Konê Reş Serê zivistana vê sala nû/ 2024, ev çîroka zarokan (Dîkil Axa û Pîra du diran), ku ji berî dor 60 salî ve min bihîstiye, hat bîra min. Min ev çîrok di zaroktiyê de, li gundê me Doda ku gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê guhdarî kiriye.. Xweş li bîra min e dema ku di şevên zivistanî de diya me an pîrik û meta me, berî razanê ev çêrok ji me re digotin û em bi guhdariya wê re di xew re diçûn.. Gelek caran me lihev nedikir; birayekî min digot bela çîroka Kêzê Kêzxatûnê bêje, yekî din digot bela a Pîra Sehirdar bêje, xwîşka me digot bela Şengê û Pengê bêje, min digot na, bela çîroka Dîkil Axa û Pîra du diran bêje.. Çîrok bi vê rengî ji me re dihat gotin:
(Hebû nebû rehma Xwedê li dê û bavê min û we bû.
Carekê ji caran li gundekî Beriya Mêrdînê pîrek feqîr hebû, çend mirîşk û
dîkekî wê hebûn. Rojekê di hewşa malê de danê xwe bi şûnikê dikuta. Dîk
û mirîşkên wê li dorê diçûn û dihatin.. Ji nişkê ve dîkê wê nikilê xwe
li libek danê wê xist û xwar.. Pîrê ji qehra liba danê xwe ve, şûnika
dankutanê avêt dîk û çavekî dîk rijand.. Dîk giriya û ji pîrê re got:
"Ez ê herim Hemedan bînim leşkerkî giran, ser te pîra du diran, te cavê
min rijand ji bo libek dan..!". Dîk xeydî, ji hewşa pîrê derket û berê
xwe da Hemedan. Dîk meşya û meşya.. bi rêkê de pêrgî marekî hat.. Mar
bang dîk kir û got: Ha Dîko tê bi kû de here? Dîk lê vegerand:
Quzelqerta bavê Dîko, nebêj dîko. Mar lê vegeran ma ez çi bêjim? Dîk
got: Bêje Dîkil Axa. Mar got: Dîkil Axa berê te li kû ye lo? Dîk bi girî
lê vegerand: "Êêêê.. ez ê herim Hemedan bînim leşkrkî giran ser bîra du
diran cavê min rijand ji bo libek dan..". Mar got; ma tu min jî bi xwe
re nake heval? Dîk got; çima na.. Mar jî da pey dîk û berê xwe dan
Hemedan.. Piştî pêlekê ji meşê, rastî tûpişkekê/ Dulpiyekê hatin. Wê jî
wek Mar jê re got dîko, dîk xeydî û got ez Dîkil Axa me.. Ew jî wek mar
bû hevalê wan û rêya xwe berdewam kirin..
Di ber gundekî re derbas
bûn, gundorek li ser banê xaniyekî bû, gundor çav bi wan ket, berê xwe
da dîk û got; berê we li kû ye dîko? Dîk lê vegerand; "Quzelqerta bavê
dîko.. nebêje dîko, bêje Dîkil Axa.. em ê herin Hemedan bînin leşkerekî
giran ser pîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan". Gundor got ma
hûn min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Ew jî bo hevalê wan û
berê xwe dan Hemedan.. Piştî pêlekê ji meşê, dîk sekinî, berê xwe da
Mar, Tûpişk û Gundor û ji wan re got; em têra xwe çêbûn, haceta me bi
leşkerê Hemedan nema ye, em vegerin şerê pîrê..! Piştî ku vegeriyan gun,
mala pîrê, tûpişk ket tifika pîrê de, mar xwe li stûna mala pîrê
gerand, gundor çû ser xanîkê pîrê û dîk ket nav mirîşkên hewşê de û got
Qîqîqî.. qîqîqî.. Dema ku qîqîna dîk çû pîrê, pîrê got wey, va dîkê min
vegeryaye malê.. kêfa wê hat.. Di wê navê re pîrê divîbû agirê tifika
xwe dade ku xwarina xwe çêbike.. bi vêxistina qirş û qalên di tifikê de
tûpişkê bi tiliya wê veda.. hawar kir û got; pepo.. waweylê tûpişkekê bi
tiliya min veda.. destê xwe avêt stûna malê, mar jî bi qemçika stûyê wê
veda.. hawar kir û bazda ku ji hundir derkeve.. bi derketina ji hundir,
gundor bi ser de hat xwarê û pîrê hat kuştin.. Dîk hilkişiya ser tingê
gund û bang da; Qîqîqî.. Qîqîqî.. Min heyfa xwe ji pîra du diran
hilanî..).
Wiha çîrok bi dawî dibû. Belê di dawiya çîrokê de ji me
re digot: Çîroka min ji we re xweş, hûn bibînin xewnên xweş, kanî
telaşek şebeş!.
Mebesta min, ne tenê nivîsandina vê çîroka ku min
di biçûkaniyê de guhdar kiriye û ji nû ve divejînim, belê hem jî ku ez
wê girêdana di navbera xelkên Beriya Mêrdînê û bajarê Hemedanê de diyar
bikim.. Çawa xelkên Beriya Mêrdînê hawara xwe digîhandin Hemedanê..!
Gelo! Wê hingê Beriya Mêrdînê di bin hukmê Hemedanê de bû? Ji ber ku ta
niha navê Hemedanê di nav hin çîrokên xelkên Beriya Mêrdînê tê gotin..?
Tevî wilo, hîn jî hin şovînîst dibêjin hûn ne xelkên vî cihî ne! Wek ku
diyar e di wextekî de Hemedan an Akbatan paytexta dewleta Mîdiyan bû û
beşekî mezin ji Rojhilata Navîn di bin destê qeralê wê Korşê Mezin de
bû.. Di baweriya min de, ev çîrok jî belgeyeke ji hebûna me a dîrîn re
ku em xwediyên xaka Beriya Mêrdînê ne. Û ez bi xêr û hûn bi selametî.
Qamişlo/ 3.1.2024