HIŪMEND ŪÊXO MIN DIGOT QEY TU BI ZIMANÎMA TU BI KURMANCÎ NIZANÎ.. CEGERXWÎNDi roja zimanê zikmakî de ez vê pirtûka xwe diyarî hemû mamosteyên "Zimanê Kurdî" dikim.
Hînkirina Zimanê Kurdî - Asta Yekemîn
Korsa Hînkirina Zimanê Kurdî li Zanîngeha Helebê
Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê - Amojgeha bilind a zimanan - Beūê zimanên niūtimanî bangek bi derxistin û korsa yekem a fêrkirina Zimanên Kurdî - Ermenî û Siryanî ragihandin. Di vê çarçewê de û bi armanca parastin û pêūxistina "Zimanê Kurdî" min ev pirtûka ji bo korsa zimanê kurdî - Zanîngeha Helebê amede kir.
Pirtûk ji alfebeya kurdî de despêdike piūtre hejmarek bêje , herwiha
bilêvkirin û nivîsandina hevokan û xwendina hin gotûbêjên kurt û piūtre
hêdî hêdî derbas rêzimên dibe.
Naveroka pirtûkê ji (Deq , rahênan , gotûbêj , stran ji bo fêrkirinê , kardayîn û bikaranîna zimên) pêk tên.
Ez pirtûka xwe ya asta yekemîn diyarî hemû mamoste , xwendekar , zimanzan û hezkiriyên Zimanê Kurdî dikim û dibêjim :
Hezkirina zimên ji hezkirina welêt e
Parastina zimên ji parastina welêt e
Bi hêviya jiyaneke serkeftî ji gelê me re û pêūerojeke ronaktir ji Zimanê Kurdî re..
Heleb / 21 / 2 / 2024 Z - 2636 K