Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Aopn bdengiy bdengiya ku deng e !

 



Mizgîn Hesko

Bêdengî...
Deng e !
Û tenêtiya bi hilma
Kulîlkên bêdengiyê
Tije...
Mey û beng e!


Bêdengî...
Deng e !
Ne sazketî
Û çikiyaye...
Dilê stêreke
Ku ji asîmanê xwe xurcî
Li nihêniyê bê ser û ber
Çirawîskên ku bûne
Belgên asemînan
Û li rêgehên tarîbûnê
Û bîna ku
Spî, spî rijiyaye !

Xarên...
Ku di gewiriya ristê de
Helawistî !
Û bêdeng
Ji keskahiya dilên
Hostayên ciwankariyê
Û destên bê tilî
Ku ûeya evê
Berhev dikin...?!


Û Bêdengî...
Tabloya xemilîn
Û nîanber e
Bi êwekarî
Tiliyên ducanî
Li ser henaseyên rêyan
Û keviyên daristanê
Berbangê
Nîgar dikin...?!


Û Bêdengî...
Deng e!
Bi tena serê xwe
Di cengê de
Huner û ceng e !


Êdî xuîna daristanê
Nabihîzim
Axa ku daran
Di himêza xwe de
Hildigire
Bang û olan dide
Û nalîna bêdengiyê
Ya can û eng e !


Û Bêdengî...
Lekerê rojê giran
Bê ûr û mertal e !
Di kûrahiya bejnên westiyayî de
ervan...
Û namzadê
Kubar û herî epal e !

Û ev can têkçûyî
Û bêdengî...
Ne têkçûn e
Ne dilsarî ye
Lê mijûlbûn e !

Dilê ku hînî
Peyala bêxewiyê bûye
Aop...
Tarîgeh...
Û bêdengî...
Ron û emal e !


Û pêlên...
Ku beravan
Dagirtî xirecir dikin
Û hêrsa...
Ku qeyikên biçûk
Dadiqurtîne...
Pêlên bê hedan
Û hêrsa ...
Ku ji sînga latan dixwe
Û kirasekî din
Li heyînê dikin !

Pêlên...
Ku êdî li wir
Naçikin
Lê hino, hino
Ber û pa ve
Vedigerin
Û herî dawî
Hêmin û aram
Dubare
Radikevin !

Pêlên bêdengiyê ne
Û ne xemgîniya dizek e
Ku hi û giyanê
Dide bager û talanê
Û tiliyên bêdengiyê
Siherebaz in !
Me ilfî, tazî
Tavêje
Davên sirê
Û herikîna baranê !

Û Bêdengî...
Hêzbûn
Û ne têkçûn e
Bi nazikî
Dêmên Gulan
Dibiirîne
Û Bêdengî...
Bext
Û bextewarî ye
Di çavan de diçirise
Û hin caran
Wan dide
abûna giriyanê !


Û Bêdengî...
Ne ker
Û ne jî lal e
Hela xwe ji kenarên gulên sorî, tarî
Bidin alî
Ravekirina bêdeng
Û kesixandina bikojên peyvê
Karê min e !
Vekolana
Xalên razber
Barê min e !

25. Rêbendan 2022.

………………………………………………………………………………………………


•Ji Surperiya zîvê sihirdar. Avdar 2022. SerSera. Berlin.
  Havîn 2023. weanên NA. Izmîr


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark