanên xwe ji xwe avêjtine
Û di bextê wê fêzê de, digevizin
Xêr û er, xweewîstiyê bi hev re dikin
hevdu dixapînin û li hev siwar dibin.
Gilokên sor û sipî yên xwînê,
 ûr û mertalên xwe avêtine
û pita hevdu duxrînin!
Dema xinizî serdariyê dike û çav xapandinê dikin, Jiyan tarî dibe.
Wê gavê mirov wan rêçan ji hev bidernaxînin!
Doz di wê fêzê de, windayî dimînin
Kerî jî, ji ber- ber, di nav wan rêçan de
winda dibin!
Heya ronahî û tariyê ji hev namînin
Tenê nandoz xanedan dibin
Rûyê xwe jî li kesî namînin.
Loma ez hay bûm ku jiyan berxwedan e!
Û min ji nuh de zanî
Gava gilokên sor û spî, di xwîna min de
Serên hevdu nexwin,
Hîngê, Serê xwe;
Di nav serîyên zindîyan de nabînim!

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark