Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: LI NA (KEA KURD) EZ (XELATA ZARA) WERDIGIRIM

 


Silav û rêz
  Batirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêmergeyên pakrewan ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweî zimanzanên xwe xelat jî dikin.
  Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira (XELATA ZARA), (Emîne Emer) a bi nasnavê (Keça Kurd) naskirî ye, û bi dehên salan xebat û têkoîn di ber Zimanê Kurdî de kiriye, ku ji ber rewa xwe ya tendirustî nikarîbû, li vê derê amade bibe, êdî ji bo min anazî û serbilindî ye, ku li ûna (Keça Kurd) û bi navê wê duyemîn (XELATA ZARA) werdigirim û pitre jê re diînim Almanyayê, ku li wê derê dijî.


Hevdem em tendirustiyeke ba jê re dixwazin û vê xelatê li xwe û li wê pîroz dikin. Êdî, ji bo min anazî ye, ku ez nûnertiya Keça Kurd dikim ji bo wergirtina vê xelata hêja.
  Zimanê Kurdî, bi dehên salan ji aliyê desthilatên zordest ve, li herçar parçeyên Kurdistanê, hatiye qedexekirin û zimanzan baceke giran di ber de daye, lê tevî wê zordestiyê û hewlên dorpêçkirin, paxistin, pijavtin û asîmîlekirinê, Zimanê Kurdî dikarîbû zindî, xurt, dewlemend, parastî û zelal bimîne.
  Zimanê Kurdî, weke zimanên din ên cîhanê, xwedî gencîneyeke ferhengî, dengsazî, peyvsazî, rêziman, watesazî û rênivîsê ye. Xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, wiha jî nîanên pêketina wî di xurtî û dewlemendiya wî de diyar in, serbarî berhemên hêja ku bi vî zimanî hatine dahênankirin, êdî bûye sereketirîn binemaya nasnameya gelê Kurd.  Hebûna Zimanê Kurdî girêdayî hebûna gelê Kurd e. Wiha jî, hebûna gelê Kurd girêdayî hebûna Zimanê Kurdî ye, lewma dijminê gelê Kurd, her ew bi xwe dijminê Zimanê Kurdî ye û dilsozê gelê Kurd jî, dilsozê Zimanê Kurdî ye.
Silav û spas ji bo we, amadebûyên birêz.
  Silav û spas ji bo saziya KURDOPê ku salane, weke rêzgirtin û pêzanîn, (XELATA ZARA) radestî zimanzenekî/ê Kurd dike.
  Spas ji bo hevalên min ên Komîteya Amadekar. Ji bo min, anaziyeke duqat, sêqat û çarqat e ku ez endamekî vê Komîteya Amadekar a (XELATA ZARA) me.
  Ji bo min serbilindî ye ku dezgeh, medya û saziyên Zimanê Kurdî wiha pêketinên mezin dibînin. Spas ji bo Hola SEMA li Hotêla Kapîtol, ku ji bo Kurdan berdewam cihê çalakiyên xizmeta çand, rewenbîrî û Zimanê Kurdî ye.
Xalid Cemîl Mihemed: Nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê
07/01/2024/ Hewlêr





 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark