Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çil rojiya seydayê Keleş

 


Qamişlo / welatê me – taybet

 

Wê welat tevde bibine azad ** Wê bibin bax û behişt
Kesî bindest wê nemînin ** namînin ev kêferat
Bi van çend ristan ji helbestên seydayê Keleş, û Bi amedebûna cemawerekê berçav kû pêkhatibû ji part û rêxistinên siyasî û mefperwerî, û ji nivîskar û rewşenbîrên kurd û girûpên rewşenbîrî, û rêxistinên jinan, û kesatiyên oldar, û şandek ji yekîtiya nivîskarên kurdistana Iraqê / tayê Duhokê, çil rojiya Seydayê Keleş hat li darxistin.




Piştî rawestandina kêlîkek bê deng ser canê pakrewanan û canê nemir seydayê Keleş, çil rojiya Seydayê Keleş bi vî awayê xwar bi rêve çû:



- Gotina partiya demuqrata pêşverûwa kurd li Sûriyê  ji aliyê bavê Ceger
ve hat xwendin, têde hat: "em dibînin yek ji mafê Seydayê Keleş e kû em wî bi bibîrbînin, û ji ber wilo em îro li vir civiyan e, ev rêzgirtina ji kar û xebata wî ya kû 10ê salan berdewamkir, çi di wêje û ramanê de, yanjî di nav rêzên tevgera kurdî de, jibo pêşxistina gelê xwe û pêkanîna mafên wî yê rewa.. Seydayê Keleş yek bû ji wan kesên kû tim daxwaza yekîtîya rêzên tevgera kurdî dikir, dûr ji berjewendiyên hizbayetiya teng… hejêkirina wî ji gelê wî yê kurd re, û piştevaniya wî di ber mafê wîde, ne dibû sedem ji hejêkirina wî ji welatê wî sûriya û pêşketina wê re, û berevanî di berde dikir, û xwestina xêrê ji hemû hemwlatiyên wê re di xwest, û her tim digot : em siwarê yek gemiyê ne, û wekhevî li Sûriyê bela nabe, heger kû hemû gelê Sûriyê bi tevaya netew û ol û mezhebên xwe ve ne gire.
Her weha Seydayê Keleş di warê wêje û zimanê kurdî de jî , kar û xebata wî ya berçav hebû , û diwanên wî yên çapkirî û yên neçapkirî, û bizavên wî yên vekirina xuleyên fêrbûna zimanê kurdî (xwendin û nivîsandin) vê yekê nîşandidin…"



- Gotina kovar û rewşenbîrên Kurd li Sûriyê : ji layê helbestvan Ebdulsemed (bavê Helbest)
ve hat xwendin "… em vî mirovê welatperwer û vî mirovê kurdhez  ji bîr nakin û her kesê di vê riyê de herê ber dilovaniya Xudê, wê cihê wî di dilê miletê wî de bê, nemaze ku berhemên Seyda ji dîwan û pirtûkan bes e ku di paşerojê de jî bibê heval ji rewşenbîr û xwendevanên kurd re.  
Bê goman, em ji zû ve Keleş nas dikin, em vî mirovî di govar û rojnameyên kurdî de dixwênin, nemaze govarên Kurdê Sûriyê, yên ku rûpelên wan gelek caran bi xameya Seydayê me, Keleş, hatiye xemilandin.
Ev mirov, wek em nas dikin, ticarî nemirdî di riya xebata kurdîtiyê de nekiriye ji hemî aliyan ve: çi wêje, û çi siyaset, û çi civat, her Seyda jêre amade bû ku têde beşdar bibê, û bi bîr û rayên xwe, wî karî pêşbixê. Ev mirov wek em nas dikin ticarî çavê wî ji kar neditirsiya, eger di riya kurdîtiyê de ba, û amade bû ku canê xwe jî di ber de bidê. Seyda Keleş yek ji wan kesên ku li ser dilsoziya kurdîtiyê hatibû perwerdekirin, lewre, kar li ser mesela kurdî, yan li ser helbesta kurdî, ew mandû nedikir, ji ber ku xebata wêje û Kurdîtîyê ketibû xwîna wî de.
Seydayê Keleş pirtir ji pêncî salî ve, em helbestên wî di govar û rojnameyên Kurdî de dixwênin. Seyda li gor pêçêbûnên xweyî wêjeyê dixwest beşdariyê di geşekirina helbesta Kurdî de bikê, û nêzîkî şeş dîwanan, û pertûkek bi pendên Kurdî, û hin gotar û namêlke bo me hiştin, ku her ev jî sermayekî mezin e bo pertûkxana Kurdî. 
Li dawî em wek govar û rewşenbîrên Kurd baqek gul diyarî giyan û canê Seyda Keleş dikin, û em jêre dibêjin ku riya te dabû ser, ew riya geşkirina finda wêjeya kurdî, vaye em li ser dimeşin, û bi viyanek xurt emê riya te bibin serî.
Em hezar silav û hezar gul û çîçek û nêrgiz diyarî gora te dikin, herweha diyarî hemî xebatkerên peyva Kurdî dikin, yên ku temenê xwe di ber xizmeta ziman û wêjeya kurdî de bûrandine, ku Seydayê me Keleş yek ji wa ye."



- Gotina komîta amadekar ya fistîvala helbesta kurdî ji layê helbestvan Helîm ebûzêd
ve hat xwendin: " … em li destpêkê sipasiya çi kesê beşdar û arîkarî di vê şevê de kiriye, jibo mirovek xwe şewitandin wek mûmekê, jibo riya wêja û ramana kurdî ronî bike, ew jî nemir Seydayê Keleş e… yê kû jiyana Seydayê keleş di şopîne, zengînî û hemerengiyê di nivîsên wîde dibîne, ew jî ji polayîna (îrada) wî bû, di warê belvkirina ziman û çanda kurdî de .. tişta kû rehmetî bi şûn xwede hişt ji wêje, û tabloyên ciwan ji helbestan, û karên bi nirx, zengîntirîn berheme jibo nifşên bê re, û ronahiya ji kesên kû bi xwazin li ser riya danê gava bavêjin…"



- Gotina Nûnera PENa kurd li rojavayî kurdistan ji layê nivîkar û helbestvana kurd Bêwar Ibrahîm
ve hate xwendin:  ev jî deqa gotina wê ye:
 "Li nav dilopên hêsrên mirinên nemir xwezîyên avahîyê zelaltir dibin

Bi himberî ku mirin hevwindabûne , eynî vê mirinê hevcivandine , xwezîyên windabûna bê dîtin , di hevcivandinê de diçirisin , dikin gazî :
Em berdevkên Şêrgelên tevgera azadîxwaza Rojê ne , em pêmayên sirodên nişteman-perwerên dozê ne , em vedenga dengê peyvên stûxwar in , em delavin ji dilopên hêsrên zuha re . 
Di hevcivandinên li ber siha mirinê , civatên hevokan têne pînekirin , mirov hest dibe ku zelalî , bi şorahîya ava hêsir û rondikan zelaltir dibe , belê dema hêsir li ser  afraneran be , wê zelalî hêj zelaltirîn bibe .
Emê hewl bidin bi dilopên hêsrên bêmiradiya xwe , hinek şivîlek di Çiyayên asê de vekin , bi ronahîya hêsrên pêvajoya nifşên kevnar û dêrîn - ku bê guman seydayê Keleş mirovek ji wî nifşê zêrîn  bû - pêşerojên ku hê bi rê ve hatî ronî bikin .
Ji kevntirîn dem , Başûrê-Rojavayê welêt , resentirîn bingehe ji rewşenbîriya Kurdî re , mezintirîn û kurtirîn nimone , li ser rola vî beşê pîroz di pêşvebirina ziman û çanda Kurdî de , ku Mîr Celadet Bedirxan , li nav Gulgenimên zevîyên wê û li ber siha Lat û Zinarên wê , tîpên latînî afirandiye û dengê (Hawar) a xwe  bilind kirîye .
Îro nivîskar , helbestvan û rewşenbîrên Başûrê-Rojava , bi ser bilindî hebûna xwe bi hebûna tîpên latînî û bi hebûna (Hawar) ê diçesibînin , lê pirsa ku birînê li şûna birînê vedide ewe , Mîr Celadet Bedirxan û Hawara xwe resentirîn bingeh ji bo me danîn , gelo me çi avahî li ser vê bingehê ta vê kêlîkê avakirin e ???
Seydayê Keleş û hevalên rêbaza xwe , derbarî kêşeya ziman û çanda Kurdî , bi ser bilindî bi rola xwe rabûn , di dema tirsê de , ku  avanî dihatin wêrankirin û kesekî newêrîbû navên Kurdî li zaroyên xwe bikin , wan bi zaimanê Kurdî dinîvîsandin , vajî wê ku îro avanîya peyva Kurdî diranên tirsê hildike , navekî Kurdî nemaye ku me li zaroyên xwe nekirine , lê sed mixabin nivîsandina bi zimanê Kurdî , li nav pêngavên di cih de mayî de dîl maye , hewldanên gavavêtina li pêş , bi paş ve dimeşe , sîstemên giramêr û rastnîvîsandinê ji hev tarûmar dibin .
Omîd û hêvîyên (Hawar) ê ew bû , ku ronahîya tîrêjên pênûsên Başûrê-Rojava , biba tiryaq û jehra pênûsên ku ji nav damarên mejiyên fanatîk dibare  paqij kiriba , mîna fanatîkiya mejîyê Ferhad Şaklî û hevhizr û bîr û bawerîyên wî .
Lêêê , sed mixabin , ku îro em di rewşenbîrîyekê de dijin , ku ji sinc û pirensîpên rewşenbîrîyê pir dûre , gavên bê pîvan ber bi dîrokeke raman rihin û temen kin davêjin , bi ser de jî em bi poz bilindî dibêjin :
Em nevîyên Mîr Celadet Bedirxan in , em zaroyên kovara (Hawar) ê ne , em gavan tavêjin bê ku em li pêşîya xwe mêze bikin .
Di bawerîya min de , ev mafekî rewa ye ji nifşê Seydayê Keleş re , ku vê navtêdanê bikin sembol û bi anîya pêvajoya xwe vekin , bi dilsozî  erkê netewperwerîya xwe pêk anîn , îgoîzimên xwe kirin gorîdan ji kar û xebata xwe re , lê îro piranîya îgoîzmên li ser riya vê pêvajoya pîroz , gul û kulîlkên kar û xebatê ji xwe re dikin gorîdan , bê guman ewarteyên berz û bilind hene , lê avahî li ser bingehan ava dibin ne li ser ewarteyan  .
Gelo , me çi nûbûn darijandîye ser nûbûna destpêka pêvajoya ziman û çanda Kurdî ? eger em piranîya nivîsînan rêdakt bikin , emê raserî sedên şaşîyên biçûk û mezin bibin , ji xwe bêhnok , xal û pirsok  û …hwd em li hinda wan jî ranawestin  , belê malwêranîya mezin ewe ku em di nava van şaşîyan de noq bibin û Gemya çareserkirinê şikestî be , pirsa dijwar ku cihê daxê be ewe :
Gelo , emê kengî rexneyên ji bo avakirinê ava bikin , û rexneyên wêranîyê ji kok ve wêran bikin ? emê kengê rêbaza dû rû  û dû zimanîyê ji ji ser bedena Intelektul û Intelginisa xwe rakin , û li şûna wê ,  rêbaza wan nifşên muqedes ji nû ve bi çesibîn in ?
Destpêka nûbûnê , çareserkirina şaşiyan e , di her welatanên pêşketî de  de , qatên Intelektul û Intelginis , serekên gelên xwe ne , di hizir û ramanê de  , di bîr û bawerîyê de  , di huner û afirandinê de .
Wê hêvî hebe , ku komcivandinên Intelektul û Intelginisa Kurdî li Başûrê-Rojavayê welêt ,  li ber siha mirinên nemir , şivîlekek bi ronî be , ji destpêka nûbûnê re. "
 li dawiya gotina xwe helbestvan kurd Bêwar Ibrahîm helbestek bi vê helkeftê xwend, emê wê helbestê di qurçika Helbestan de belavbikin.



- Name/helbestek ji layê hevalek sydayê Keleş (parêzer û helbestvan Xelîl Sasûnî) ve hat pêşkêşkirin.



- Gotina Rêxistina jinan ya partiya pêşverû ji layê (ronahî)
ve hate xwendin: "… bi navê baskê didiwan ji milet re ew baskê te xweş berevanê di ber mafê wêde dikir, û te bi kul û derdên wêre di lorand, bi navê jina kurd , binavê diya kurd, em te di vê şevê de pîrozdikin kû ew xebata te bê sûde neçû, keçên te, keçên Cegerxîn û Namî û Xanî û Goran di meydanê de serî hildidin û hêviyên we geşdikin û dimînin xwediyê nameya we …"



- Helbestek ji layê Berêz Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) ve hate xwndin



- gotina Hevgirtina nivîskar û rojnemevanên kurd li Sûriyê ji layê berêz Ehmed Heyder
ve hate xwendin: "… çûna wî ziyanek mezin bû ji hemî rewşebîr û ronakbîran re… seydayê Keleş hemî jiyana xwe û pênûsa xwe terxan kiribû jibo doza gelê xwe yê kû di rewşek awarte de dijî. mezintirîn şêweyên wefadariyê jibo xebatkarên milletê me re ewe kû her yek ji me di warê kû ew xebata xwe têde dike, yekbûna rêzên xebatê bikin, jibo pêkanîna mafê gelê xwe, û waz li parçebûnê bînin, kû bûye kelema sereke di riya cêbecêkirina daxwazên me. Em hevgirtina nivîskarên kurd bi vê helkeftê bang li hemî hêzên kû çanda kurdî di parêzin, bila arîkariyê bikin jibo çanda kurdî bighînin wê asta kû tê xwestin…"



- gotina nivîskar û lêkolîner Ibrahîm Mehmûd:
li ser daxwaza helbestvanê meyî bi nav û deng Seydayê Keleş , û li ser dxwaza vî zimanê kû  bûye nîşana cudabûna vî ji yê din, û ji ber kû yê kurd bûye kû bi zimanê xwe tê naskirin, ezê bi zimanê xwe biaxifim, zimanê min yê dayikê; wefadarî ji koçkirina vî mezinê me: êvara we keleşî be, ez dibêjim êvara we keleşî be, û wehe emê li hev bi nerin, destê min bila vekirî be, û çavê me bila di çavê hevde be, ne kaxetek li pêşiya min, ne tablo li pêşiya min, bila wek çavkaniyekê em destê xwe bidin hev. ez hêstira nabarînim em ne miletekî bi girî hatine naskirin, wek hatiye naskirin, her yek derkevê li ser vê pêvegehê wê bidest girî bikê, gotinên bi girî, sazên bi girî , sozên bigirî, emê li ber girî herin, lewra ezê gotina xwe bi şêweyekê dî bibêjin, ezê bi rengekê dî berê xwe nediim we, ezê berê xwe bidim xwe, ezê berê xwe bidim teyrika xwe di ezmanê mirovantiyê de, teyrika kurdî , weke teyrika çi mirovan , çi gelê heye, ezê teyrika xwejî navnîşanbikim.
Di vê roja pîroz de ez berî her tiştî sipasiya çi kesê kû ev çil rojiya han li darxistiye, ez tiştekî tenê dizanim, kû seydayê Keleş sozdar bû ji navê xwere, pêşwaziya jiyanê kir, lewra ev helbestvanê han, ev mirovê han, mirovekî mirov bû, lê ez tiştekî tenê nizanim û ez dizanim, kû çawa yek nikarê tevgirêdanekê dinavbera xwîna kû tê rijandin di riya azadiyê û tekoşînê de , yan bizimanê rast re bi dilê sozdar e, û tev weha jî dibê mirovekî mirov , di vê roja xirab, roja azakiri re, ez tiştekî tenê dizanim kû seydayê Keleş mirovekî li gor gotina xwe bû, gotina seydayê Keleş bi wî dihat naskirin, helbestvanekê hesanebû, lê ew bi wê helbesta hesane xwe bi navkir, xwe navdarkir , weha hat naskirin, kaniyek û derbû, mirovekî rodarbû, mirovekî lewend bû dîlawer bû , mirovekî xwe bi nav nekir… ez tucarî nizanim lê ez dizanim kû çawa yek bixwazê rûnê xwe bêdeng bikê û xwe bi deng bikê, ez tucarî nizanim kû yek gotina xwe bi navnişanbikê û xwe vetşêrê ji ber rewşa kurdayetî, ez nizanim bê çawa bûyer , roj biroj bi navdikê û ta niha ev kesê kû dixwazê xwe bi navbikê , ta niha bûyera 12 ê Adarê li cem wî qedexeye, ezê çawa xwe bê deng bikim , çawa bavê Nêrûda, çawa Pêl îrwa, çawa Mehmûd Derwîş, çawa Barzaniyê nemir binav bûn, çawa Seyd Riza, çawa Qazî Mihemed; Şêx Seîd, ev tev binav bûn , ev binav nebûn bi yekîtiye xwe bi axatiya xwe , ev binav bûn binavê xwe , îro ev bi navê dîroka xwene, ev ne kurê kesî ne, ew kesê kû bibê navê yekî û ne bav bê, nakeve dîrokê de, çi kesê navdarê me kû herê ew di dilê me dene, lê çuqasî ew navdar dîroka min çênakin, divê her wext her dem her roj her heyam navdar hebin, yan ezê çawa dîroka kurdî binav bikim. ji aliyê yekê navdar wekî Celadet , malbata Bedirxaniya wek (tsonamî) xwe berdan çarçûva dunyayê , her yekî xwe bi aliyekî de xwe bi rêkir, Celadet bi çalakiyên xwe hate naskirin, binivîsên xwe (nivîs - kar ) çawa ezê bibim nivîskar ? bi navê xwe , bi bibêdengiya xwe? bi yekîtiya xwe ? cardî ez dibêjim, ez berê xwe didim viyê nemir (Keleş) û li gor vê gotina wî ya hatî nivîsandin:
 wê welat tev bibne azad ** wê bibin bax û behişt
heger navdariya me di helkefta tenê de bê naskirin, kurdewariya me pûçe, heger her yek ji me navdariya xwe di helkefta de bide naskirin, temenê wî çende ? çend rojin ? .



- gotina girûpa Dêrikê ya rewşenbîrî ji layê mamosta Mihemed Qasim
ve hate xwendin:
" Em ne li virin ji bo ku hestê xwe bifûrînin ,gotinê qelew jî hilweşînin,yan jî li ferhenga bi gerin gotinê xerîb derxînin.
Em ne livirin ku histirên xwe bi rijînin.ê bihtir îska bînê xwe dilovaniya wê bihtir bê ji  Seydayê Keleş re ,weku gelek kes ji xwere kirine kar ev rengê edeba bê ked u kar..
Belkî em li virin jib o gelek rehmet ji Seyda re bi xwazin,bînin bîra xwe ku her mirov di karê xwe pêşve bidê ,wkû  Seyda karî xwe bidê pêş, ji halekî tuneyî heta giha halekî , têde  bizava siyasî wergirt  di demeka zor u zehmet de,
Xwe kêşa hûnana ristan,ta ku bo biwêjek xuya xwedî dîwan u pirtûk jî…
Ne ji karê siyasî ket ,nejî ji hûnana ristan ket, heta rojên dawî ji jiyana xwe..!
Bê goman cihê rêz u hurmetê ye rengê ku  jiyana xwe pê bihûrand.! Lê  belkî ne eve tenê jibo îro em civîne…
Belkî jibo  bang bidin hev: jiyan bê kar- çi kar bê- nabe..
Jiyan  dema vala bi mîne, namîne jiyan, belkî dibê  çoleka xerab bê  av u dar u bistan..bê  ruh u rewan..bê giyan..u dawî bê tam u mane jî.
Em li virin - bi xêra çil roja Seyda-  jibo  ji hevre  bêjin:
Hger  em  li Seyda  di gerin ..Seyda ço..!
Hger  em  li şopa  wî bi nêrin ,xuyaye  li ber cava ye:
-          Sêwîyê bê dêw u bav bû,  belê xwend ta bû mela
Feqîrê bê mal u hal bû, belê bû xebatkarekî  li pêş ta  bû endamekî  licneya merkezî  di partiya xwede..
Belkî  bizava  herî  ber çav  ewe  ku  di karê  siyasetê,  nema tenê  peyayê  kesekî , belkî  xwest xwe ava  bike  weku endamekî  serbixwe, bi rewşa hiş u bîra xwe..
Şaş  çû  yan rast çû,  belkî dan u standin jêre divê.
Eman  kar kir  ku bi rengek azad karê xwe birêve bibê..
Mixabin  gelek kesên  xwe karker dibînin,  ne zêdî peyane ji kesnare, jibo  cihekî,  yan jibo  mefayekî..u armanca ku jibo bûne karker  ji bîra dikin..mixabin…belkî  eve astengek mezin  di pêşiya pêşveçona  gelan deye
Bihêvîme  ku em hemû  dinavbera xwe u nefsaxwede, sozekî bidin  xwe  ku  em jî  xwe bi kêşin  vî rengê jiyana bi kar u mefa..ya ku Seyda wergirtî..u kesên weke wî  ji karkera – çi siyasî,çi rewşenbîrî,çi bizava dinyayê  ya ku bi mefa bê..!
Sozê bidin hev, ku bi çavekî vekirî u hişekî can, baweriyekî resen , bikin ku jiyana xwe pûç u vala bi rêve ne meşînin ..belkî em jî dinava bexçê jiyanê de rastî Seyda werin, bi hevre dilşad u dilgeş têde vejîn..!"



