Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dîwana Neynikên winbûnê di kevalên Dildar Felmez de

 


Nivîskarê Deqê: Xalid Xelîfe
Wergerandina ji Erebî: Mehmûd Badilî

Dema ez ciwanekî piçûk bûm, min dixwest bibim nivîskar. Di qonaxeke pêþ de, min helbestên dîwana Ferec Beyreqdar a yekê ya bi navê “Tu ne bitenê yî” xwendin û bi hevalên xwe yên nivîskarên ciwan re, bi taybetî jî çepgirên nifþê xwe re, dan parvekirin. Piþtî wê helbesta wî ya bi navê “Gulsurxî” di sala 1981ê de ku di pirtûkeke piçûk de hatibû weþandin û me ew wek belavokekê bi dizî li nav hevûdin da belavkirin, nemaze ku helbest giyanê "Xusro Gulsurxî" helbestvanê ku ji aliyê sazîya SAVAKê ya Þahê Îranê ve hatibû bidarvekirin, silav dikir.


  Demek dirêj derbas nebû ku Ferec Beyreqdar hat dîlkirin û bi hevalên xwe re hat girtin û çarde salan ji temenê xwe di zindaneke zor û tarî de derbas kir, tenê ji ber ku (NA) di rûyê desthilatê de got. Me peyala helbestvanê xwe yê girtî di hemî þevbuhêrkên xwe de hilda, me tenê ev karîbû bikira, û me xwendina helbestên wî dûbare dikir, tev ku em ne pabend bûn û ne difikirîn jî ku tevlî çi partîyên siyasî bibin. Em komek nivîskarên çepgir ên ciwan bûn ku bi pirtûk û hunerê mijûl bûn û xwesteka me yek bû ku bibin nivîskar.
  Hevdîtinên min ên bi Ferec re piþtî azadbûna wî di þevbuhêrk û cihên cuda yên cîhanê de tên bîra min. Ew hîn jî hevalê min e ku ez gelek hêvîyan di wî de dibînim. Hevaltîya me ya ku di nava demên dûr û dirêj re mezin bû, hîn jî bîranînên dilsozîyê hildigire, ew tu carî bi dawî nabe. Her tim gotinên ku em li dûv xwe bihêlin hene.
Dema ku ez di nîvê meha Çile de gihaþtim Zürichê, telefonek ji Dildar Felmez ji min re hat, ev hevalê winda, ji min re got ku ew li Zürichê ye û nêzîkî mala min e, ew nagihanên xweþ ku li her cihî ez li bende wan im. Ji nû ve em pêrgî hev bûn, mîna ku ji hevdîtina me ya dawîn a li Þamê bêhtirî deh salan derbas nebûbe.
Hîn Dildar tê bîra min, ew xortê ku ji Hesekê dihat, bihna zevîyên wê li ser çermê xwe hildigirt û li Þamê dadiweþand, ew ji xortên nifþê xwe veqetiyabû, ji derveyî refê wan distira, rengên xwe yên axîn, rengên zevîyên Hesekê bi xwe re hildigirt û li çi deverê bi cih dibû ew belav dikirin.
Hîn jî tabloyên wî yên pêþî yên ku li Þamê xêz kiribûn di bîra min de ne, taybetîya wan, tevlihevî û matmayîna di þêweyê de ya ku pê distira li bîra min e, ku her kes di nav rengên germ û geþ de noq bûbû, lê Dildar di nav rengên sar ên xwelîyê de winda bûbû.
Ku Dildar helbestên Ferec Beyreqdar di pirtûka wî ya bi navê “Neynikên winbûnê” de diwênîne, xwedîyê çîroka jankêþ a sûrî bi rengekî taybet, ku helbestên xwe di zindanê de nivîsandine û bi qaçaxî ew derxistine derveyî zindanê, ku yekemîn car di sala 2005an de piþtî demeke dûr û dirêj a desteserkirin û qedexekirinê hatiye çapkirin..
Ev hevbeþîya afirînerî ji bo min bûyereke kesane ye ku du hevalên min li hev dicivîne û min vedigerîne bîranînên ku heta nuha dev ji min bernedane.
Dildar li karê tecrîbê vedigere ku ji bo her þêwekarekî xewna hebûn û mayînê ye, bi keresteyên giran dinexþîne, bi herî û kerestyên têvil û cuda kevalên xwe li ser cawê req û depên darîn xêz dike, li gorî bêrîkirina xwe ya wan zevîyên berfireh re ew siruþtên helbestên Ferec Beyreqdar ji nû ve diafirîne, yê ku Sûryayê ji hindirê wî derneketiye, û qet dernakeve tev ku ew ji bîst salan ve dûrî wê dijî, tev xemgînîya ku wî dîtîye û ya ku me jî bi wî re wek xelkên Sûryayê bînaye.
  Bi serbestî, em dikarin di van kevalên Dildar Felmez de hêza derbirrîn û vegotinê bidin destnîþankirin, bi rengên wan ên axîn ku nêzîkî qehwerengî ne, û bi tevhevkirina wan bi her tiþtê ku ew erda dûr tîne bîra me ku helbestên Ferec bi êþ û xemgînîya wê, bi tenahîya wê û bi dûrketina ji hezkirîyên wê bi wê tije ne. Lê ez ê ku herdem li wateyan digerim, ka gelo Dildar dê çawa vê helbesta han binexþîne:
"Dilê wî zengil e
Laþê wî kiniþt e
Çavên wî,
li ser jineke
ku xemgîniya xwe li xwe dike
û ji vegera wî re
Ahenga hêsiran li dar dixe, girtî ne."
Em çawa dikarin winbûnê binexþînin, xêzên tabloyan ên ku bang dikin, cîhanên wan ên mendehoþ, ji me re veguhastineke nû ya Dildar ê þêwekar jî vedibêjin, Dildarê ku em hîn jî li benda wî wek helbestvan û wênesaz gelek hêvîyan dirêsin ...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark