Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ez Dilbikul Cizr Helbestvan Cizra Botan

 


Konê Re

  Ji mêj ve, min divîbû arê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çariyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve min bihîstibûn, lê min ew nedîtibûn, xewin bû ku serdana wan bikim..  
  Di roja 20ê tebaxê 2008an, li ser daxwaza aredariya bajarê Cizîra Botan û serokê wê birêz Aydin Budak, çûm bajarê Cizîra Botan, da ku bedariyê di wan rojên çand û hunerê yên bi navê (Ziman rûmet e û rûmet ziman e) bikim.


  Destpêka panela min bi van gotinan bû: "Li ser daxwaza xelkên Cizîrê, bajarê Cizîrê û serboriya wê ya dîrokî ku landika aristaniyê ye.. Li ser daxwaza êxê nêçîrvanan Mîr Mihema û herdu pezkoviyên wê; Efno û Hejale.. Li ser daxwaza Mîr eref û medreseya Sor.. Li ser daxwaza meleyê Cizîrî û Selamayê.. Li ser daxwaza Feqehê Teyran û Ava Dicle.. Li ser daxwaza Ehmedê Xanî û Mem û Zînê.. Li ser qêrîna Mîr Bedirxanê Botî di Birca Belek de ku (Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayê hevin), yê ku ku biyaniyan di derheqa wî de gotin: (Bedirxan edalet e û edalet Bedirxan e), û li ser hawara Xelefê ûvî: "Ez Xelef im Xelef im  Haware Mîro hawar e.."..
  Li bajarê Cizîrê, çav bi helbestvanê wê birêz (Dilbikul Cizîrî) ketim. Evê ku ala Cizîrî, Xanî û Teyran hildaye ser milên xwe û qebûl nake Cizîr bê helbestvan bimîne.. Cihê wan bi hunandina helbestên xwe dadigire.. Min û wî çend rojên xwe bi hev re derbas kirin.. Pitî ku ez zîvirî Qamilo, di çûna xwe a Cizîrê û helbestvanê wê Dilbikulê Cizîrî de ponijîm û min ji xwe re got:
Çiyayên bilind bê teyrên baz nabin.. Geliyên kûr bê av nabin.. Bajarê Cizîra Botan bê helbestvan nabe..
 Wek ku kurd dibêjin: Dil li cem dila ye.. Helbestvan Dilbikul Cizîrî jî, ev helbest li dor naskirina min xwe, di rûpelê xwe de belav kiriye:
(Helbesta Min a der barê Rêzdar Konê Re de
Konê Re…
Ronakbîrê me Kurda ye Konê Re
Bizanin gelkê hêja ye Konê Re
Ku Kurdistan welatê wî esasî
Lê ew xelkê Rojava ye Konê Re
Welatperwer û kurdperwer û Kurdhez
Bo xelkê Kurdî Seyda ye Konê Re
Dema pênûsê kar tînit bi rastî
Kulîlka baxê medya ye Konê Re
Nivîsên wî dixwînim ez bi lezzet
Bi wî Qamilo ava ye Konê Re
Evîndarê Bedirxanên Cizîrî
Di der heq wan de zana ye Konê Re
Belê her çendi hinkê kal bibit jî
Lê êrîn ubhê helwa ye Konê Re
Dixwazim ez temen gelkê dirêj bit
Ji Dilkul bo wî dua ye Konê Re.
Dilbikul).


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark