Bavê Zozanê
Keçê Seyro ka em çibikim law bi yezdan bi taûsê melek nema debar bi van dizan re dibe her sibe em ser dengê cîrana û diziyê radibin keçko,ê ku dibêje şevê dî bizina min hatiye dizîn, yê ku dibêja şevtira dî herdu mihê ku şîrê zarokan me ji wan didoşt winda bûne, yekî li wan vedgerand wê rojê eloka me ku dor 7 kîloan hebû ta derengî şevê jî li ser sifirna hewşê melistdibû ,sibihê em rabûn nebedî bûbû vê dawiyê dewsa wê ,li tingê binya bênderan ku çeqelan rovî û pirtik û gemara wê xebartibûn me dît …
Belengaza Seyro ma hemberî vê bobelatê wê çi bêje û eger piçek
mêjî di serê wê de mabû ew jî ji tirsa çêleka wê çû,jixwe malûmewdanê
wan ew çêlek bû çêlekek zerî girs bû sê deqê spî yên mezin di laşê wê de
bûn yek li ser qirka wê bû yek li kêleka wê a çepê bû ya sisiyan li bin
zikê wê bû çavên wê jî mîna deqên xarên zarokan girs û giroverbûn rengê
wan reşekî tarîbû guhanê wê yekser li çavê mirov dide gundiyan digot ku
deh kilo şîr dide,Seyro navê çêleka xwe kirbû Zerê û ji tirsa çavê
gindiyan Seyro çend şînok bi benkî sipî ve xistibûn stwê wê de.
Seyro bi xemgînî li hevjînê xwe Eliyê Şero vegerand
Bavê
Cindî te hewara xwe gihande min,ma ka ezê hewara xwe bighênim kî,mane
ev deh roj xew bi çavê me nakevê em parastina çêleka xwe ji dizan dikin
ya rast ew e ku em hewara xwe bighênin kurîvanên xwe ka ew ê çi şîretê
li me bikin..Elî yekser pêşenyara hevjîna xwe Seyro erê kir,got de ka
êvarê emê herin serdana kirîvê xwe mistoyê koçer hem emê şevbûyêrka xwe
li bal wan derbas bikin û hem jî emê babeta xwe jêre bibêjin..
-Ser
herdû çavê min hûn hatin erê bi xwedê kirîv dizî vê pêlê di van gudên me
de belav bûye em jî wek we çavdêriya sewalê xwe dikin.Mistoyê koçer got
û berdewam kir :Hûn bi ya xwedê û bi ya min bikin çêleka xwe bibin wê
şikefta me ya li nêzî kaniyê êm û ava wê dênin ber û devê şikeftê bi wî
kuçê mezin bigirin,jixwe kes bîra çêlek û şikeftê nabe ,sibe zû jî li
nava gund belav bikin him ti û him jî kirîva min, ku çêleka we hatiya
dizîn sibe û êvarê dubare bike li odê li serbênderan wisa jî kirîva
min li devê tenûrê li nav pîrekan.Bila tev naskin ku çêleka we hatiya
dizîn paşî du sê roja çêleka xwe vegerênin malê îda ti kesukos nema nêzî
mala we û diziyê dibin,mane jixwe ve ew çêlek bû ew jî diza bir.
Ji
şabûnê ji dilxweşiyê qûna mîvanên Mistoyê koçer nema erd girt pir pilana
wî ket serê wan kir û nekir şevbûyêrka xwe bi dawî nekirin zû rabûn bi
lez û bez wê şevê çêleka xwe birin êxistin şikeftê de êm û ava wê jî
danîn ber bi wî kuçê mezin jî devê şikeftî girtin, bi hilata rojê re wê
dest bi pilana xwe bikin ku çilo kirîvî wan ew şîret kirine herdû her
yek ji dehma xwe de wê rêklama diziya çêlekê belav bikin..
Kirîvê wan
Mistoyê koçer yek nekir dido piştî wan bi çarîkî çû Zerê ji şikeftê
derxist li ser çemê binya malan ew gurand ku bihnekê ava çêm ji xwîna wê
şîlo bû lê zû zelal bû, goştê xwe jî sipehî şûşt hate malê ew û hevjîna
xwe Silto xwe çikandin ew herdû qetê kijoleyê şikestî ku ji koxikê
derxistibûn,hişt bihin û çiqeçiqa goştê Zerê di wê çifniya mezin de bi
ser gund bikeve.
Bi zeraqa rojê re Eliyê Şero bi dizî çû serîkî li
çêleka xwe zerê bide qasekî li pişt xwe nerî û bi beze derbasî şikeftê
bû ,matmayî ma xwîn di laşê wî de cemidî ,pore serê wî yê mayî jî spî
bû, êm bi serê xwe ye, ava wê rijyaye çêlek jî xwedê bidê.
Yekser berê xwe û bi dilekî sar da mala kirîvê xwe Mistoyê koçer bi hewar û qêrîn got:
-Kirîv çêlek hatiya dizîn.
-Mistoyê koçer lê vegerand: ha wisa bêje kirîv
-kirîv bi rastî çêlek hatiya dizîn neko rêklamê jê re dikim
- Erê kirîv eyn wisa bêje
-kuro bi Isa bi yezdan bi taûs çêlek hatiye dizîn
- Erê kirîv eyn wisa bêje
Li hêla din ve jî rondikên rebena Seyro têra strandina hevîrê wê nekir.