- helbestek bi navê ( Ey Dîlbera min) ji layê mamosta Rifeet Daûd
ve hat xwendin: berî kû berêz Rifeet helbesta xwe bi xwînê, weha got: berî ez helbesta xwe bixwînim, belkî gelek bêjin ev behsa çavê reş dike, ev behsa bejna zirav dike, û behsa Dîlber û Delalê dikê û bimînin matmayî , lê ez dibêjim helbesta min rûbarê wê tuşteke, û hundirê wê tuştek dine.
mamosta Rifeet di Helbesta xwede, bi rengek ciwan- bi xwendinek xweş- li ser rewş û jiyan, û bajar û navdarên kurd li her çar parçeyên kurdistanê sekinî , û hest û hêviyên xwe dane xuyanîkirin. Helbesta berêz Rifeet bû cihê dilxweşiya hemî amadebûyan.



- helbestek ji aliyê helbestvan Dildarê Aştî



- Helbestek ji aliyê helbestvan Burhan Heso

 

- gotina dîdargeha Girkêlegê ya rewşenbîrî, ji layê Ebdulhelîm Elî
ve hate xwendin: "… cihê rûmetê ye, emjî bi navê dîdargiha Girkêlegê ya rewşenbîrî beşdariya yada 40rojiya oxirkirina helbestvan û siyasetmedarê kurd seydayê Keleş dikin. me seydayê Keleş naskir wek mirovekî mandûnenas û welatperwer , pêwendiyên rastewxo dinavbera wî û dîdargiha me de hebûn , bi canê xweyî sivik her çendekê bi mebesta bizava çanda  kurdî, serdana me dikir, hêzeka mezin dida me, wekî digot: çendî merc dijwar jî be , mirov dikare li ber xwe bidê, bo nimûne , çawa xwe fêrî kompiyûter û alavên serdemî dikir ta kariye diwanê xwe, bi xwe çapbike… her weha baweriya wî ya heta dawî bi xebatê hebû di got: rojek ji jiyana min hebê, ez karibim di ber miletê xwede, ezê kar bikim , birastî me seydayê Keleş naskir wek mirovekî rast û dilsoz , di dilê mede dmîne zindî, bi rûmet. Li dawî hêja ye ez bêjim kû kulek pêre çû gornê, ew kul ew bû kû digot: Kurdistana azad ji minre bû kul û min nedît, ev peyamek ez ji şandê nivîskarê Duhokê re dibêjim kû kesekê weke Keleş gereke Kurdistanê bidîta.



- gotina komîta Celadet Bedirxan ya hokirina zimanê kurdî, ji aliyê berêz Arşek
ve hate xwendin: "… seydayê Keleş şahê dilsoziya gelê xwebû mamosteyê zimanê gel bû, seydayê Keleş yek ji endamê komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî bû… Belê Seyda, bi çûna xwe te stûnek ji jiyana helbestê hejand, te biçûna xwe tevavek pênûs bê xwedî hiştin… Seydayê Keleş helbestvanê xetêra kêferata têkoşîna gelê xwe bû.
Komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî bi vê helkeftê vexwendinekê , bangdikê gelê kurd: werin bixwînin tîpa, werin hînbibin zimanê xwe , kesê bi xwazê hînî zimanê xwe bibe, werin bangînek ji komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî heye, werin fêrî zimanê xwe bibin.

- Paşî helbestek bi dengê Seydayê Keleş hate pêşkêşkirin.
- di peyre helbestvan Dildarê Mîdî bersiva hebesta Seydayê Keleş bi helbestekê da.





- Li dawî gotina malbata Seydayê Keleş ji aliyê kurê wî Kawa
ve hate xwendim : "… ez nikarim zêdeyî kû we got di heqê helbestvan Keleş de bêjim, hûn tevde birayên wîne, û ji nêzîk ve we ew nasdikiriye, we ji me zaroyên wî bihtir pêre danûstandin dikir, tişta ez dikarim bêjim ewe: tişta ez ji wî û we fêrbûme , kû tiştek ji wefadariyê bilindtir nîne jibo doza gel û mirovatiyê.. Ev amadebûna we ne tenê rêzgirtina û xelatkirine jibo bavê me Keleş, lê belê ev xelatkirine ji tevaya wan kesên berî wî jî yên kû xizmeta gelê xweyê kurd kirine…" 

Birûsk

Gurzek birûsk ji part û rêxistinên siyasî û mafperwerî û kesayetiyê kurd li hundir û derve gihiştin, evê xwar navê wan e:
- berêz Hacî Biratî ji Elmaniya
- berêz Bedredîn Erefat û kevaniya wî Ferha / Elmaniya
- nivîskar Merwan Hemko / Elmaniya
- helbestvan Brahîn Ebdê: girûpa Hesekê ya çanda kurdî
- berêz Şahîn / Holenda
- Helbestvan Ezîz Xemcivîn / Imarat
- Nivîskar û helbestvan M.S. Hisên
- berêz Ahîn Zozanî / Elmaniya
- nivîskar Arşevê Oskan
- nivîskar Qado Şêrîn / Holenda
- Heval û berpirsên partiya pêşverû li Orupa
- Dostê milletê kurd, nivîskarê Ereb Mihemed Xanim / Reqqe
- Nivîskar Mistefa Ismaîl / Kobanê
- Rojnemevan Mesûd Eko / Şam
- Berêz Fehmî Ehmed namî / Siwêd
- Komîta parêzgeha Hesekê jibo ykgirtina komenistên Sûriyê
- Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê (maf)
- Nivîsingeha giştî ya şepêla pêşerojê
- Rêxistina Qamişlo ya partiya yekîtiye demoqrat li Sûriyê (yekîtî)
- Malbata şehîd Kemal Ehmed û kurê wî Xalid Derwîş
- Partiya PYD
- Nivîskar û rexnevan Xalid Cemîl Mihemed
- Helbestvana Kurd Diya Ciwan / Şam
- Yekîtiya nivîskarên kurd li Duhokê
- Nivîskar Sebrî Resûl
- Rêxistina (DAD) ya berevaniyê di ber mafê mirovan de dikê
- Rêxistina Qamişlo ya partiya Azadî
- Desteya kovara (Fecir)
- Bereyî demoqrata kurd li Sûriyê
- Berêz bavê Şino / Amûde
- Malpera Gemyakurda
- Partiya yekîtiya kurd li Sûriyê
- Rêxistina (maf) li Amûdê
- Şagirtên Seydayê Keleş li Amûdê
- Berêz Selah Bedredîn / hevgertina Kawa
- Hevgirtina jinên kurd li sûriyê
- Nivîskar û helbestan Siyamend Brahîm
- Helbestvan Winda Şêxo
- Nivîskar Rustem Hemza / Imarat
- Helbestvana kurd Heyam Ebdulrehman
- Rêxistina jinan ya bi ser el-partî
- Weşana ROJ
- Kovara gelawêj
- Desteya kovara silavgeh
- Hunermenda kurd Iitîdal
- Malpera kekesor
- Nivîskar Îvam Mihemed
- Hunermend Şevger / koçka Rojavaya Kurdistan





 



 



 











 

 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark