Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Himza ax diln vket.

 


Mizgîn Hesko

Hêdî, hêdî find û emalokan
Vêxînin
Dibe ku xirecir...
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Biazirîne
Di himêza axê de...
Dilên hîn sincirî hene..!


Hêdî, hêdî karwanê xwe ê xemilandî
Birê ve bibin
Dibe ku pistepist ...
Matmayîna bîstikên hêmin
Bilerizîne
Di himêza axê de
Destên hîn dagirtî giyakê endekoyê hene..!

Hêdî, hêdî û bi gavên sivik werin
Dibe ku bayê kurr
Aramiya dîmenên diltezîn
Bibezîne...
Di himêza axê de
Canên bi jînê ve helawistî hene...
Ew cangoriyên bedew û epal
Hîn girêdayî rexên jiyanê
Û dilbijokên Evînê ne.


Hêdî, hêdî...
Ma we ew firmêsikên avrayî nedîtin...?!

Hêsireke zelal im
Ne ji çavên wê jinê tême xwarê
Û ne jî tevlî xwêsiya tehel dibim..!

Hêsir im...
Hêsir...
Di davika dîmenê de
Zencîrkirî me
Ne dirijim
Û ne jî rûyên melûl
Dikarin min bidin alîîî....



Hêdî, hêdî ....
Ma we ew keça bi kirasê bûkaniyê
Nedît...?!

We nedît çawa bê hedan
Bi tilîlîyan...
Zavayê di darbesta textîn de raketî
Ji xewa êrîn divejand...?!


Hêdî, hêdî werin
Xunaveke hûrik
Dêmên bîstikên bêdeng nixumandiye
Ji joriyan asîmên
Ji rista kadizê
Stêreke xuricî
Tête xwarê....

Ma we ew tîrêja pîroz ne dît...?!
Ma we nedît...
Çawa li jêr, li ser gerdena qadê
îlaneke pembe...
Bi gernijîn...
Bi hilm û bîna bihitîn
Xwe werdikir beravên jiyanê
                   Û bextê rojê.


Hêdî, hêdî bi rêve werin
Li qeraxên wan xaçereyên zuha
opikên evînê hene
Û hîn li ûn heman opikan
Dilên sincirî ên ne dîtber hene

Ew e iq e
A ku me sermest, ilfî tazî
Li ser têlên rêssiyayî
Li ber gurmîna topan û barîna gulleyan
Radixîne...!


Hêdî, hêdî mûm û emalokên rengo, rengo
Vêxînin
Di çavên dayikên melûl de
Rondikên veartî hene
Û di tiliya evîndarekî bê mirad de
Hîn gustîlka îraniyê dijene
Ji bi heza mezin
Rûyê yar her dikene.


Hêdî, hêdî...
Di darbestên sar de
Canên lawîn....
Hîn xewnên law dibînin..!


Hêdî, hêdî...
Û tu....
Hêdî, hêdî were
Ey yar...
Ey yara ji bejna spîndarê
             Ji keskahiya zeytûnê
            Û ji hilma beybûnê

    
Were...
Ey yara....
Jibermaya hisretan
Nevîçirka evbuhêrkên dil bi‘ê...
Were...

Were...
Ji mihtina memikên kîjan xemê
Tu firik bû ye...?!
Ji mijandina pêsîra kîjan çiyayî...
Tu wiha sirt û serhik bû ye...?!


Were...
Ey rist nêrgiza ku ji himêza çarînan
Xwe vedizî...!!!

Ey perwaneya ku li hawîrdora çirayê
Di ûa meyasa sor de
Gevizî....!!!


Were...
Hêdî, hêdî û bêdeng were
Bi gulyên darbeniyan ve
Giyanên bi iqê dagirtî hene..!

Were...
Ji hêsirên tenêtiyê
Ji xwîdana bîstikên xembar
Veitî were.

Were...
Morîkînê....
Ji tizibiya demê xwe veqetîne
Kelkela havînê ye
Û li te sar e
Û sar in bîstikên bêdeng
Û sar in dîmenên bêreng
Û sar in dilên ku duh sincirî bûn
Û sar in ....sar
Destên nervînê...!
Sînorên birînê...!
Û axa zemînê..!

Were ey yar
Hêdî, hêdî were
Serê xwe bispêre gore sar
Û ji Berxê bê mirad re
Ji hezkirina dilî
Ji germahiya dest û milî
Çirayekê vêxîne

Were...
Û karwanê hespên hêviyê xwe
Li hev bicivîne...
Were ey yar...
Hêdî, hêdî were.

Berfanbar 2019.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark