Konê Reþ
Di roja 1.2.2024an
de, li navenda Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li
Qamiþlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar,
helbestvan û rewþenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora
Medyayê ya RÛDAWê ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek
368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û belav kiriye.
Wek ku
diyar e Mele Nûriyê Hesarî zimanzan û helbestvan bû.. Ew di bin bandora
helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran de þiyar û serwextî
derd, jan û nexweþiyên civaka xwe bû.. Jiyanek bi kul, êþ û keder derbas kir û
ji kerba navê xwe kiribû Pirêþan.
Kurtiyek ji jiyan û berhemên Mele Nûriyê Hesarî: Ew ji malbateke xweneda, zana û bîrewer bû. Bavê wî mele bû, diya wî jî keça melan û jineke quranxwenedî bû. Ew di 1934an de li gundê Hesara Kercewsê çêbûye. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsivê kurê Emer e. Tev pirtûkên wî, bi Zimanê Kurdî û alfabeya latînî hatine nivîsandin.
Piraniya pirtûkên wî helbest in û çend lib jî, li dor ziman û babetên cuda-
cuda hene. Lê belê heta niha çar pirtûkên wî hatibûn çap kirin, ew jî evin:
Þoreþa Barzanî: Dîwanek helbest e, di sala
1995an de çap bûye. Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî: Ev pirtûka wî di
sala 1996an de mamoste Zeynelabdîn Zinar li Swêdê ji aliyê weþanxaneya
PENCINARê ve çap kiriye. Ev pirtûk jî li dor zimanzaniyê ye. Axlîma: Pêlên
Helbetsa Kurdî: Zimanzanî ye, di sala 1997an de çap bûye, Zevîyek
Gazîndan: Dîwanek helbest e, di sala 2000î de çap bûye û Seydayê Mele
Nûrî diyarî ji canê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye.
Yên din tev li ser kaxeta ne. Bi tenê ji wan ev dîwana ku di nav destên we de
ye bi navê: (Dîwana Mele Nûriyê Hesarî: 1934-2011), di rêka Tora Medyayê
ya RÛDAWê re, bi amadekirina birêzan Lorîn Çeto û sererastkirina Besam Mistefa,
di sala 2023an de. hatiye çap kirin. Navê hin pirtûkên wî yên çapkirî û
neçapkirî, evin: Þoreþa Barzanî: Helbest, 1995 -Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî,
1996 -Rêziman: Destnivîs -Ferhenga Kurdî -Kurdî, Destnivîs -Ferhenga Kurdî
-Tirkî, Destnivîs -Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs -Mewlida Pêxember,
Destnivîs - Vegerandina Zimanê Erebî Þarvîn, Destnivîs -Koledar: Çîrokek
Helbestî ye, Destnivîs -Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî
ye -Çend dîwanên helbestan, Destnivîs -Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs..
Mele Nûriyê Hesarî di sibeha roja 25.01.2011an de, di mala xwe
de li bajarê Qamiþlo koça dawî kir. Di eynî rojê de evîndarên wî, ew di
goristana taxa Qidûr Beg de, spartin axa sar û cemidî.. Xwedê wî bi dilovaniya
xwe þad bike. Hêjaye gotinê ku rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standibûn.. spasiyek
gerim ji Tora Medyayê ya RÛDAWê û keda Lorîn Çeto û Besam Mistefa re, ji HRRKê
re ku ev dîwan di navenda wê de, ji rex kurê mele Nûrî (Abdulwehab) ve hat
îmzekirin. Û ez wek dostekî rehmetiyê Mele Nûrî Hesarî, yê nîzîk, vê dîwana wî ji
dil û can li xwendevanên Zimanê Kurdî pîroz dikim.
Wêne: Abdulwehabê
Mele Nûrî û nivîskar Mustefa Abdo cîgirê serokê Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê
Kurdistanê/ HRRKê
Konê Reþ/ Qamiþlo
1.2.2024