Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Darberûyek û heþîn têm...!

 



Mizgîn Hesko

                / Yek Jîna. Du Jîna û hezarbare Jîna /

Jîna...
Û dubare û hezarbare Jîna...?!
Min vemirînin
Û vaye avdar di rê de
Ji nîv axê...
Tiliyên sava!
Gulnewroz û guljîn
Û kembereke ji keskesorê
Bjina darberûyê himêz dike...!


Min vemirînin
Û destên min...?!
Destek di bin serê çiyê de
Û yek di paþila zeviyê de
Û destekî din
Bênderek gernijîn
Min...
Platînkên xilmaþ
Li dilê bihiþtê
Vedigerandin...!

Û destekî ji we ve nexuya
Xurîna tîrêjê û li van joriyan
Bilndahiya darberûyekê
Û heþîn têm!

Û destek...
Û hîn jî destek
Û çend werzên behitî...?
Mijde û mizgînî
Di dergehê sirûdê re
Keskînî û biþkoj der têm!

Dubare û hezarbare
Min vemirînin...
Û biþirînên di çavan de
Xalxalokên elindê
Bi roniyê re hildiperikin
Û bi alayê re disitirînin!

Jîna me...
Siberoja cejnê...
Refek Jîn û li her çar aliyan
Jîn dibim

Jîn dibim û bi xeml û nazeninî
Têm semaya Newrozê

Binefþ û nêrgiz
Li ser bejna xakê biþikivîn
Erê...
Her herikîn...?
Û her þev û her bîstik û yekê rojê...!

Jîna me...
Bilndahiya darberûyekê û heþîn têm
Û vaye avdar di rê de
Erê...
Ciwanîka baxên xwe me
Her bejna darekê
Dubare û hezarbare
Dibezim tîþkên dozê.

18. Rêbendana 2024.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark