HUNER BEHZAD CINÊDÎ Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giþtî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e! Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji þûnwaran, ji pelên ketî...ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim... Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim...Belê, ew peyv in!
Her ku birîn canê min kûr dike, ya ku berî her tiþtî bi min re dibe
alîkar, birînpêçikek ji peyvan e! Û her gava ku henaseya min li min
diçike û teng dibe, ez wê bi helbestekê fireh dikim. Û her ku dibînim ku
giyan di kûrahiyê de winda dibe, ez wî bi pirtûkekê hildigirim. Dema ku
mirov û neysizî li min kom dibin da ku vîn û hêza min biþkînin, ez
þûrê raman û peyvan li hember wan dikiþînim.Ma karê derûnnas çi ye;
ji bilî hewildana kontrolkirina nexweþekî bi dûrxistina hin peyv û
ramanên neyînî yên ku giyanê wî dagir kirine û li þûna wan peyv û
ramanine din ên spî û erênî yên ku wî ji depresyon û xemxwariyê rizgar
dike!
Bi rastî, dermankirina bi peyvan carinan ji dermankirina bi
dermanan baþtir e, ji ber ku dermankirinek e mirov ber bi aliyên derûnî û
giyanî ve dibe û kalîteya jiyanê baþtir dike û wateyên wê yên bilind
kûrtir dike.
Li þûna ku mirov salên xwe yên dirêj bi dermankirina
laþî û organîk derbas bike, bi vejandina derûnî dikare jiyaneke kûrtir û
paktir bijî.
Hêza peyvan heye ku di giyan û rewþan de dikare bibe
wekî erdhejekê, heke ne ji efsûn û hêza wan bûya, xwedê xwe bi raz û
ramana xwe bi rengê peyvan eþkere nedikir û ne jî xwedê peyama xwe bi
lêkereke kurt û bitirs dest pê nedikir; ew jî peyva "BIXWÎNE" ye!
Ev
cureya ji dermankirinê (bi peyvan) rêbazeke kevin e ku bi hezaran sal
berê ji aliyê Misirên kevnar ve hatiye kirin û ev yek di dema Ramses de
di slogana li ser dîwarên pirtûkxaneyên Misrê yên kevnar hatiye
nivîsandin de diyar dibe:
"Li Vir, Dermankirina Giyanî ye"
Prensesa
rehmetî Diana berî mirina xwe diyar kiribû: a ku hîþtiye di nav þer û
pirsgirêkên min ên herî dijwar bi Mîr Charles û Koþka Mîrane re bi ser
kevim û alîkariya min kiriye pirtûka "Pêxember" a Cibran Xelîl Cibran
bû!
Îkonê navneteweyî Nelson Mandela li ser dîwarê zindana xwe çend malik ji helbesteke îngilîzî ya navdar nivîsandibû:
"Ne xema min e ku derî teng e!
Ez xeman naxwim, ku pirtûka dadbaran tije siza ye
Ez xwediyê qedera xwe me
Ez kaptanê canê xwe me"