Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li Ser Rêya ku Diçe Pirtûkxaneyê

 


HUNER BEHZAD CINÊDÎ

Li şûna hevalên ku nemayî, bajarên ku hîn neçûmê û rêyên ku hîn negihîştimê, min bi xwendinê ew dagirt. Min koşeyên canê xwe bi pirtûkan ronî kirinʼʼ
Koka çanda min a giştî ya dilnizmahî û destpêka girêdana min bi xwendin û pirtûkan ve, vedigere pirtûkxaneya bavê min a li malê. Ew pirtûkxaneya ku ji hêla hejmarî ve ne ewqas mezin bû, lê ji hêla kalîte û cihêrengiyê ve dewlemend û bi nirx bû. Ew mîna biharateke çandî bû ku pirtûkên wêje, raman, felsefe, siyaset  û hejmareke mezin ji rojnameyan di nav xwe de dihewand. Û bi taybetî jî Kovara  El-Erebî ya Kuweytî, ku ez vê kovarê weke yekem malbiçûkê kultura xwe dipejirînim, ku li perwerdeya min a wêjeyî û hizirî xwedî derket.


Bi rêya vê kovarê -ez di qonaxa seretayî de bûm- min nivîskarên xurt û navên mezin ên ku bi awayekî mehane û mayînde di rûpel û koşeyên vê kovarê de dinivîsandin, nas kirin. Mijarên vê kovarê li ser xemên cîhanê bûn û bi kar û barên rewşenbîrî û wêjeyî ve mijûl dibûn; ji rojhilat ta rojava û ji bakur heta başûr. Ev mijar hemû di çarçoveyeke zimanî û şêwazî de bi awayekî sadekirî, berxweşkirî û ronakbîrî; ligel reng û wêneyan bûn.
Piraniya pirtûkxaneyên ku min di wê qonaxê de serdana wan dikir, pirtûkên xwe li pişt dîwarên krîstal ên qayîm, mîna dikanên ku zêr û gewheran difroşin, raber dikirin. Û carinan jî li ser refên pişta xwediyê pirtûkxaneyê hatibûn dabeşkirin: min ji xwediyên wan pirtûkxaneyan hez nedikir! Ji ber ku derfet nedidan te ku tu bi kêfa xwe destên xwe bavêjî pirtûkan an jî li kaxez, navnîşan û fihristê bigerî, ne jî dihîştin ku kêfa te ji şêwaz an ji naverokê re were. Hema di van çend hûrdeman de xwediyê pirtûkxaneyê li benda biryara te ye: An pirtûkê bikire yan jî vegerîne li ser refa wê!
Lê belê, ji bilî van pirtûkfiroşan û li gorî ku tê bîra min, hin pirtûkxane hebûn ku pirtûkên xwe bi hurmet nîşan didan. Yek ji wan pirtûkxaneyan, a El-Îsar li  Qamişlo bû -rehma xwedê li xwediyê wê be- û ya din, ew jî li Qamişlo li ser Kolana El-Beşîrîyê bû lê mixabin navê xwediyê wê nayê bîra min. Damezrînerê vê pirtûkxaneyê rewşenbîrekî ji Îxwan El-Muslîmûn bû, ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin lê ji aliyê zarokên wî ve ew pirtûkxane dihat birêvebirin.
Di van pirtûkxaneyan de pirtûk li ser refikên vekirî û bi awayekî aşkere dihatin raberkirin û li ser maseyên di orta wê de dihatin danîn û xwediyê wê li koşeyekî dûrî te rûniştibû. Mafê te hebû ku tu hemû pirtûkên pêşkêşkirî hilgirî, vekî, rûpelan teqle bikî û wan ji hev veqetînî; peyv bi peyv, hevok bi hevok, rûpel bi rûpel, berî tu xwe tê wer bikî û bikirî. Û di van demên niha de ez dikarim navê Pirtûkxaneya Manîsa li Dêrîkê li vê lîsteyê zêde bikim.
Pirtûk pir buha bûn û ji bilî halxweşan gelekî dijwar bû ku tu bikaribî pirtûkên hêja bikirî û weşanên mehane û salane yên nû bişopînî. Belkî ez di vî warî de hinekî bextewar bûm, ji ber ku bavê min, heya niha jî, xwînerekî şopîner û evîndarekî  xwendinê ye û heya ku ji destên wî tê pirtûk û kovaran di pirtûkxaneya malê  de berhev dike, da ku ez jî bi xwe re xistim nav vê kêşeya xweş! Û heta van demên dawî, haya wî ji vê kêşeya min tune bû û nizanibû ku hezkirina wî ji pirtûk û xwendinê re, nivîsandina hevokên jêgirtî û ezberkirina şîret û pendan ji min re wekî mîrat hîştiye.
Xwînerino! Dema ku hûn vê gotarê dixwînin, bila hiş û gûmanên we dûr neçin ku ez kurmê pirtûkan im, wekî ku hinek ji we difikirin!
Ez di rewşa xwe ya niha de xwînerekî zexel û sist im û pir kêm dixwînim û  dinivîsim. Ev yek jî ji ber mijûlbûna min bi pêwîstiyên jiyanê re: kar, malbat û zarok... Û yên ku li ser van zêde dikin jî; xemên koçberiyê û keserên xerîbiyê ne! Ev hemû tişt, bi  hev re, gelek wext didizin, gelek hêz ji te dibin û tenê çend kêliyan ji bo xwendin û nivîsînê ji te re dihêlin; ew kêliyên ku bi awayekî profesyonel ji qirecira vê cîhana hêlehêler hatiye dizîn!
Lê belê, pirtûk ma û dê bimîne heval û rêhevala me ya yekem, ku em kûva biçin û kûderê bin; çi li ser kar bin çi li ser rêyan bin!
Pirtûk, heya ku nêzikî me ye, ew dê di demên tengezarî û diltengiyê de vîn, hêz û hezkirinê bide me û di kêliyên bêhêzî û xemgîniyê de em ê wekî ku doktorekî dilpak û rêberekî jîr, ku ti carî hêviyên me neşikandiye, jê alîkariyê bixwazin û xwe bavêjinê!
ʻʻDivê her mirovek di jiyana xwe de xwendekar be û mîna ku El-Cahiz mirî bimire: li ser sîngê wî pirtûkek hebeʼʼ
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark