Bavê ZozanêDawet e qîr û qiyamete ev çar rojan lidare hîn du rojên din jî mane ,diya zavê xwe davêjê tor û bextê tevahiya mêvanan semagiran piçûkan mezinan keçan qîzan …Ez Qurbana we bim ez di bextê we û xwedê de bim hayî ji darika min î tiwê hebin darika min hîn rexl e berya heftiyekê bavê zarokan ji gundê papîr ê xwe anî ,min û wî bi destê xwe çand .Wisa karê dayê di wan herdu rojên mayî de jî ev bû devê wê ne sekinî lingên wê ne ketin bin wê ,pêvî dengê daholê pêvî dengê zirnê pêvî pêwistiyên şahiyê pêvî gotgota pîrekan pêvî ser êşê,agir di laşê wê de dilîst hem ji tirsa hem ji westandina ser piyan.
Jixwe dibêjin- dilê daiykê rêberê wê ye- qê bira ne xwe dayê
zanîbû ku piştî sê salan lawikê wê yê piçûk wê têr ji wa tiwî şêrîn bi
xwe, yan jî piştî bîst salan wê xwendina xwe ya lîsa di bin siya wê darê
de biqedêne jixwe hinganê ne iliktirîk hebû ,nejî alavên sar kirinê..Erê
carina dayê aciz dibû ji zarokên cîrana ku berbangê zû ser dîwêr ve
xwe davêtin hewşê dihatin xwarina tiwa bi lez hildikşiyan serê darê,
lingê xwe li çiqûl û şaxên wê didan,û ji ber ku tû hîn kerik bûn pirê
caran şaxik û maxikê zirav tevlî komek pel diweşiyan ,ji rexekî din ve
jî yadê ji şikestina lingên wan ditirsiye ku ji serê darê bêne xwarê
wisa jî ji birînbûna çav û serê wan, ji wan kevirên zarokan ku davêtin
tiwê ew ê ku nikarîbûn hilkişin jorê, jixwe berî du rojan neynika
tirmbêla bavê Dilo ku li devê deryê xwe sekinandibû şikest.
Qasekê kire birbir lê ma kî zanê kevrê kî zarokêye tevlî ku hinan têxist sugra hinên din de.
Bi
qasî dayê ji paqijkirina wê gemara tiwê a rojane aciz di bû ewqasî
bîtir jî ji dengê qerebalixa zarokan,ditirsiya ku torinê ber dilê wê
Şepal ji xew şiyar bibe loma timî digote wan law ku hûn hatin bê deng
tiwê xwe kom bikin û yekser herin malê.
Dayê pir bi bûka xwe a
bajarî şanaz bû nemaze dema sardana gund dikirin û mermelada wan tiwê
reşî girs çêdikr,jixwe gundiyan hîn ev tişt ne dîtibûn ne bihîstibûn ji
vê jî dayê ji bo pesnê bûka xwe li ba cîrana bidê,çend şûşên biçûk ji wê
mermelada şêrîn wek hingiv li cîran û derdora xwe belav kir.
Pirê
caran dema şepal dihate mala bavê xwe yekser bal bi darê ve diçû,dirama
dikete gumanên kûr ew dara biçûkî zirav ku li ber bayê dihejiye dihate
bîra wî,wisa ew axa dora wê a sor ku xweşik û bi hostayî hatibû
vedandin, lihawîr dora wê wek giroverekî hatibû çêkirin,nêzî qurmê wê
biçekî ax hatibû bilindkirin,jê wirdetir kûrtir bû ,ta ku av lê binime,
wisa hawîrdora giroverê jî bi destekî şarezayî ew kevirên biçûkî şayîk
hatibûn rêzkirin,ji xwe ew kilsa sipî ku li binê darê kiribûn û bi wan
paçên reng hatibû girêdan,vê dawiyê piştî ku Şepal endezyariya çandiniyê
tewakir nû naskir ka çima bavê wî dar kilis dikir paç dikir û bi benê
telîsan girê dida.Ta ku Şepal sax be jî ew tama xweş î tiwan wê di bin
zimanê wî de bimîne.
Vê carê hatina Şepal ji mala bavo re ne wek
ewqas carê din bû mat mayî ma li devê deriyê hewşê ma cemidî hew dikarî
bû gavekî pêş ve here yan jî paş ve vegerê,tiştek nema û nehat ber çavî
wî,bavê wî ku hîn zarok bû zeha kir,diya wî ku ev pînc salin çûye ser
dilovaniya xwedê,birayê navê ku ji westandina vemirandina agrê ku bi
dexla gundiyan ketibû mir, ew şevbêrkên xweş ku di bin dara tiwêde li
ba tava hevê dibûrandin,ew neynika şikestî ya tirmêla cîranan û geleg
tiştên din.
Nema çavê Şepal bar bû ku gavekî tenê ber bi pêş ve herê
derbasî hewşê bibê ,dengê çûkan nema jê dihat tiwê reş hew li navenda wê
diweşiyan,mixabin nikarîbû rahişta qurmê darê ku bi dest bira hatibû
birîn,qurmê darê giran bû…