Mizgîn HeskoÇi spêdeyeke xembar û mijgirtî bû
Gund û þar
Kolan bi Kolan
Di pêlên bêdengiyeke domdar de.
Xewnên...
Bi kulîlkan dagirtî
Li benda biharê...
Û carekê... dilê zemînê lerizî
Landika textîn lerizî Ji hemû rexan...
Qêrîn û hawar
Di xwîna zarokekî sava û bêguneh...
Mirovanî gewizî...?!
Ha li warê me
Zaroktî...
Û hîn di pêçeka xwe de Diseridî...?!
Ha li wir...
Û wê spêdeya sosret
Hûn...
Bendewarê refê kîjan çivîkên koçberbûyî bûn...?
Li ser têlên bi xemê rêsayî
Refê hachacîkên ber oxirê
Xwe bi ser hevdû vê
Melisandibûn...!
Gund û þar
Kolan bi Kolan...
Ey mirovên bi kulan
Û ta bê dawî avis...?!!!
Xwedanê bax û rezan
Û xaniyên...
Ku dikin, nakin
Ji wan re nabe xanî...?!
Xaniyên hilweþiyayî
ku dibin gor...
Lê nabin xanî...?!
Mirovên...
Ku li benda vegera Çivîkan bûn
Çivîkên...
Ku wê spêdeya mijgirtî
Û hîna zû
Di matmayina serxet û binxetan de
Bêzar...
Û ji hevketî bûn...?!
* 08.02. 2023. Dema erdheja mezin.