Mizgîn Hesko/ Ji bo pakrewanên me/
Ji mêj ve...
Dilên wan þar û gundan
Hînî hilma xeman
Û destên veqetandinê
Bûne.
Ji mêj ve...
Þîrê di pêsîrên dayikan de
Tewirî...
Spî û herî spî
Sirûdên berfînî vedibêje
Û bejnên ji dara miradê
Weriyayî
Dilop û dilop
Hûrgiliyên tabloya pêdariyê
Dijenîn in.
Krîstmas e...
Û peyamberên gulan
Ji mêj ve
Berê xwe dane rêka çûyinê..
Û li þûn wan
Patextên dûmanê
Di piyalên meyê de
Nûqbûyî
Û bi teqeteqa leystokên agirîn ve herî mijûl...
Û li wan þar û gundan
Teqreqa top û firokan e
Krîstmas e...
Û paytextên ker û lal
Bêdeng ji þûþeyên
Bi xwînê dagirtî
Serxweþ man e.
Krîstmas e..
Ey delala min: Krîstmas e..!
Ji þûna dêmên te
Gerniĵneke sava
Ber bi dara sersalê ve
Dixindire...
Êdî bi hêminî rakev...
Dê barîna gulleyan
Nazikiya bedena te
Newestînin
Dê mij û moran
Çirsîna çavên te
Venemirînin
Û ew gula ku ji destên te ketî
Û di sorekî wiha pîroz de gevizî...
Dê neçilmise.
Krîstmas e...
Erê Krîstmas e...
Cejn û sersal e
Lê Bêrîvanê neçe bêrîyê
Guhanên hêviyê
Pûç û zuha ne..!
Mêrg bi lawiran dagirtî
Gur..
Bi hiriya berxan e..!
Bêrîvanê neçe cejnê
Peyamberên gulan
Ji mêj ve
Berê xwe dane oxirê
Û li þûn xwe
Izdehakên xwînvexwer
Û rewanmij
Bi tenê hêlan e...?!
26.12.2023
* Bêrîvanê neçe bêriyê. Ji straneke Ciwan Haco.